Enter your email Address

Pazar, Şubat 8, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Bendewarî jî nîne lê bila dîsa bê zanîn – Kujerên Ceylan Onkol 12 sale ceza nagrin

Li Gundikê Xanbazê yê taxa Şenlîkê ya girêdayê navçeya Licê ya Amedê di 28’ê îlona 2009’an de zaroka 12 salî Ceylan Onkol dema pez diçêrand topa hewanê ya ji Qerekola Yayla hat, îsabetê wê kir û jiyana xwe ji dest da.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
27/09/2021 - 12:24
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Bendewarî jî nîne lê bila dîsa bê zanîn – Kujerên Ceylan Onkol 12 sale ceza nagrin
ParvekeTweet

AMED – Parêzer Derya Yildirim a rêvebera ÎHD’ê ya Amedê ye, der barê dosyaya Ceylan Onkol 12 salî hat qetilkirin û 12 gumanbarê wê yên nehatiye dîtin de axivî û got: “Li vî welatî pirsgirêka polîtîkaya bêcezabûnê heye. Wisa xuyaye der barê vê pirsgirêkê de tiştek nayê kirin. Hêzên ewlehiyê vê hêza di destên xwe de bê perwa bi kar tînin û di encamê de jî tu ceza li wan nayê birîn.”

Li Gundikê Xanbazê yê taxa Şenlîkê ya girêdayê navçeya Licê ya Amedê di 28’ê îlona 2009’an de zaroka 12 salî Ceylan Onkol dema pez diçêrand topa hewanê ya ji Qerekola Yayla hat, îsabetê wê kir û jiyana xwe ji dest da. Tevî 12 sal derbas bûn jî kes nehat cezakirin. Ji parêzerên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê Derya Yildirim der barê pêvajoyê de axivî.

Dosya hat rakirin

Deryayê got dosta ji asta lêpirsînê wêdetir neçûye û dozger bi biryara veşarî ya dosyayê dest pê kiriye û demek dirêj wisa berdewam kiriye. Deryayê ev tişt vegot: “Çawa em tevlî dosyayê bûn me îtîrazî biryara veşarî kir. Ji bo lêpirsînek bi bandor bê meşandin me têkoşînek mezin da. Lê ji vê encam nehat girtin û di 2010’an de serlêdana DMME’ê hat kirin. Demek dirêj ji DMME’ê biryar derneket û di 2012’an de dîsa serî li DMME’ê hat kirin û me got ji ber sedema lêpirsînek nebandor binpêkirina maf heye. Mixabin dozger di 2014’an de dosya rakir.”

‘Yek berpirsek nehat dîtin’

Deryayê daxuyakirin ji ber lêpirsînek bi bandor nehatiye meşandin û ji bo dosya bikeve ber demboriyê bê bandor hatiye hiştin û ev tişt bi lêv kir: “ DMME’ê di 2017’an de her du dosyayên dîrokên cuda kir yek û îfadeya hikûmetê esas girt û biryar da ku hemû daxwazên me neyên qebûlkirin. Li ser vê çûn daîreya mezin, lê encam neguherî. Mixabin hem di alî neteweyî hem jî di alî navneteweyî de aliyê ceza yê dosyayê hat girtin. Gelo bi dayikeke ku zaroka xwe winda kir, hîna çi bihata jiyînkirin. Qetilkirina keça wê têr nekir, yek berpirsek nehat dîtin.”

‘Ji 2009’an heta niha didome’

Deryayê bal kişand ser aliyê îdarî ya dosyayê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di alî îdarî de jî ji ber berpirsyariya dewletê hebû doz hat vekirin lê dadgeha ewil biryara ret da. Li ser vê serî li Dadgeha Bilind dan. Di girtekên dosyayê de hatibû gotin ku teqemenî ne diyar e aydê kê ye û hatibû îdiakirin ku ji ber bi hesin li madeya teqemeniyê xistiye teqyaye. Lê Dadgeha Bilind got her du îdiayên di girtekên cendermeyan girtine de, piştgiriyê nadinê û ev îdia di asta neşênberiyê de ne û biryar da ku qisûra xizmeta dewletê heye. Li ser vê dadgeha asta ewil got cihê teqîn lê pêk hatiye cihê qada jiyana gundiyan e û ji ber vê dewlet berpirs e û biryar da ku tazmînatê bide. Li dijî biryara tezmînat hat ferzkirin. ÎHD’ê bi sedema ku ji sedî 10 qisûr li Ceylanê hatiye barkirin serî li Dadgeha Bilind da lê dosya hîna li Dadgeha Bilind e û bi encam hebûye. Ji 2009’an pêvajoyeke doza îdarî ya didome tune ye.”

‘Tu daxwazên me pêk nehatin’

Deryayê bi lêv kir ku di têkoşîna ku ÎHD’ê daye de negihiştine encama ku dixwazin û dosya bi tunebûnê re rû bi rû ye. Ji destpêka bûyerê û şûnde ligel gelek esasan kifşa cihê bûyerê nehatiye kirin. Yanî komkirina delîlên cihê bûyerê û gelek tiştên din nehatin kirin. Heta ji ber ewlehiyê sê roj şûnde çûn cihê bûyerê. Tu daxwazeke me ya der barê van esasên asta lêpirsînê de pêk nehat. Ji ber biryara veşariyê dosya hat astengkirin û me ji tiştekî agahî negirt.”

‘Hincet hewldana xwexilaskirinê ye’

Deryayê di berdewamiyê de wiha domand: “Li dijî rapora cendermeyan me raporek alternatîf pêşkêş kir lê nehat nirxandin. Rapora me berovajî rapora cendermeyan, nîşan dabû ku berpirsiyariya dewletê heye. Lê wek me got ev jî ji nedîtîve hatin. Di encamê de, di bin navê parastina hêzên ewlehiyê de polîtîkaya bêcezabûnê pêk hat. Zarokek 12 salî jiyana xwe ji dest da lê gumanbar nehatin dîtin. Li cihekî ku qada jiyanê ya hemû kesî bû, zarokekê jiyana xwe ji dest da lê hikûmetê yek berpirsek nedît. Tevî ku rakirina mafê jiyanê, mijara gotinê bû, têkoşîna ku me parêzvanên maf da, mixabin bi bêcezabûnê encam bû.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Rojava Şehîdekî Komunîst

Nivîsa Pêş

Berxwedan û lêgerîna edaletê didome

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Malbata Şenyaşar: Em vê bêhiqûqiyê qebûl nakin

Berxwedan û lêgerîna edaletê didome

Berxwedana gerîla dewam dike – Gerîla bi çekên giran ve artêşa Tirk a dagirker da

Berxwedana gerîla dewam dike – Gerîla bi çekên giran ve artêşa Tirk a dagirker da

Manşet

  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Sancaktepeya Stenbolê Hatin Protestokirin
  • Dayika Emîne: “Şehîd Lewend bi danûstandina xwe diket dilê her kesî”
  • Bang Ji Peymangeha Ranyayê: Hemû Ciwanên Kurdistanê Divê Piştgirîya Rojava’yê Bikin
  • Li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê 15’ê Sibatê Wê Bi Çalakiyên Hemwext Bê Şermezarkirin
  • “Tu Ji Çi Bawer Dikî?”
  • Bayık: Li Rojava Civaka Demokratîk û Îradeya Kurd Di Hedefê De Ye
  • Ciwanên TCŞ Li Dijî Dorpêçkirina Kobanî Li Kolanên Hamburgê Bûn

Herî zêde hatine xwendin

  • Bayık: Li Rojava Civaka Demokratîk û Îradeya Kurd Di Hedefê De Ye

    Bayık: Li Rojava Civaka Demokratîk û Îradeya Kurd Di Hedefê De Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Tu Ji Çi Bawer Dikî?”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Daxuyaniyek Piştgiriya Şêx Meqsûd û Gelê Eşrefiyê Dan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dayika Emîne: “Şehîd Lewend bi danûstandina xwe diket dilê her kesî”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berxwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Sancaktepeya Stenbolê Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.