Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 17, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Erdogan proje bû lê Kiliçdaroglu?

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
24/10/2021 - 0:06
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Erdogan proje bû lê Kiliçdaroglu?
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – 

Ahmet Aktaş Nivîsand
Şîrove
Ger ku yên ji bîr kiribin hebin, bila were bîra wan R.T.Erdogan ji bo projeyek girîng a cîhanî hate pejirandin û hate amadekirin. Ji bo dîzaynkirina (ji nû ve sererastkirina) cîhanê ya sedsala 21’ê kar û mîsyonek dane wî.

Hîn bi fermî ne tu tişt bû; ne serokê partiyê bû, ne parlamenter bû, belê ew jî weke parçeyekî ji vê projeyê, ew ji bo çend heyvan xistin zindana Sêrtê û derxistin û kişandin Washingtonê (10.11.2002). Li wir ji aliyê Serok W.Buch ve weke serokê dewleta tirk hate pêşewazîkirin. Ji vê qonaxê û pêve xelekên zincîra kar û barê R.T.Erdogan ê di projeya sedsalê de, êdî kete rê û meşiya, heta roja îro tê.

Ha bila neyê jibîrkirin Buch, ew kiri bû cigîrê xwe yê ji bo pêkanîna Projeya Mezin a Rojhilata Navîn(BOP) jî.

Her çendî hinek kêmasî derketibin jî; weke mînaka di meclisê de nepejirandina biryara hêzên DYA’yê, li ser Tirkiyeyê re derbasî Iraqê bibin, dîsa jî divê mafê wî neyê xwarin, ji bo xwedanê projeyê gelek bi kêrhatî û bêqusûr xebitî.

Ji nava karê wî yê herî sereke jî, şikandin û hilweşandina têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurdistanê bû. Bi gotineke din; diviya Plangeriya Nevdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurdistanê Abdullah Ocalan, li gorî armancê projeya vê sedsala 21’ê bihata biencamkirin.

Di vî kar û xebata xwe yê ku bi projeyê ve girêdayî de jî, bêqusûr hewlda û niha jî hewldana xwe nedaye rawestandin, bênavber bi hemû şêwazê wahşeta xwe ya bêexlaqî dide meşandin.

Erê gelek zirar û ziyana mezin û bêhejmar da gelê Kurdistanê û gelên herêmê, lê weke jê dihate xwestin pêk nehat, ew encama stratejîk bi dest nexist. Ji ber ku têkoşîna gelê Kurdistanê û Tevgera Azadiyê ya qehreman û hemdemî û bi taybetî berxwedan û rênîşandana Rêber APO, derfet û rê neda ku ev projeya zalimane û dijminane ya dijî gelan û mirovahiyê bi ser bikeve. Lewma niha dest bi bikaranîna jahr û xaza kîmyewî kiriye. Lê wisa diyar dibe ku tu çekên konvansiyonel ên teknolojiya herî modern û çekên kîmyewî jî, dê nikaribin îradeya azad a gelan û bi taybetî jî ya gelê Kurdistanê bişikîne û hilweşîne.

Ji ber vê rewşa tengav bûyî ya R.T.Erdogan, hinek pêşbînî û şîroveyên girîng û watedar ketine rojevê. Ev jî; gelo ma nabe ji bo şûna wî, Kemal Kiliçdaroglu amade dikin!?

Ji ber ku hatina wan a ji bo serokatiyê partiyên wan pir dişibin hev. K.Kiliçdaroglu jî, di encama kasetên li dijî Denîz Baykal de hat û hema ji nişka ve bû serokê CHP’ê! Ev gotina wî ya bi hefteyekê berî serokatiyê qebûl bike ku ji mala D.Baykal derdiket û li ser pirsa rojnamevanan got; ”na xêr ez ne mirovekî ku karibim serokatiyê bikim, ji xwe va ye serokê me heyê” û hwd. Li ser vê daxuyaniya wî, êdî gûman bi xurtî kete rojeva raya giştî ku ev jî projeyek ji derve bû!

Her wiha, niha jî di vê dema dawî de mirov bala xwe dide axaftin û hewldanên wî, gelek guhertin tên xuyakirin. Mînaka herî mezin, ev mirov pir û pir tirsonek bû. Mirovekî wisa bû ku curet nedikir bibe serokê partiya xwe. Lê niha tê dîtin, gotinên gelek qelew dike, xwe bi xurtî li serokatiya rêveberiya dewletê radikişîne, her wiha ji bo desthilatdariya AKP-MHP’ê birûxine, gelek gotinê tûj dike û hejmarek berfireh partî jî li dora xwe hewandiye!

Tê gotin ku li pişt vê wêrektiya wî hêzek mezin a cîhanî heye, eger ne wisa be, ev mirovê newêrek, van peyvên ku cesaret jêre divê nikaribû bi gota.

Helbet divê ev jî were zanîn ku berxwedana gelê Kurdistanê, li aliyekî faşîzma AKP-MHP’ê û bi giştî kevneperestî tirsand, li aliyê din jî curet û cesaret da hêz û kesên dijî faşîzma AKP/MHP’ê û kevneperestiya gelemperî.

Vê rewşa R.T.Erdogan, hinekî dişibe serdema Adnan Menderes. Mîna R.Erdogan, ew jî wê wextê ji DYA’yê hinekî xeyidî bû û berê xwe dabû Yekitiya Sovyetê. Ji aliyê DYA ve çi hate serê wî tê zanîn, ma nabe ku heman aqûbet were serê R.T.Erdogan jî!

Wisa diyar e hem hundir hem jî derve li vê desthilatdariya zalim a AKP-MHP’ê hatiye xezebê û temenê wê her diçe kurt dibe!

WELAT

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Pênûsa Gerîla – Jiyan xelaskirin ji canê me girîngtir bû

Nivîsa Pêş

Ji Bo Bîranîna Şehîd Berîtan

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Ji Bo Bîranîna Şehîd Berîtan

Ji Bo Bîranîna Şehîd Berîtan

QSD: “Êrişên dagirkeran bênavber didomin”

QSD'ê diyar kir ku êrîşa doh de 3 şervanên wan şehîd bûne

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Divê Îmralî Êdî Ji Sembola Tecrîdê Were Derxistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.