Enter your email Address

Salı, Aralık 16, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Rojên berxwedanê ji rojnivîska Melsa Dêrik

Gerîlayên ku li dijî her cûre êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk li ber xwe didin, tevî şer her wiha her tiştî dinivîsînin û vê berxwedanê li dîrokê qeyd dikin.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
07/09/2021 - 10:59
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Rojên berxwedanê ji rojnivîska Melsa Dêrik
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Ji destpêka Pêngava Bazên Zagrosê û vir ve bi dehan gerîlayên ku li herêmên Avaşîn û Zapê şer kirin, bi dehan rojnivîsk amade kirin. Li ser her kêlî û detayên vê berxwedanê gerîla bi hezaran rûpel nivîsîn. Piraniya rojnivîsk mixabin ji ber êrişên hovane yên artêşa Tirk şewitîn. Gelek ji wan ji ber teqînên leşkeran parçe bûn, gelek ji wan jî di bêrîka gerîlayên şehîd bûne de bêyî bê xwendin çûn. Ji dema berxwedanê ve gelek rojnivîsk hîn jî tê nivîsandin. Yek ji rojnivîskan a gerîlaya YJA Starê Melsa Dêrik e ku li qada Cîlo yê Biçûk li herêma Zapê şehîd bû.

Gerîla Melsa li qada Cîlo yê Biçûk a herêma Zapê 28’ê Gulana 2021’ê tevî Ronahî Xelîl û Zagros Avaşîn li dijî dagirkeran çalakiyeke xurt kirin. Melsa Dêrik ku roja çalakiyê birîndar bû, piştî sê rojan şehîd ket. Gerîla Melsa dema birîndar jî bû nivîsand û wiha qala rojên berxwedanê kir:

DI KÊLIYA DAWÎ DE HATE FÊHMKIRIN: ME YÊ BI MEZINÎ LI BER XWE BIDAN

“Bi vegera li çiyê bêhnek hate ber min. Dema ku derketim serê wî girî, min fêhm kir ku gelekî bêriya çiyê kiriye. Her bêrîkirin, kelecanê mezintir dike. Kelecana vê salê jî li çiyayên Zapê gelekî cuda bû. Me hemûyan zanîbûn ku îsal wê ji salên derbasbûyî gelekî cudatir be. Bi taybetî wê ji bo Zagrosan cuda bûya. Ev kelecan bi 23’ê Nîsanê re zêdetir bû. Dijmin hêzên xwe li qada Zendûra ya ser bi Metînayê û qadên Mamreşo û Şehîd Serdar ên ser bi Avaşînê danî û agahiya li ser operasyona dagirkeriyê radigihand. Berxwedanê dest pê kir. Hîn di kêliya destpêkê de diyar bûbû rêveçûna vî şerî. Gerîla wê bi mezinî li ber xwe bida, me yê bi mezinî li ber xwe bida.

Ez jî li yek ji van qadên berxwedanê bûm. Li Zapê, li Cîloyê Biçûk. Zêdeyî mehekê li Cîlo yê Biçûk bi pêşengiya fermandar Bawer Deyndar û Ronahî Xelîl berxwedaneke destanî tê kirin. Her wiha li qada Ertûşê li qada ku em jê re Tîpa T dibêjin bi pêşengiya hevalên Delal Dilxweş û Viyan Botan derb li dijmin hate xistin.

BI RÊBAZA HERÎ TIRSONEKÎ YA ŞER TEVGERIYAN

Em niha li qada Cîlo yê Biçûk in û di tunelên şer de komek gerîla li dijî bi hezaran leşkerên Tirk li dijî her cûreyên qirêj ên şer li ber xwe didin. Dijmin heta niha bi dehan carî hewl da bikeve nava tunelên me. Artêşa Tirk ku nikare bi hevalên me yên ku li derve li dijmin dixin, dest bi bikaranîna rêbaza herî tirsonekî kir. Bi qasî ku tirsoneke her wiha qirêj e… Yanî rewşa herî bêexlaq a şer e…

Niha hewl didin bi bombeyên gazê û gazên kîmyewî îradeya me bişikînin. Em tenê bi vî halê wan dikenin. Ji ber ku nikarin encamê werbigirin banga teslîmbûnê dikin. Em dijminê xwe baş nas dikin, lê belê vî dijminî hîn gerîla baş nas nekiriye. Em şopdarên bi hezaran şehîdan e ku ji bo teslîm nebe bêteredût pîmê bombeyê kişand. Gerîla xwedî kevneşopiyeke berxwedanê ye, xwedî exlaqa xwe ya şer e, lê mixabin van leşkeran hînê fêhm nekirine, belasebep devê xwe diwestînin.

EM FEDAYÎ NE, ME XWE FEDAYÎ SERKETINA BERXWEDANÊ KIRINE

Em bi van hestên mezin berxwedanê mezin dikin û li dora hev bêhtir dicivin. Lê belê fermandar û leşkerên Tirk bi hev dikevin. Yek ji fermandarên li pêşiya tunelên me ji leşkerên xwe re dibêje ‘biçin şer bikin, hûn çima disekinin, biçin’ bi vî rengî hewl dide bi zorê leşkeran bişînin. Leşker jî dibêjin ‘fermandarê min em nikarin biçin, li me dixin’ û hewl didin fermandar îqna bikin.

Cudahiya navbera leşkerên Tirk û me ev bû. Ev yek di heman demê de agahiya li ser serketina me ye.

Li nava gerîla her kes xwe dide pêş ji bo bi ser dijmin ve biçe, derbê lê bixe yan jî çalakiyê bike. Bi israr ji fermandarên xwe dixwaze ku wan bişîne. Leşkerên Tirk jî ji bo bireve, ji bo xwe vekişîne li ber fermandarên xwe digerin.

Em ji bo pere şer nakin, em fedayî ne, me xwe ji bo serketina vê berxwedanê feda kirin. Ji ber vê yekê leşkerên ku çavên wan li malê û pereyan e nepêkane ku li hemberî me bi ser bikevin.

EM BI ÎRADEYA APOYÎ ŞER DIKIN

Ji ber vê yekê moralê me timî zêde ye. Tevî şert û mercên newekhev jî em her roj derbê li dijmin dixin. Ya ku wan ditirsîne jî ev e. Em ne bi çekên taybet, ne bi teknîkê ne jî bi gazên kîmyewî yên qedexekirî şer dikin. Em bi îradeya Apoyî şer dikin. Û ez zanim û ez ê her tim bêjim. Ev şer şerê serketinê ye. Serketin ya gel û gerîla ye…”

Amargî Arhat Ba/ANF

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Meclîs a Ciwanan pankart daliqand; “An jiyana azad an jî qirkirin!”

Nivîsa Pêş

Dewleta Tirk a dagirker li Şêrawa û Şehbayê topbaran kir

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Dewleta Tirk a dagirker li Şêrawa û Şehbayê topbaran kir

Dewleta Tirk a dagirker li Şêrawa û Şehbayê topbaran kir

Her tişt ji bo şerê şoreşgerî

Her tişt ji bo şerê şoreşgerî

Manşet

  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê
  • Desteya Werzîş li Kobanê dewreyekî hakimtiyê bi dawî kir
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên NRW Li Ser Vegera Welat Nîqaş Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.