Enter your email Address

Cuma, Aralık 19, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Girtîgeha Amedê de zilma gardiyanan

Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ku bi pandemiyê zêde bûn, her roja ku diçe zêdetir dibin. Ji lêgerîna dev heta sewqên nexweşxaneyan, ji sînorkirina hevdîtinan heta cezayên dîsîplînê bi gelek binpêkirinan hem girtî hem jî malbatên wan tên mexdûrkirin.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
04/10/2021 - 12:12
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Li Girtîgeha Tîpa M a Wanê girtiyan ji ber vîrûsa coronayê îsyan kir
ParvekeTweet

AMED – Bi hêceta ku xizmên girtiyên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmarên1 û 2 yên Amedê dimînin, silav dane hin girtiyên din, cezayê hevdîtinê li wan hatiye birîn. Malbatên ku bertek nîşanî van zextan dan, ji gardiyanan pirsa “Ma ev der Girtîgeha Guantanamoyê ye?” kirin.

Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ku bi pandemiyê zêde bûn, her roja ku diçe zêdetir dibin. Ji lêgerîna dev heta sewqên nexweşxaneyan, ji sînorkirina hevdîtinan heta cezayên dîsîplînê bi gelek binpêkirinan hem girtî hem jî malbatên wan tên mexdûrkirin. Hat diyarkirin ku malbatên ku di meha Îlonê de çûn hevdîtinên zarokên xwe yên di Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmarên 1 û 2 yên Amedê de dimînin, ji ber silav dayîna girtiyan cezayê hevdîtinê dane wan.

Dayika Hamza Yildiz ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2 ya Amedê dimîne, Turkan Yildiz, diyar kir ku di hevdîtinê de gardiyanan heqaret li wan kirine û bi awayekî hişk nêzîkî wan bûne.

GEFA CEZAKIRINÊ

Yildiz, da zanîn ku silav dayîna girtiyan jî kirin hêceta cezayê dîsîplînê û wiha got: “Dema em diçin hevdîtinê ji bilî zarokên me em nikarin silavê bidin tu girtiyan. Dema me hewl da em silavê bidin gardiyan dibêjin ‘Teqez silavê nedin hevalên zarokên xwe, heke hûn ê ceza bigirin’. Ligel ku em ceza bigirin jî dîsa silav didin. Heke ji bo silavekê em ceza bigirin, bila bigirin. Di encamê de ew zarokên me ne.” Yildiz, bi lêv kir ku tevî biryara Wezareta Dadê ya saet û nîv, hevdîtin bi 45 deqîdeyan hatine sînordarkirin. Yildiz, diyar kir ku girtiyan ji bo rakirina vê binpêkirinê bi daxwaznameyekê serî li wezaretê dane.

‘WÊ JI GIRTÎGEHÊ DARBEST DERKEVIN’

Yildiz, anî ziman ku kurê wê Hamza Yildiz jê re gotiye ‘Heke rojekê dengê me dernekeve, tiştek bi me were bizanin ku berpirsyarê wê girtîgeh in. Heke wisa biçe wê ji girtîgehê darbest derkevin’ û wiha berdewam kir: “Em weke dayik naxwazin darbest ji girtîgehê derkevin. Heke me dayika li kolanan ji bo zarokên xwe deng derxistibûya, niha ev tişt bi serê zarokên me ne dihat. Ji ber van zextên li girtîgehan zarokên me heliyan e. Divê êdî hemû dayik ji bo girtîgehan rabin ser piya. Girtî ji xwe çend mehan di çalakiya greva birçîbûnê de bûn. Tenduristiya zarokên me ne baş e. Êdî nikarin bimeşin. Ez nikarim li wêneyên wan binerim. Zarokên me dibêjin her derê wan diêşe. Em êdî nizanin serî li ku derê bidin û biçin ku derê. Em ji jiyana zarokên xwe bi fikar in.”

‘DOZGER NIKARE XWE BIGIHÎNE MIDURÊ GIRTÎGEHÊ’

Bavê Mehmet Kirik ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1 a Amedê dimîne, Abdulhalik Kirik jî diyar kir ku tenduristiya zarokê wî û hevalên zarokê wî yên di sala 2018’an de ji bo balê bikşînin tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan, ketibûn çalakiya greva birçîbûnê, nebaş e.

Kirik, da zanîn ku zarokê wî girtiyekî ku cezayê muebbetê lê hatiye birîn e û wiha got: “Ev demekî dirêje ji ber zextan me ji midurê girtîgehê û dozger re daxwaza hevdîtinê kiriye lê ev daxwaza me nayê qebûlkirin. Em ji zarokên xwe re pirtûk û cilan dişinin lê dibên ne guncav in ev tişt û paş ve dişînin. Em nameyan dişinin bi mehan nadin wan.”

‘EM LI DIJÎ ZILMÊ NE’

Kirik, bi lêv kir ku gardiyan naxwazin di hevdîtinan de silavê bidin girtiyan û wiha berdewam kir: “Min ji gardiyan re got ‘tu misilman î?’ Got ‘erê.’ Min jî jê re got tu dayîna silava me ya Xwedê asteng dikî, tu Xwedê înkar dikî?’ Ev hevalên hev in, em wan nas dikin, ji ber wê em silavê didin wan. Dema hin dayik di hevdîtina girtî de bi telefonê diaxivin, ji nezanî kabloya telefonê diqetînin. Ji ber vê yekê ji sûcê ‘Zirar dayîna malê cemaweriyê’ sê meh cezayê hevdîtinê didin wan. Herî dawî ez bi gardiyanan re niqaş kir û ji wan pirsa ‘Ma ev der Girtîgeha Guantanamoyê ye’ kir. Min ji wan re got ji vir û şunde nivîsa ‘edaletê’ ya li vir jê bibin. Hem ji dayikeke ku qabloya telefonê qetand hem jî ji dayikeke ku silav da girtiyan re cezayê hevdîtinê birîn. Em dixwazin êdî ev hovîtî were sekinandin. Em heta dawiyê li cem zarokên xwe ne û li dijî zilmê ne.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwanên Êzidî li dijî Planên PDK ber bi noqteyên asayîşê ve dimeşin

Nivîsa Pêş

HPG: Li Avaşînê li hember dagirkeran çalakiyên bi bandor

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
HPG: Li Avaşînê li hember dagirkeran çalakiyên bi bandor

HPG: Li Avaşînê li hember dagirkeran çalakiyên bi bandor

Canazeyê Şehîd Mizgîn piştî 6 mehan şûn de ji aliyê malbatê ve hat girtin

Canazeyê Şehîd Mizgîn piştî 6 mehan şûn de ji aliyê malbatê ve hat girtin

Manşet

  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin
  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.