Enter your email Address

Cuma, Aralık 12, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Grevên Birçîbûnê yên ku Lavrîo û Mexmûrê bi dawî bûn

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
19/09/2021 - 21:37
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Penaberên li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê di roja 259’emîn de bi meşek girseyî hat dawîkirin. Her wiha Endamê Komîteya Şehîdan Yasîn Bûlût (Şukru Serhed) hat lanet kirin û di salvegera şehadeta Alî Çîçek hat bîranîn. Meş ji kampa ku pênaberên Kurd lê dijîn ve destpêkir heta navenda Lavrîoyoyê bi pankartên “Bimre xiyanet” , “Bijî berxwedana zindanan” , “Faşîst Tirkiye” û bi sloganên “Bijî serok Apo” , “şehîd namirin” , “Jin Jiyan Azadi” û “Bimre xiyanet” heta qada Lavrîonê dewam kir. Li vira daxuyanî hat lidarxistin. Berî axaftinê deqayek rêzgirtin hat lidarxistin.

Piştî rêzgirtinê siyasetmedar Hüseyin Arasan daxuyanî da. Arasan diyarkir ku Kampa Lavrîo 259 rojin ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bênavber di nava berxwedanê de bû anî ziman ku çalakiya wan bi encam bûye. Arasan da zanîn ku çalakî gihaştiye armanca xwe û wiha dewam kir:”Em wek kampa Lavrîo ji bo têcrîda li ser Serokatî 259 rojin di çalakiya greva birçîbûnêdebûn. Çalakî gihaşt armanca xwe. Keda hemû hevalan çêbû. Ewê berxwedana me heta azadiya Serokatî berdewam bike.”
Arasan di dawiya axaftina xwe de bal kişand şehadeta Endamê Komîteya Şehîdan Yasîn (Bûlût Şukru Serhed) û wiha dawî li axaftina xwe anî:”Ev xiyaneta KDP’ê em bi tundî şermezar dikin. Ev komplo bi destên KDP’ê û dewleta tirk hatiye kirin. Tu carî xwîna şehîdan li erdê namîne. Şehîd namirin.”
Meş bi slogan û tililîyan ve bi dawî bû.
Greva Mexmûrê jî bi dawî bû

Çalakiya greva birçîbûnê ya li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ku bi pêşengtiya Meclîsa Îştar 9 meh berê hatibû destpêkirin, bi meşekî girseyî bi dawî bû. Bi boneya dawîanîna çalakiya greva birçîbûnê gel li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan kombû û dest bi meşê kirin. Di meşê de al û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, wêneyên şehîdan hatin bilindkirin. Her wiha meşa ku li ber avahiya Malbatên şehîdan dest pê kir, heta ber avahiya Neteweyên Yekbûyî NY dewam kir. Di meşê de dirûşmên ‘Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana gelê Kurd” û “Bijî berxwedana zindanan’ hatin berzkirin. Piştî ku meş rawesta di kesayeta şehîd Şûkrî Serhed de ji bo tevahî Şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqîqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê daxuyaniyek ji aliyê Hevseroka Meclîsa Gel Pakîstan Bîlen ve hat dayîn.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin “Îro em dibînin li her cihekî Kurdistanê pêşengên ku em dibêjin nirxên, tekoşîn û dîroka me ye, bi salane di nava tekoşînê de ked dayîn dijmin wan dike hedef. Bi vê jî dixwazin gelê Kurd tine bikin, îradeya gelê Kurd bişkênin, bê hêz bikin û belav bikin. Bila baş bizanibin em bi şehîdên xwe bi hêz dibin, ava dibin û yekîtiyeke hîn xurtir bi me re çêdibe. Li ser vî bingehî armanca me ev e ku em bikaribin bi saya van şehîdan tekoşînê heta serkeftinê bibin. Em dibînîn êrîş li her derê li ser gelê Kurd tê kirin. Armanca dijmin ev e ku va du salên pêşiya me de xwe bigehînin xeyalên xwe yên Osmanî. Armanca wan ya herî bingehîn ev e ku bikaribe peymana Lozanê û di heman demê de dagirkeriya xwe ya duyemîn a Osmanî bi cih bînin, ji bo vê jî êrîşên xwe dijwartir dikin. Em gelê Kurd li beramberî van êrîşan bi îrade û biryardariya xwe li ber xwe bidin û xwe bigihînin serkeftinê, ji ber ku ev mafê me yê rewa ye. Divê em di van du salên pêşiya me de bikin sala serkeftina gelê Kurd.”

Pêngava ku ji aliyê KCK-KJK’ê ve ya bi şîara ‘Bes e ji faşîzim û dagirkeriyê re, dem dema azadiyê ye’ hat destpêkirin û li her çar parçeyên Kurdistanê belav bû. Ev çalakî li her derê bi awayên cuda cuda hatin kirin û heta roja me ya îro jî berdewam e. Ev çalakiya ku hatî despêkirin roj bi roj berfirehtir dibe. Ev yek ji aliyê civakên derveyî Kurdan ve jî piştgiriya wê tê kirin. Ev pêngava ku hatî destpêkirin pêngavek rast bû û di berjewendiyê hemû gelên bindest de bû. Her wiha ji bo hîn zûtir em bigehijin azadiya Rêbertî, hevalên me yên zindana bi îradeyek herî xurt dest bi vê çalakiyê kiribûn. Ev çalakî bi mehan bû didomiya, ji bo çalakiyên xwe hîn xurtir bikin, şêwazê çalakiya xwe guherîn û ev çalakiya xwe bi dawî kirin. Em gelê Wargeha Şehîd Rustem Cûdî hem ji bo piştgirîdayîna çalakiya zindanan û di heman demê de bibin parçeyek ji vê pêngavê, me dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Ev nêzî salekê ye çalakî didome û em dikarin bêjin gelê wargehê di vê çalakiyê de nasnameyek xwe ya berbiçav girt. Her wiha hat dîtin ku weke her carê di van aliyan de gelê wargehê xwedî li erk û berpirsyariyek derketin. Li ruxmê hemû sert û mercan û hemû zorî û zehmetiyan jî me dest ji çalakiya xwe berneda.”

Pakîstan Bîlen herî dawî wiha got: “Li ser bangawaziya ku hatî kirin hevalên me yên zindana dawî li çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî kir. Li ser vê li ser vî bingehî me gelê Wargeha Mexmûr pêwîstî dît ku dawî li çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bînin û vê çalakiya xwe veguherin çalakiyên cûdatir. Em hêvîdar in çalakiyên ku ji niha û şûnde yên ku were pêkanîn gelê wargehê bi awayek hîn xurtir lê xwedî derkevin.”

Piştî daxuyaniyê meş bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo, “Bijî berxwedana gerîla”, “Bijî berxwedana gelê Kurd’ bi dawî bû.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Gencanî Welatparêz ji bo xwezaya welat tevgerê de ye

Nivîsa Pêş

Polîsên Faşîst dibêjin dijî fuhuş û tiryakê dernekevin

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Polîsên Faşîst dibêjin dijî fuhuş û tiryakê dernekevin

Polîsên Faşîst dibêjin dijî fuhuş û tiryakê dernekevin

ROJEVA 1 ’Ê ÎLONA 2021’AN

ROJEVA 20’Ê ÎLONA 2021’AN

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr
  • Komîteyên Hişyarkirina Ciwanan a Li hember Hişbirê Hatin Avakirin
  • Li Siwêdayê Ciwanek Hat Kuştin

Herî zêde hatine xwendin

  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn bi dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkek di Roja Şeşemîn a Lîga Dibistanên Jinan de

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Rêxistina Exlaqî û Siyasî ya Ciwanan: Avakirina Sosyolojiya Azadiyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 4. Rewşa Ciwanan di Serdema Dîjîtal de: Dîlgirtina Sanal û Berxwedana Rastîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.