Enter your email Address

Pazar, Aralık 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Rastkirina şaşiyê destekkirina Kurdan e

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
15/10/2021 - 0:06
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Rastkirina şaşiyê destekkirina Kurdan e
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – 
Gulîstan ÇIYA ÎKE nivîsand 
Em ketin sala 24’an a Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an a li dijî Rêber Apo. Ji bo dewleta Tirk a qirker û mêtinger komploya li dijî Rêber Apo ew çend girîng e ku gelek êrişên xwe îro jî pêk tîne. Yek ji van êrişan jî di 9’ê Cotmeha 2019’an de li Rojava dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî ye. Donald Trump û Erdogan di nava tengaviyeke mezin de bûn, di demeke wisa de herduyan li ser êrişê li hev kir û bi vî awayî hev ji tengaviyê derxistin. Serokê Emerîkayê Trump ji bo ku xwe û Erdogan xilas bike, destûr da artêşa Tirk da ku Kurdan ji cih û warê wan bike, êrişî wan bike. Gelê Kurd van êrişên hanê weke êrişên li dijî gelên Sûriye û Rojhilata Navîn hemûyan nirxand. Bi vê êrişê re li qadên herî bi îstîqrar û gel lê bi aşitî bi hev re dijîn, bêîstîqrarî hatiye çêkirin.

Di salvegera 2’yan a dagirkeriyê de serokê Emerîkayê Biden ê ku hat şûna Trump, got; êriş û dagirkeriya Tirkiyê li Sûriyê îstîqrarê xera dike, bandora neerênî li têkoşîna me ya li dijî DAIŞ’ê dike. Wî bi van gotinan nirxandin û fikarên Kurdan jî piştrast kirin. Destûra ji bo êrişeke li Kurdên ku bi koalîsyona li dijî DAIŞ’ê têkoşîneke hevpar li dijî DAIŞ’ê meşandin û ew têk birin, ji bo Emerîkayê û hêzên koalîsyonê rewşeke şermê bû. Biden piştî 2 salan li hemberî polîtîkayên Trump yên ku li ber dewleta Tirk rêya êrişê vekir, di heman demê de êrişa li dijî Kurdan qebûl kir. Qebûl kir ku neheqî li Kurdan hatiye kirin. Li dinyayê binpêkirineke piçûk a li ser sînoran jî weke pirsgirêk tê dîtin û dibe rojev. Di rewşeke welê de li dijî êriş û dagirkirina Rojava bêdengî, qirêjiya polîtîkayên li dinyayê jî radixe ber çavan. Daxuyaniyên Biden li dijî vê rewşê helwêstek e. Lê belê bi tenê helwêst têrî nake, lazim e ev neheqî bi dawî bibe. Yan na, wê dagirker, kujer û qirker bi gotinên welê nesekinin; heta zexteke polîtîk pê re neyê kirin, dagirkeriyên nû jî wê werin teşwîqkirin.

Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk, têkoşîna gelê Kurd hêj ji destpêkê ve têkoşîneke heq û rewa ye. Têkoşîna li dijî neheqî û zilmê di heman demê de li ser navê mirovahiyê hemûyî tê kirin. Biden bi daxuyaniyên xwe careke din eşkere kir ku têkoşîna gelê Kurd li dijî êrişên dagirkeriya Tirk meşrû û rewa ye. Dema ku mirov têkiliya Trump û Erdogan a beriya 2 salan û êrişên li dijî Kurdan bîne bîra xwe, wateya daxuyaniyên Biden, helwêstnîşandana li hemberî şaşiya Trump e. Hêviya me ew e ku di mijara bidawîanîna dagirkeriyê de ev helwêst veguhere piştevaniya têkoşîna Kurdan.

Tirkiye ne bi tenê li Sûriyê, di heman demê de li Iraqê, li Lîbya, Qafqasya, Rojhilatê Derya Spî, li Balkanan, Efrîka û heta li Ewrûpayê jî bêîstîqrariyê çêdike. Çete û penaberan li hemberî Ewrûpayê bi kar tîne ku ev jî rastiya wê datîne holê. Li dinyayê polîtîka û helwêsta herî adî û bêrûmet şantaj û gef e. Îro roj, li dinyayê herî zêde dewleta Tirk vê yekê dike. Bi şantaj û gefan fîdye dixwaze, destekê ji polîtkayên xwe yên faşîst re dixwaze.

Tirkiye ev sedsal in, Kurdan li ku derê li dijî polîtîlayên qirker û mêtinger li ber xwe dabe, wan weke şakî, eşqiya, sergerde, anarşîst û terorîst nîşan dane. Zext û zora kirî jî ji xwe re heq dîtiye. Dewleta Tirk ev cesaret û curret jî ji erêkirina Emerîka û Ewrûpayê girtiye. Li ser vî esasî, Emerîka û Ewrûpa bûne şirîkên sûc û polîtîkayên qirker ên Tirkiyê. Tirkiye ji ber ku berê di nava tifaqa dij-Sovyet de bû, ew jî bûn şirîkê sûcên wê; lê gelo niha çima dibin şirîk?

Emerîka û Ewrûpa hem divê destekê nedin van polîtîkayên dewleta Tirk hem jî polîtîkayên xwe yên di heqê Kurdan de bi awayekî rast destnîşan bikin. Ji bo îstîqrar û aşitiya rojhilata Navîn, divê ev were kirin. Yan na weke dewleta Tirk a qirker û mêtinger ew jî rabin bibêjin, Kurdê baş û Kurdê nebaş, ew ê destekê bidin polîtîkayên dewleta Tirk û Kurdên garantiya aştî û îstîqrara Rojhilata Navîn in, qels bikin. Heke Ewrûpa û Emerîka bi rastî jî li Rojhilata Navîn aştî û îstîqrarê dixwazin, wê demê divê rêzê nîşanî îrade û hêza demokratîk a Kurdan, bidin

Di sedsala 21’ê de ku wê bibe sedsala demokrasî û azadiya jinê, lazim e Emerîka û Ewrûpa vê rastiyê bibînin, destekê nedin dewleta Tirk a qirker û faşîst. Xwe ji vê qirêjê û vî barî rizgar bikin.

YENİ ÖZGÜR POLİTİKA

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Pênûsa Gerîla – Ew dilsozê rêhevalê xwe bû

Nivîsa Pêş

Helwesta Ciwanan ya li hember PDK’ê

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Helwesta Ciwanan ya li hember PDK’ê

Helwesta Ciwanan ya li hember PDK'ê

Karasû: ‘Faşîzma 12’ê Îlonê li zindanan têk çû’

Karasu: Komplo bi giştî hate têkbirin

Manşet

  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin
  • Li Siwêdayê 2 Ciwan Birîndar Bûn
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.