Enter your email Address

Cuma, Aralık 19, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Zarokên li Sînemaya Amûdê jiyana xwe ji dest dane hatin bîranîn

Bi dehan şêniyên Amûdê û bi tevlêbûna saziyên herêmê di 61’mîn salvegera qetlîama zarokên ku di Sînemaya Amûdê jiyana xwe ji dest dabûn, bi merasîmekê bibîr anîn.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
13/11/2021 - 17:14
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 3 mins read
A A
Zarokên li Sînemaya Amûdê jiyana xwe ji dest dane hatin bîranîn
ParvekeTweet

QAMIŞLO – Di 13`ê Mijdara 1960`î de şewatek bi zanebûn di Sînemaya Amûdê de çêbû. Wê demê di sînemayê de derdora 300 zarok hebûn ku piraniya wan Kurd bûn. Di encama wê şewatê de zêdetirî 283 zarokan jiyana xwe ji dest dan.

Duh Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê, Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê û Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ji bo bîranîna salvegera 61`emîn a komkujiya sînemaya Amûdê mûm li bexçeyê Şehîdan a li navçeya Amûdê vêxistin.

Îro ji bo bîranînê, her sê yekîtiyan û Komîteya Zarokan a Şilêr merasîmek li bexçeyê Şehîdan ê navçeya Amûdê lidarxist. Di merasîmê de şêniyên Amûdê, Meclisa Navçeya Amûdê, rewşenbîr, nivîskar û Desteya Çandê ya herêma Cizîrê amade bûn.

Di nava bexçeyê de tabloyên hunermend Mihemedê Edûlê hatin pêşandan. Paşê li ber sirûda Ey Reqîb bi mûzîka Koma Serdem deqeyeke rêz hat girtin. Piştre Komîteya Zarokan a Şilêr daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê endama komîteyê Sîlva Şêxmûs ve hat xwendin.

Sîlva Şêxmûs diyar kir ku ji bo avakirina pêşerojeke azad divê ew li hemberî bûyerên qirker mîna bûyera komkujiya Sînemaya Amûdê, xwedî li zarokên xwe derkevin.

Di merasîmê de li ser navê Rêveberiya Xweser, Hevserokê Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê Ilyas Sîdo axivî û diyar kir ku êşa komkujiya sînemaya Amûdê hîn ji aliyê gel ve tê kişandin.

Paşê şêniyek ji navçeya Amûdê bi navê Emîn Ebdulselam (73) ku wê demê di bûyera şewatê de amade bû û ji wê bûyerê xelas bûbû axivî û anî zimna ku ew bûyer bi zanebûn bû û bi armanca qirkirina nifşa nû ya zarokên Kurdan bû.

Di merasîmê de endamê Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Arşek Baravî jî axivî û da zanîn ku neyarên Kurdan xwestin bi pêkanîna bûyera şewata sînemayê re vîna wan bişkînin û wan tune bikin, lê niha û bi bîranîna vê şewatê her sal ew tunebûnê têk dibin û wiha got: “Zarokên me bûn qurbaniyên planên nijadperestan.”

Di dawiyê de Şano ji aliyê Koma Şanoyê ya Çand û Hunerê ya navçeya Amûdê hat pêşkêşkirin. Merasîm bi gotina helbestan ji aliyê helbestvan Ferhad Merdê û stranên hunermend Elî Mensûr bi dawî bû.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Yekîtiya Jinên Ciwan a herêma Cizîr civîna xwe ya salane lidar xistin

Nivîsa Pêş

Li kampa Holê de 2 kes jiyana xwe ji dest dan

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Li kampa Holê de 2 kes jiyana xwe ji dest dan

Li kampa Holê de 2 kes jiyana xwe ji dest dan

Bangawaziya Tevgera Xwendekarên Demokratîk ji bo tevlêbûna Konferansê

Bangawaziya Tevgera Xwendekarên Demokratîk ji bo tevlêbûna Konferansê

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.