Enter your email Address

Pazar, Şubat 8, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Li Rojava Şehîdekî Komunîst

"Di kesayeta rêheval Zagros de em careke din soz didin hemû şehîdên şoreş û azadiyê; “Heta ku em şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi sosyalîzmê tacîdar bikin wê têkoşîna me kêliyekê jî nesekine. Em ê dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst bişkînin û xakên xwe rizgar bikin."

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
27/09/2021 - 11:54
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Li Rojava Şehîdekî Komunîst
ParvekeTweet

QAMIŞLO – Fermandariyê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û têde nasnameya şervanê xwe Zagros Hesekê eşkere kir.

Daxuyaniya fermandariyê ya têkildarî mijarê wiha ye:

“Armancên şervanê me yê ciwan Zagros Hesekê ku di 25’ê Îlona 2021’an de dema li eniyên Til Temir li hemberî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê erka xwe ya parastina xakên Rojava-Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bi cih tanî şehîd ket, wê li ser milên şervanên şoreşê ku di eniyên Til Temir de sond xwarine şoreşê biparêzin û tola şehîdên me rakin, bilind bibe.

Rêheval Zagros Hesekê di 1’ê Çileya 2000’an de li taxa Neşwa ya bi ser Hesekê ve ye ji dayik bû. Ji malbateke ku girêdayî eşîreta Begara bû û ji 10 zarokên malê yê 9’an bû. Weke kurekî kedkar ê malbateke gundî piştî zarokatiya xwe ya di bin zexta rejîma Sûriyeyê de derbas bû, di çaxên xwe yên ciwantiyê de Şoreşa Rojava ku di xaka Sûriyeya di bin zext, zilm û şeran de êş dikişand dest pê kir û mezin bû nas kir. Li Rojavaya ku bi berdêlên mezin û bi nirxên bêhempa şoreşa xwe ava kiriye ew ji nifşê bextewer bû ku bi şoreşê re mezin bibû. Rêheval Zagros, weke kurekî wêrek ê gelê me yê Ereb ji nirxên ku şoreşa me ava kiribûn haydar bû. Bi vê jê hay bûnê di rojên destpêka 18 saliya xwe de di nav refên QSD’ê de cihê xwe girt. Rêheval Zagros ji pêngava rizgarkirina Reqayê ve di taburen QSD’ê de li hemberî çeteyên DAIŞ’ê bi kelecaneke mezin û hezkirina azadiyê şer kir û di temenê xwe yê ciwan de tecrubeyên girîng ên leşkerî girt.

Rêheval Zagros, di rojên destpêkê yê meha Îlona 2020’an de tevlî Tugaya Şehîd Elîşêr Denîz bû. Piştî ku perwerdeyên xwe xilas kir bi coş, kedkarî û rêhevaltiya hezkirin û baweriya fermandar û hemû hevalên xwe qezenc kir. Rêheval Zagros, bi israr xwe pêşniyarî perwerdeya pisporiya suîqestiyê kir. Piştî ku perwerdeya xwe ya pisporiyê xilas kir di sîwana Tugaya Şehîd Elîşêr Denîz de di yekîneya suîqestê de bi biryardarî û xwesteka xwe ya çalakiyan, bi kelecan û zindîbûyina xwe cihekî ku bizehmetî were dagirtin bi dest xist.

Bi perwerdeyên bîrdozî ku stend girêdayina xwe ya bi nirxên şoreşê re, rêhevaltiya xwe, bîrdariya xwe ya welatparêziyê û gelek aliyên xwe yên şoreşger pêş xist. Di jiyanê de di şênberkirina pêşketina xwe de jêhatî û wêrek tevgeriya. Sîleha wî ya ku ji roja yekemîn a ku tevlî parastina şoreşê û ji welatê me paqijkirina çeteyên DAIŞ’ê bû û heta roja ku şehîd ket ji milên xwe danexist, êdî li ser milên rêhevalên wî ye. Weke kurekî gelên Ereb, Kurd, Aşûrî, Suryanî ku pira yekîtiyê ya ku şoreşa me ava kir bi canê xwe xurt kirin, wekî yek ji hezaran şehîdên şoreşê û di heman demê de wekî ‘di eniya Til Temir de Şehîdê Yekemîn ê Tugaya Şehîd Elîşêr Denîz wê her dem di dilê me û têkoşîna me de jiyan bike.

Fermandarê Nemir Baran Serhatê ku pêşengtiya avakirina tugaya me kiribû, ji bo şoreşa me ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û pêşeroja wê xurtkirina tevlêbûna şoreşê ya leşkerî, bîrdozî û polîtîk a gelê Ereb weke parçeyek girîng didît û di her derfetê de ev diyar dikir. Rêheval Zagros ji vê bangê re bû bersiva herî şênber û bi şehadeta xwe ev bang dubare kir.

Di serî de ji malbata hêja ya şehîdê me û ji nêzemirovên wî re û ji hemû gelên welatparêz ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re em sersaxiyê dixwazin. Di kesayeta rêheval Zagros de em careke din soz didin hemû şehîdên şoreş û azadiyê; “Heta ku em şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi sosyalîzmê tacîdar bikin wê têkoşîna me kêliyekê jî nesekine. Em ê dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst bişkînin û xakên xwe rizgar bikin. Em ê xeyalên şehîdên xwe di xakên şoreşê de bidin jiyandin û şoreşê li Sûriyeyê û Rojhilata Navîn belav bikin. Em ê çar parçeyên Kurdistanê û Rojhilata Navîn ji hêzên paşverû û hovane, ji dewleta Tirk û çeteyên wê, ji emperyalîstên xwînmij rizgar bikin, ala şoreş û azadiyê bi çi berdêlê bibe jî bilind bikin.”

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:

Navê Tevgerî: Zagros Hesekê

Nav û Paşnav: Yasir Xelîl Muhdi

Navê Dayikê: Nûriya

Cih û Dîroka Jidayikbûnê: 1’ê Çile 2000/Hesekê-Neşwa

Cih û Dîroka Şehadetê: 25’ê Îlonê 2021/Til Temir

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Rastiya Dewleta Tirk ev e – Xapandin, teslîm girtin û cezayê muebetê danê!

Nivîsa Pêş

Bendewarî jî nîne lê bila dîsa bê zanîn – Kujerên Ceylan Onkol 12 sale ceza nagrin

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Bendewarî jî nîne lê bila dîsa bê zanîn – Kujerên Ceylan Onkol 12 sale ceza nagrin

Bendewarî jî nîne lê bila dîsa bê zanîn - Kujerên Ceylan Onkol 12 sale ceza nagrin

Malbata Şenyaşar: Em vê bêhiqûqiyê qebûl nakin

Berxwedan û lêgerîna edaletê didome

Manşet

  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Sancaktepeya Stenbolê Hatin Protestokirin
  • Dayika Emîne: “Şehîd Lewend bi danûstandina xwe diket dilê her kesî”
  • Bang Ji Peymangeha Ranyayê: Hemû Ciwanên Kurdistanê Divê Piştgirîya Rojava’yê Bikin
  • Li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê 15’ê Sibatê Wê Bi Çalakiyên Hemwext Bê Şermezarkirin
  • “Tu Ji Çi Bawer Dikî?”
  • Bayık: Li Rojava Civaka Demokratîk û Îradeya Kurd Di Hedefê De Ye
  • Ciwanên TCŞ Li Dijî Dorpêçkirina Kobanî Li Kolanên Hamburgê Bûn

Herî zêde hatine xwendin

  • Bayık: Li Rojava Civaka Demokratîk û Îradeya Kurd Di Hedefê De Ye

    Bayık: Li Rojava Civaka Demokratîk û Îradeya Kurd Di Hedefê De Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Tu Ji Çi Bawer Dikî?”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Daxuyaniyek Piştgiriya Şêx Meqsûd û Gelê Eşrefiyê Dan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dayika Emîne: “Şehîd Lewend bi danûstandina xwe diket dilê her kesî”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berxwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Agirê Dilê Me Berxwedan Bê Dawî Dibe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bang Ji Peymangeha Ranyayê: Hemû Ciwanên Kurdistanê Divê Piştgirîya Rojava’yê Bikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.