Enter your email Address

Cuma, Aralık 19, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Hejmara duyemîn a Destarê derket

Kovara Destar ku wek weşana Enstituya Kurdî ya Amedê, bi dirûşma ‘Destarê kurd-î hûr dihêre’ demsalî (sê mehan carekê) tê weşandin, piştî hejmara wê ya havînê hejmara wê payîzê jî hat weşandin.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
03/11/2021 - 13:01
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Hejmara duyemîn a Destarê derket
ParvekeTweet

AMED – Hejmara duyemîn a kovara wêjeyî Destar a ji sê mehan carekê tê weşandin derket.

Kovara Destar ku wek weşana Enstituya Kurdî ya Amedê, bi dirûşma ‘Destarê kurd-î hûr dihêre’ demsalî (sê mehan carekê) tê weşandin, piştî hejmara wê ya havînê hejmara wê payîzê jî hat weşandin. Hejmara wê ya yekemîn eleqeyeke mezin dîtibû; çapa yekem xelas bûbû û ji ber eleqeya zêde çapa duyem jî hatibû çapkirin û di demeke kin de ew jî bi dawî bûbû. Hejmara duyem jî bi konsepta xwe ya xweser, nivîsên xwedî naverok û mijarên dewlemend, cihêreng û têr û tijî yên bi dehan nivîskaran wek hejmara demsala payîzê hat çapkirin. Kovar bi tevlîbûna edîtor, sererastker û nivîskarên nû hê xurtir bûye.

Nivîsên cur bi cur ên wêjeyî yên bi zaravayên kurdî

Kovara Destar, di heman demê de bi armanca pêşxistina wêjeya kurdî ya hevgir û tevgir a li her çar parçeyên Kurdistanê dest bi weşanê kiribû. Li gor vê armanca dîrokî, di naveroka hejmara duyemîn de jî nivîsên cur bi cur ên wêjeyî yên bi zaravayên kurmancî, kirmanckî û soranî cih digirin. Di kovarê de tê diyarkirin ku di hejmarên pêş de dê zaravayê hewramî jî cih bigire. Bi vê armancê, di bergê pêşîn ê vê hejmara kovarê de heman sernav bi kurmancî, “wêje ronahî ye”, bi kirmanckî, “edebiyat roşnayî ya”, bi soranî “wêje rûnakîye”, bi hewramî “edeb roşnaîye” cih girtiye.

Çavkaniya binhehîn a wêjeyê jin in

Di hejmara duyemîn a kovarê ku ji 240 rûpelan pêk tê de bi dehan nivîs cih digirin. Di beşa destarê kurmancî de; li gel destarê lêkolîn-vekolîn, nirxandin û dahûrandinên teorik-ramanî-akademîk-zanyarî û rexneyî yên wêjeyî; bi mijarên dengbêjî, destan, gotinên pêşiyan û lorîkan, destarê wêjeya devkî jî hatiye gerandin û hêrandin. Her wiha li gel destarên wek roman, çîrok, ceribandin, bîranîn, helbest, kovargeriya kurdî, wêjeya cîhanê û wergerê, destarê kirmanckî û soranî jî wek du beşên bingehîn bi mijarên dewlemend ên cuda hatine gerandin û hêrandin… Bi taybetî lêkolîn-vekolîn, nirxandin û dahûrandinên ramanî û teorik ên derbarê mijarên wêjeyê û wêjeya kurdî de, hişmendiya wêjeyî ya gelemperî ya ku heta niha serwer bû, ji nîqaşê re vedike û hişmendiyeke nû ya wêjeyê pêş dixe. Li gel hişmendiya wêjeya jineolojîk a di kovarê de, nivîsên nivîskarên jin jî bi naveroka xwe, careke din radixin ber çavan ku pêşenga sereke û çavkaniya binhehîn a wêjeyê jin in.

Destarê me her digere û hûr dihêre

Kovar, di sernivîsa xwe ya “Destarê Kurd-î Fireh Geriya û Hûr Hêra” de diyar dike ku ew ê hewl bidin li dijî hişmendiya wêjeya hemû modernîteyên deshilatdar ên xweperest û nêrza, bi taybetî jî hemû ferasetên xelet ên wêjeya ‘modernîst’ û ‘postmodernîst’ ku çavkaniya xwe ji modernîteya kapîtalîst digirin dê wêjeya xwebûnî û gerdûnî ya modernîteya demokratik bi pêş bixin. Di nivîsa li ser navê Destarê de ev yek wiha hatiye aşkerakirin: “Dem dema hê firehgerandin û hûrhêrandina Destarê wêjeya kurd-î ya xwebûnî û gerdûnî ye. Em ê nebin diranên çerxa yên ‘ne ji me’, em ê her û her bibin ‘Destargerên xwe.’ Em ê wisa tev bigerin herkes dê bibîne ku Destarê me her digere û hûr dihêre.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Banga 50 saziyên navnetewî – Nedîm Turfent berdin!

Nivîsa Pêş

Ferît Şenyaşar: Em civak heke dengê xwe rakin ev zilm wê rabe

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Malbata Şenyaşar: Em vê bêhiqûqiyê qebûl nakin

Ferît Şenyaşar: Em civak heke dengê xwe rakin ev zilm wê rabe

LEZGÎN – Gerîla li Zapê lê da: Herî kêm 3 leşkerên faşist hatin kuştin

LEZGÎN - Gerîla li Zapê lê da: Herî kêm 3 leşkerên faşist hatin kuştin

Manşet

  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin
  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.