Enter your email Address

Pazar, Aralık 21, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Ayten Dersîm: “Binerin, dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ êdî perspektîfa jinan hemûyan e”

Ayten Dersim destnîşan kir ku li hemberî Modernîteya Kapîtalîst gelekî girîng û pêwîste ku jin li ser bingeha îdeolojîk, fikrî û xweparastinê xwe bikin hêzeke rêxistinbûnê ya hevpar.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
07/10/2021 - 8:43
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Ayten Dersîm: “Binerin, dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ êdî perspektîfa jinan hemûyan e”
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Endama Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) Ayten Dersim bersiv da pirsên ANF’ê û bi bîr xist ku Modernîteya Kapîtalîst ne tenê li Rojhilata Navîn, li tevahiya cîhanê krîz afirandiye.

Ayten Dersim destnîşan kir ku li hemberî Modernîteya Kapîtalîst gelekî girîng û pêwîste ku jin li ser bingeha îdeolojîk, fikrî û xweparastinê xwe bikin hêzeke rêxistinbûnê ya hevpar.

Dersim diyar kir ku 2’emîn Konferansa Jinê ya Rojhilata Navîn ku li Beyrûdê hate lidarxistin girîng e û got, “Di qasî ku li çapemeniyê hate weşandin, jinan bi tevlîbûn, nîqaş û encamên wergirtî îradeyeke xurt nîşan dan. Nûnerên gelek tevgerên jinan ên ji gelek welatan; berdevk, koordînasyon û rêveberêwn wan nîqaşeke girîng meşandin. Jinên Kurd jî bi tecrûbeya Şoreşa Rojava pêşengî ji vê yekê re kirin.”

Ayten Dersim ragihand ku di têkoşîna jinan a dijî faşîzmê de ew xwedî kevneşopiyeke têkoşînê ya piralî ne û wiha dewam kir, “Ji bo jin bi nasnameya xwe li nava civakê karibin xwe bi rêxistin bikin û bigihêje hişmendiya xwe û hebûna xwe biparêze, bi felsefeya Rêber Apo 40 sal in em têdikoşin. Şoreşa Rojava encama vê yekê ye. Berxwedana parastina hebûnê û xwerêxistinî ya xelkê Şengalê parçeyek ji vê yekê ye. Li Ewropayê gelê me her roj li ser piyan e û piştgiriyê dide têkoşîna azadiyê. Li çar parçeyên Kurdistanê rastiyeke me ya têkoşînê ya xurt heye. Çareserî eşkere ye; azadî ji bo gelan, azadî li aliyê gelan. Çareserî ji aliyê neteweyî jî be, ji aliyê gelan ve jî be kombûna li dora neteweya demokratîk e. Avakirina sîstema vê yekê ye. Ev tê çi wateyê? Tê wê wateyê ku gelên li vê cografyayê xwe di nava sîstema neteweya demokratîk de îfade bike, her kes karibe bi nasnameya xwe rêxistiniya xwe û hebûna xwe ya azad biparêze. Îro li Rojava modelek heye ku nasnameyan hemûyan di nava xwe de vedihewîne. Xwe bi rengê Rêveberiya Xweser pênase dike û di nava wan de jin û nasnameyên gelan heye.

Em jin, sîstema neteweya demokratîk weke sîstema konfederal a jinê ya demokratîk ava dikin. Em vê yekê ne tenê ji bo vê cografyayê, her wiha ji bo tevahiya cîhanê pêşniyar dikin û ji bo vê dixebitin. Konferansa Jinê ya Rojhilata Navîn a 2’emîn ku li Beyrûdê hate lidarxistin parçeyek ji vê yekê ye. Têkoşîn û lêgerîna me ya ji bo vê yekê wê dewam bike.”

Ayten Dersim diyar kir ku hezar sal in koletî li jinê tê ferzkirin û got, “Di vê demê de ev zincîra koletiyê tê parçekirin. Jin li her cografyayê radibin ser piyan. Ji sîstemê re dibêjin, ‘Tu nikare der barê min biryarê bide, ez ê biryarê ji bo xwe bidim’. Çareserî eşkere ye; bi nasnameya xwe, bi avaniya xwe ya polîtîk û exlaqî hevparîkirina têkoşîna rêxistinbûyî ye. Navê vê jî sîstema federal a demokratîk e. Ji bo jinan konfederalîzma jinê ye.

Her ku em bi ser dikevin, sîstem êrişên xwe girantir dike. Em vê yekê ji polîtîkayên niha yên faşîzmê yên li dijî jinê fêhm dikin, lê belê em zanin ku çawa van êrişan pûç bikin. Rêxistinbûn, lihevkombûn, xweparastin û xurtkirina hişmendiyê ji bo jinan nebe nabe. Bêguman li dijî êrişên piralî yên sîstemê pêwîstî bi têkoşîneke xurt heye. Ev yek ne têkoşîneke hêsan û ji ber xwe ve ye. Li hemberî rastiay sîstema ku gelan parçe dike, azadî ne tiştekî hêsan e. Formula vê diyar e û Rêber Apo rê û rêbaz, bername, paradîgma vê yekê ji bo jinan û gelan destnîşan kir. Ji ber vê yekê em xwedî avantaj in.

Tecrûbeyên me yên têkoşînê gerdûnî dibin. Binerin, dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ êdî ji bo tevahiya jinan bûye perspektîf. Ji bo belavkirina vê perspektîfê hîn kêmasiyên me hene û em zanin ku divê hem li Kurdistanê hem jî li Rojhilata Navîn têkoşîna jinê ya li cîhanê xurt bikin. Em ê vê têkoşînê mezintir bikin, sîstemê biguherînin. Ev yek wezîfeya herî bingehîn e ku mîna qanûna nayê guhertin a dîrokê li pêşiya me ye. Jin hemû divê bi vê têgihiştinê tevbigere û li gorî vê yekê rê û rêbazên têkoşînê xurt bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Komployên 9’ê Cotmehê

Nivîsa Pêş

Komîteya Azadiya Ocalan: Komplo bi şêwazek din berdewam dike

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Kona Hesekê ya ku Ciwana danî bû îro bi meşekî ve bi dawî bû

Komîteya Azadiya Ocalan: Komplo bi şêwazek din berdewam dike

Gurbetellî Ersoz; zanyar, rojnamevan û şoreşger

Gurbetellî Ersoz; zanyar, rojnamevan û şoreşger

Manşet

  • Yekîtiya Jinên Ciwan Civîna Xwe ya Salane li Hesekê Lidar xist
  • Rêber Apo: Bîranîna Rast Pêşxistina Têkoşînê Ye
  • ‘Em Ji Bo Geşkirina Jiyanê Tovên Hêviyê Diçînin’
  • Jinên Ciwan ên herêma Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin
  • Parastina Ciwanan ê Kobanê perwerdeyê bîrdozî dibînin
  • Komkujiya Mereşê Li Stuttgartê Bi Pêşengiya Ciwanan Hate Bîranîn
  • Ciwanên Êzîdî Cejna xwe bi Şahiyeke Mezin Pîroz Dikin

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin

    Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komkujiya Mereşê Li Stuttgartê Bi Pêşengiya Ciwanan Hate Bîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Parastina Ciwanan ê Kobanê perwerdeyê bîrdozî dibînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên herêma Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Qamişloyê meşa ji bo azadiya Rêber Apo dest pê kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongra Star Qetilkirina Jina Ciwan a li Efrînê Şermezar Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqayê Civîna Xwe ya Salane Dar Xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êzîdî Cejna xwe bi Şahiyeke Mezin Pîroz Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karasu: Berfîn Nûrhaq, Hevaleke Ku Hemû Bedewî Di Xwe De Dihewand Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.