Enter your email Address

Cuma, Aralık 19, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

Li Heftanînê operasyoneke şoreşgerî; 3 çeperên dagirkeran tevî dagirkerên tê de hatin îmhakirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku hêzên gerîla li Heftanînê operasyoneke şoreşgerî kirine û di encamê de 3 çeperên dagirkeran tevî dagirkerên tê de îmha kirine.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
02/11/2021 - 16:40
di nav Çalakî, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
Li Heftanînê operasyoneke şoreşgerî; 3 çeperên dagirkeran tevî dagirkerên tê de hatin îmhakirin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku li Heftanînê di 30’ê Cotmehê de ji 2 baskan ve li dijî dagirkeran çalakî hatiye lidarxistin û 3 çeper hatine îmhakirin. HPG’ê diyar kir ku li Xakurkê jî gerîla derbên giran li dagirkeran dan. Li Avaşînê jî şerekî giran qewimî.

3 ÇEPER HATIN ÎMHAKIRIN

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de;

Li qada Keşanê ya herêma Heftanînê, 30’ê Cotmehê saet di 07:00 de hêzên me ji du baskan ve li dijî hêzên dewleta Tirk a dagirker çalakiyeke koordîneyî ya gerîla kirin. Hêzên me ji du baskan ve xwe nêzî dagirkeran kirin. Baskê destpêkê yê çalakiyê bi çekên nîv otomatîk li 3 çeperên dagirkeran dan. Her sê çeper tevî dagirkerên tê de hatin îmhakirin. Baskê duyemîn ê çalakiyê jî bi bombeyên destan û çekên ferdî ketin nava çeperên dagirkeran û li konên dagirkeran dan. Bi destpêkirina çalakiyê re dagirker ji ser gir reviyan û li derdorê belav bûn. Çepereke hawanê û hawana 60 mm’yî, çepereke BKC û çeka BKC, çepera çavdêriyê û du konên ku malzemeyên leşkerî tê de bûn bi temamî hatin îmhakirin.

Baskê destpêkê yê çalakiyê çû ser 2 cenazeyên dagirkeran û çekek bombeavêj ji ser dagirkeran rakir. Baskê duyemîn ê çalakiyê jî çû ser 4 cenazeyên dagirkeran û 3 çekên ferdî ji ser dagirkeran rakirin. Girê ku dagirker li ser bi cih bûbûn û çeperên li ser vî girî bi rengekî serketî hatin îmhakirin. Di pêvajoya vekişînê de hevrêyekî me birîndar bû. Hêzên me yên ku xwest ku hevrêyê me yê birîndar bi selametî ji qadê derxînin, şerekî giran li dijî dagirkeran kirin. Agahiyên li ser encama vî şerî wê piştre bi berfirehî bêne parvekirin.

Di operasyona şoreşgerî ya serketî de ku hêzên me li Heftanînê kirin; 6 çeperên dijmin tevî dagirkerên tê de hatin îmhakirin, çepereke hawanê û hawana 6 mm’yî, çepereke BKC û çekek BKC, çepereke çavdêriyê û du konên ku malzemeyên leşkerî tê de bûn hatin îmhakirin. Çekek bombeavêj û 3 çekên ferdî ji ser dagirkeran hatin rakirin. Hêzên me çûn ser 6 cenazeyên dagirkeran, lê belê hejmara zelal a dagirkerên hatin cezakirin nehate tespîtkirin. Lê belê hejmara dagirkerên hatine cezakirin hîn zêdetir e.

GERÎLA XWE BERDAN NAVA DAGIRKERAN Û JI NÊZ VE LÊ DAN

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;

Êvara 30’ê Cotmehê li derdora gundê Dayîlan ê navbera Girê Lêlîkan û Girê Kevortê yên Xakurkê, hêzên me xwe berdan nava dagirkeran. Ji nêz ve bi bombeyan û çekên ferdî li dagirkeran hate xistin. Herî kêm 3 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê dagirkeran tevî hêzên PDK’ê li derdorê dest bi operasyoneke hevpar kirin. Ev operasyon piştî rojekê bêencam bi dawî bû.

ÇALAKIYA KOORDÎNEYÎ YA JI 2 BASKAN VE

Di çarçoveya pêngava ‘Li dijî qirkirina jinê dem dema parastina jin a azad û civakê ye’ ya KJK’ê;

31’ê Cotmehê saet di 14:00 de li herêma Xakurkê li dijî dagirkerên li derdora Girê Koordîne, hêzên me yên YJA Starê ji 2 baskan ve çalakiyeke koordîneyî ya gerîla li dar xistin. Baskê destpêkê yê çalakiyê ji cihekî nêz ve li kûleya çavdêriyê xist ku 2 dagirker tê de bûn. Di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin, kûleya çavdêriyê jî hate îmhakirin. Baskê duyemîn ê çalakiyê jî li 2 sîstemên kamera yên mobesse, sîstemeke ronîkirinê, paneleke rojê û projektureke dagirkeran xist û îmha kir.

LI AVAŞÎNÊ ŞERÊ GIRAN, GERÎLAYEK ŞEHÎD BÛ

26’ê Cotmehê li herêma Avaşînê li qada Stûnê, di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker de li derdora gundê Kiyê şerekî giran qewimî. Hevrêyê me Rûmet Cîlo yê ku di vî şerî de bi giranî birîndar bû, bi birîndarî kete destê dagirkeran. Hevrêyê me li dijî pêşniyara nokerî û teslîmiyetê ya dagirkeran bi sekna milîtanî ya Apoyî bersiv da û ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve bi êşkenceyê şehîd hate xistin. Hevrêyê me Rûmet ê leheng tevî ku bi giranî birîndar bû serî li ber êşkenceya derveyî mirovahiyê ya dagirkeran netewand. Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Rûmet wiha ye:

Nasnav: Rûmet Cîlo
Nav paşnav: Mûhammed Hiso
Cihê jidayikbûnê: Efrîn
Dayik-Bav: Sûzan-Ferît
Dem û cihê şehadetê: 26’ê Cotmeha 2021 / Avaşîn

Hevrê Rûmet li Efrînê ji dayik bûye û di nav malbateke welatparêz û nêzî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê de mezin bûye. Di nav Şoreşa Azadiyê ya Rojava de jî cih kiriye û tevlî nav refên şoreşê bûye. Hevalê me di nava demeke kurt de bûye fermandarekî jêhatî û di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de roleke mezin bi cih aniye. Piştî Şoreşa Azadiyê ya Rojava wî berê xwe daye çiyayên qedîm ên Kurdistanê û di sala 2016’an de tevlî nav refên gerîla bûye. Heval Rûmet têkoşîna xwe wekî gerîlayekî li hember dewleta Tirk domandiye. Heval bi kesayetiya xwe ya kedkar û fedakar di nav hevalên xwe gelekî hatiye hezkirin û di şer de û di jiyanê de her dem di nav refên pêş de cih girtiye. Di 23’ê Nîsanê de dema ku dewleta Tirk a dagirker li hemberî Zap, Metîna û Avaşînê êrişên dagirker da destpêkirin wî bêyî fikar çeka xwe hildaye û çûye nav çeperên şer. Ji êşkenceya dewleta Tirk a dagirker heta ku şehîd bû, wî tu carî dev ji ruhê milîtan ê Apoyî berneda. Heval Rûmet bûye ruhê berxwedana efsanewî ya li Avaşînê û ji bo me hevalên li dû wî mane jî bûye sedema serfiraziyê.

Malbata hêja ya heval Rûmet di serî de em sersaxiyê ji hemû gelê xwe yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê berxwedana hevalên xwe bigihînin serfiraziyê.

OPERASYONÊN DAGIRKERIYÊ Û ÊRIŞÊN HEWAYÎ

Di 21’ê Cotmehê de artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Girê Kartal, Girê Şehîd Rizgar, Girê Şehîd Firat, Girê Şehîd Elî û Girê Şehîd Dîren a Avaşînê operasyoneke dagirker dabû destpêkirin. Operasyon di 29’ê Cotmehê de vekişiya.

Di 1’ê Mijdarê de saet di navbera 19.00 – 10.00’an de li ser herêmên Tabûra Ereba û Mervanosê ya Avaşînê helîkopter geriyane. Di heman saetan de bi helîkopterên êrişê qada Tabûra Ereba hatiye bomberdûmankirin.

Di 1’ê Mijdarê de saet di navbera 15.10 û 19.50’î de qadên Kunîşka, Karker, Girê Rûbar û Tîpa T a Zapê bi balefirên şer û helîkopterên êrişê hatiye bomberdûmankirin. Di 2’ê Mijdarê de di destê sibehê de jî qadên Şikefta Birîndara û Çiyayê Reş bi helîkopterên êrişê û balefirên şer hatiye bomberdûmankirin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Rapora Cotmehê ya DFG’ê: Dadgehkirina 58 rojnamegeran berdewam dike

Nivîsa Pêş

ROJEVA 3’YÊ MIJDARA 2021’AN

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
ROJEVA 1’Ê MIJDARA 2021’AN

ROJEVA 3’YÊ MIJDARA 2021’AN

Ji Pênûsa Gerîla – Hevaltî xwe bi rastiya çiyan dipêçîne

Ji Pênûsa Gerîla - Hevalê Medenî li beramberî zoriyan tucarî xwe radest nekiriye

Manşet

  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin
  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.