MÊRSÎN – Polîsan li Mersînê bi ser mala welatî Salîh Akça de girtin û revandin.
Polîsan di saetên serê sibê de bi ser mala welatiyê bi navê Salîh Akça ku li Taxa Şevket Sumer a navçeya Akdenîz a Mêrsînê rûdinê de girtin. Polîsan piştî li malê lêgerîn pêkanîn, Akça destgîrkirin. Sedema revandinê nehat zanîn û polîsan ew welatî birin qaşo Miduriyeta Polîsan a Bajêr.



