Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 17, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK: Li dijî zext, tecrîd û sîstema êşkenceyê ya li Îmraliyê gelê Kurd di nava têkoşîneke bênavber de ye

"Li girav û zindana şexsekî ku axaftina di dema voltayê de weke sûc tê dîtin, mayina 23 salan nîşan dide ku zexteke çawa tê kirin. Timî hincet tê dîtin û bi vî rengî hevdîtina bi parêzeran û malbatê re tê astengkirin. Eşkere ye ku ev yek zilm e, sûcê li dijî mirovahiyê ye."

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
07/11/2021 - 12:37
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 8 mins read
A A
KCK: “Bi ruhê serhildanê yê Şeladizê li her deverê helwestê nîşan bidin”
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî sîstema tecrîd, zext û êşkenceyê ya li Îmraliyê daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya KCK’ê wiha ye:

“23 sal in li ser Rêber Apo tecrîdeke giran heye. Ji Tîrmeha 2011’an û vir ve 10 sal in nikare parêzerên xwe bibîne. Tenê di dema hilbijartinên xwecihî de ji bo karibin dengê Kurdan werbigirin, hiştin ku parêzer çend caran hevdîtinê bikin. Ji 5’ê Nîsana 2015’an û vir ve jî ji ber nerazîbûna raya giştî destûr hate dayin ku malbat çend caran pê re hevdîtinê bike. Bi salan e cezayên dîsîplînê weke hincet têne nîşandan û bi vî rengî hevdîtin têne astengkirin. Cezayên dîsîplînê jî bi hincetên pûç têne dayin. Ev kiryar jî nîşan dide ku sîstema li Îmraliyê ne li gorî hiqûqê, lê belê li gorî siyasetê hatiye avakirin. Sîstema li Îmraliyê bi hestên tolhildanê hatiye avakirin. Yek ji nîşaneyên vê rastiyê jî ew e ku bi hinceta di dema voltayê de axiviye cezayê dîsîplînê hate birîn û bi vê yekê re jî hevdîtina bi malbatê û parêzeran re hate astengkirin.

PÊKANÎNÊN FAŞÎST LI ÎMRALIYÊ DEST PÊ DIKIN Û LI TEVAHIYA TIRKIYEYÊ BELAV DIBIN

Nêzîkatiya li Îmraliyê li hemberî Rêber Apo tê nîşandan, rastiya desthilatdariya faşîst a li Tirkiyeyê ya dijminatiya li Kurdan radixe pêş çavan. Pêkanînên faşîst ên li Tirkiyeyê ji Îmraliyê dest pê dikin û li tevahiya Tirkiyeyê bi cih têne anîn. Ev tespît roj bi roj bêhtir ispat dibe. Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan a Tirkiyeyê Ozturk Turkdogan jî bi daxuyaniyekê ev rastî raxist pêş çavan. Diyar kir ku zext û zordariya niha li hemû girtîgehan li girtiyên Kurd tê kirin, ji ber heman ferasetê ye. Ev rastî ji aliyê HDP’ê ve jî timî tê bilêvkirin. Pêkanînên li Îmraliyê ji zindanan dest pê kiriye û veguheriye polîtîkayekê ku li dijî gelê Tirkiyeyê tê meşandin. Divê ev rastî êdî ji aliyê hêzên siyasî yê muxalîf hemûyan ve bê bilêvkirin. Naxwe nepêkane ku li dijî desthilatdariya AKP-MHP’ê ve muxalefeteke rasteqîn bê kirin. Eger li Tirkiyeyê wê demokrasî û mafên mirovan misoger bibe, divê nêzîkatiya li Kurdan, nêzîkatiya li Rêber Apo bê guhertin. Bêyî çareseriya pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê demokrasî misoger nabe, cihê ku ev tespît lê şênber bûye jî Îmrali ye. Heta ku nêzîkatiya li Îmraliyê neyê guhertin, di mijara pirsgirêka Kurd de li Tirkiyeyê gavek nayê avêtin û Tirkiye wê bibe mehkûmê desthilatdariyên faşîst.

YÊN KU JI BO DEMOKRASÎ Û AZADIYÊ TÊDIKOŞIN DIVÊ LI DIJÎ ZEXTÊN LI ÎMRALIYÊ Û ZINDANAN DENGÊ XWE BILINDTIR BIKIN

Li girav û zindana şexsekî ku axaftina di dema voltayê de weke sûc tê dîtin, mayina 23 salan nîşan dide ku zexteke çawa tê kirin. Timî hincet tê dîtin û bi vî rengî hevdîtina bi parêzeran û malbatê re tê astengkirin. Eşkere ye ku ev yek zilm e, sûcê li dijî mirovahiyê ye. Zîhniyeta faşîst qirker bi vî rengî dixwaze ku her rojê li Rêber Apo bike êşkence. Sedema vê yekê jî ew e ku Rêber Apo Kurdan zane dike, li dijî sîstema înkar û qirkirinê radike ser piyan. Em jî Rêber Apo jî zanin ku bi kîjan zîhniyet û armancê ev polîtîka li Îmraliyê û zindanan hemûyan tê meşandin. Ji xwe gelê me jî, Rêber Apo jî, girtiyên li zindanan jî bi vê têgihiştinê li hemberî van kiryar, polîtîka û zîhniyeta qirker li ber xwe didin. Heta ku ev zîhniyet, polîtîka û kiryar hebin wê demokrasî û azadî neyê Tirkiyeyê. Bi armanca qirkirina gelê Kurd ev kiryar têne kirin. Lewma yên ku li Tirkiyeyê ji bo demokrasî û azadiyê têdikoşin, divê li dijî zexta li Îmraliyê û zindanan dengê xwe bilind bikin.

Berpirsyariya parêzeran a li pêşberî Rêber Apo heye. Gelê Kurd jî li bendê ye ku parêzer vê berpirsyariya xwe bi cih bîne. Gelê Kurd ji parêzeran dixwaze ku têkildarî jiyan û tenduristiya Rêber Apo agahiyê bide wan. Lê belê parêzer ji ber ku nikarin biçin hevdîtinê, ji rewşa Rêber Apo agahdar nînin. Ji ber vê yekê jî nikarin berpirsyariya xwe bi cih bînin.

SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE KU AGAHÎWERGIRTINA MALBATAN TÊ ASTENGKIRIN

Malbat jî nikarin bi birayên xwe re, bi ewladên xwe re hevdîtinê bikin. Ne tenê Rêber Apo, malbat û parêzerên 3 girtiyên din ên li Îmraliyê jî nikarin hevdîtinê bikin. Malbat rewşa tenduristiyê ya bira û ewladên xwe yên li Îmraliyê nizanin. Sûcekî li dijî mirovahiyê ye ku demeke dirêj destûr nayê dayin malbat hevdîtinê bikin. Mafê van malbatan e ku biçin Îmraliyê û rewşa bira û ewladên xwe hîn bibin. Bi rêya vê qedexeyê ne tenê êşkenceyê li girtiyên li zindanê dikin, di heman demê de êşkenceyê li malbatên wan jî dikin.

KONSEYA EWROPA Û CPT JÎ JI VÊ SÎSTEMA ZILMÊ BERPIRSYAR IN

Bêguman dewletên ku cihê xwe di nava komploya navneteweyî de girtin û saziyên ku Tirkiye endamê wan e ji vê rewşê berpirsyar in. Konseya Ewropayê û CPT, tevî ku dewleta Tirk li Îmraliyê li gorî ti pîvanê tevnagere û sîstemeke êşkenceyê ava kiriye, bi rengekî eşkere helwestê nîşan nadin. Xwedî li mafên mirovan dernakevin. Tevî ku pîvanên hiqûqê yên ku dewleta Tirk pê ve girêdayî ne û mafên mirovan nabe bibe mijara bazariyê, ji ber berjewendiyên siyasî ev sûcên dewleta Tirk ji nedîtî ve tên. Dewleta Tirk jî ji vê helwestê sûdê werdigire û sîstema zext û zilmê ya li Îmraliyê û zindanan dewam dike. Konseya Ewropa û CPT jî ji vê rewşê berpirsyar in.

Sîstema zext û zordariyê ya li Îmraliyê niha li zindanan bi rê û rêbazên cuda dewam dike. Armanca zext û zilma li Îmraliyê çi be, armanca zext û zilma li girtiyên Kurd û girtiyên siyasî yên li zindanan jî bi heman rengî ye. Zilm û êşkenceya niha ya li zindanan, ji zext û zilma cûntaya faşîst a leşkerî ya 12’ê Îlonê berfirehtir e. Ji ber ku mêtingeriya qirker bi rê û rêbazên nû zext û zilma li girtiyên li zindanan û gelê Kurd girantir dike. Faşîzma AKP-MHP’ê 6 sal in polîtîkaya zext û zilma faşîst di nava şert û mercên zindanê de bi rengê herî giran dimeşîne. Zilma li Îmraliyê û ya li girtiyên li zindanan rûyê rast ê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê radixe pêş çavan. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ku li ber hilweşînê ye, çawa ku li derve dike li zindanan jî zext û zilmê giran dike. Îro gelên Tirkiyeyê, hêzên demokrasiyê û muxalîfên siyasî li ber gelek polîtîkayên AKP’ê radibin. Heman hişyarî û berpirsyarî divê li dijî zextên li Îmraliyê û hemû zindanan jî bê nîşandan.

Konseya Ewropa û CPT ku di mijara Îmraliyê û zindanan de xwedî berpirsyariyan e, saziyên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê û komîsyona girtîgehan a meclîsê divê biçin Îmraliyê û hemû girtîgehan, lêkolînan bikin û çavdêriyên xwe ji raya giştî re eşkere bikin. Qet agahî ji Îmraliyê nayê wergirtin û ev rewş têkildarî jiyan û tenduristiya Rêber Apo de li gel malbatê, gel û her kesî dibe sedema tirs û fikaran.

HER KESÊ JI XWE RE DIBÊJE ‘EZ MIROV IM’ DIVÊ BIKEVE NAVA LIV Û TEVGERÊ

Girtiyên li Îmraliyê û hemû zindanan rûmeta gelê Kurd in. Zexta li Îmraliyê û zindanan bi esasî zexta li dijî gelê Kurd e. Li dijî zext, tecrîd û sîstema êşkenceyê ya li Îmraliyê gelê kurd di nava têkoşîneke bênavber de ye. Ev têkoşîn divê hîn bêhtir bê mezinkirin, tecrîda li Îmraliyê û zexta li zindanan bê şikandin û di mijara jiyan û tenduristiya Rêber Apo de agahî bê wergirtin. Li hemberî tecrîda li Îmraliyê û zexta li zindanan di serî de gelê Kurd û dostên wan, her kesên xwedî wijdan û xwe mirov pênase dike, divê hîn bêhtir bikevin nava liv û tevgerê.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

HBDH: Şoreşa Cotmehê rêya me ronî dike

Nivîsa Pêş

TAYBET – Malbatên ku li ber HDP`ê zarokên xwe difroşin – bazar dikin!

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
TAYBET – Malbatên ku zarokên xwe derdixin bazarê

TAYBET - Malbatên ku li ber HDP`ê zarokên xwe difroşin - bazar dikin!

Jinên Tîrêjên Rojê li dijî Tecrîdê lê da

Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê li Stenbol, Bursa û Tekîrdagê çalakî pêk anî

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Desteya Werzîş li Kobanê dewreyekî hakimtiyê bi dawî kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.