Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 15, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Her tişt ji bo şerê şoreşgerî

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
07/09/2021 - 11:08
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 8 mins read
A A
Her tişt ji bo şerê şoreşgerî
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – 

  • Bêguman dema ku şertên siyasî û leşkerî guncav bin, şoreşger jî dixwazin têkoşîneke siyasî bimeşînin û armancên xwe yên şoreşgerî bi metodên têkoşîna siyasî ya demokratîk pêk bînin. Lê şertên şênber her dem derfetê nade vî tiştî.

Hêzên serwer û dewletparêz pergaleke zextan ava dikin, dikarin têkoşîna siyasî ya demokratîk ji holê rakin û li ser vî esasî bixwazin temenê xwe dirêj bikin. Lê di rewşên wisa de çi pêk tê? Bêguman stratejiya şerê gel ê şoreşgerî wê were rojevê. Di rewşeke wisa de şoreşgerên ku dikarin stratejiya xwe biguherînin, bi stratejiya şerê gel a şoreşgerî dikare têbikoşe wê bi pêş ve biçe û bi ser bikeve.

Sermesele dîktatoriya faşîst rejîmeke zextan e û hemû derfeyên têkoşîna bi siyaseta demokratîk ji holê radike. Di rewşeke wisa de ji bo şoreşgeran dibe tiştekî ferz ku şerê berxwedana gel a antîfaşîst bikin. Sermesele serweriya mêtinger rejîmeke zextan e û hemû şertên têkoşîna siyasî ji holê radike. Serweriya qirker jî jixwe pergaleke tunekirinê ya qetlîamê ye û di rewşeke wisa de şopa siyaseta demokratîk jî namîne. Nexwe tekane şertê hebûna li hemberî serweriya mêtinger û qirker divê li ser stratejiya şerê gel a şoreşgerî şerekî azadiyê bimeşîne.

Rastiyeke gelekî zelal e ku Dewleta Komara Tirkiyeyê serweriyeke mêtinger û qirker. Cemiyeta Îttîhat û Terakkî ev karakter daye wê. Mêtingerî ji Osmaniyan wergirtine, qirkirin jî bi qirkirinên Asûrî, Siryan, Rûm û Kurdan xistine pratîkê. Bi vî awayî Dewleta TC’yê wekî pergala serweriyeke faşîst, despotîk, mêtinger û qirker ava bûye. Bi darbeyên leşkerî yên 27’ê Gulana 1960’an, 12’ê Adara 1971’an û 12’ê Îlona 1980’an karakterê wê baş zelal bûye.

Li hemberî vê pergalê di 1971 û 1972’an de bi pêşengiya Mahîr Çayan, Denîz Gezmîş û Îbrahîm Kaypakkaya Tevgera Şoreşger a Tirkiyeyê xwestiye li ser bingeha stratejiya şerê gel têbikoşe lê di dawiyê de têk çûye.  PKKa  a ku Tevgera Şoreşger ya ku têkçûn derbas kiriye, li hemberî darbeya faşîst a 12’ê Îlona 1980’an di 15’ê Tebaxa 1984’an de dest bi Pêngava Gerîlayan a Şoreşger daye destpêkirin. Şerê gerîla ya ku PKK li ser stratejiya şerê gel a şoreşgerî dide meşandin, serweriya rejîma leşkerî û faşîst a 12’ê Îlonê hejandiye, piştî serê 1990’an bi pêşengiya jinan serhildanên gel ava kiriye û li Kurdistanê Şoreşa Berxwedanê ya Neteweyî pêk aniye. Vê geşedanê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê piçekî be jî qada siyaseta demokratîk vekiriye.

Berê Tûrgût Ozal û piştre jî Tayyip Erdogan xwestine li vê qada siyasetê tevbigerin lê hêzên derve û hundir yên ku pirsgirêka Kurdan ava kirine û çareseriya wê naxwazin û dijminatiya Kurdan dikin, pêşiya vî tiştî birîne. Bi hevdîtina Erdogan û Buyukanit a di Gulana 2007’an de û piştî hevdîtina Bûsh-Erdogan a di 5’ê Mijdara 2007’an de pêvajoyeke nû ya qirkirinê hatiye avakirin. Di 14’ê Nîsana 2009’an de dema ku operasyonên qirkirina siyasî hatiye destpêkirin û di 11’ê Kanûna 2009’an de DTP hate girtin, zemîn ji siyaseta demokratîk re hatiye girtin. Rêber Abdullah Ocalan ji bo vê rewşê gotibû ‘Tu derfet nemaye ku mirov karibe siyaseta demokratîk bike’ û di 31’ê Gulana 2010’an de îlan kiribû ew xwe ji diyaloga siyasî vedikişîne. Bi vî awayî ji bo PKK’ê jî guherîna stratejiyê hatiye rojevê, di 1’ê Hezîrana 2010’an de dawî li stratejiya têkoşîna siyasî aniye, diyar kiriye wê li ser bingeha stratejiya şerê gel a şoreşgerî têbikoşe.

Di 11,5 salê borî de qonaxên cihê yên taktîkê pêk hatiye. Di vê pêvajoyê de ji 13’ê Tebaxa 2010’an heta Tîrmeha 2011’an û ji Adara 2013’an heta 24’ê Tîrmeha 2015’an agirbest hatiye îlankirin. Ev ne wekî pêvajoyên stratejîklê wekî pêvajoyên taktîkê hatine kirin. Di esasê xwe de pêvajoya stratejîk domiyaye, li ser esasê ‘Plana çokdanînê’ rêveberiya AKP’ê bi DYE û MHP’ê li hev kirine, di 24’ê Tîrmeha 2015’an de pêvajoya êrişên faşîst û qirker dane destpêkirin. Îro jî ev pêvajoa didome û PDK jî tevlî vê tifaqê kirine.

Piştî 24’ê Tîrmeha 2015’an kirinên li Tirkiye û Kurdistanê ya dîktatoriya faşîst û qirker a AKP-MHP’ê ya ku DYE û PDK piştgiriyê didin wan, li holê ye. Îro gelekî zelal û eşkere ye ku dîktatoriyeke faşîst a mêtinger û qirker heye. Ev dîktatorî li Bakurê Kurdistanê qirkirinê û li Tirkiyeyê jî teroreke faşîst dide meşandin, êrişên dagirker ên qirkirinê jî li parçeyên din ên Kurdistanê didomîne. Bi terora çeteyên faşîst re, li ser mirovayetiyê dibin gef. Li hemberî dîktatoriya wisa ya faşîst, mêtinger û qirker mirov dikare çawa têbikoşe? Dîktatoriya qirker û faşîst a AKP û MHP’ê çawa dikare were hilweşandin? Îro ev pirs li pêşiya me şoreşgeran e û divê em bersiveke rast bidin vê pirsê. Gelekî zelal e nabe ku bersiva vê pirsê ‘Divê têkoşîna siyasî ya demokratîk were geşkirin’ be. Berevajî wê divê şerê şoreşgerî yê antîfaşîst were geşkirin û li her derê were belavkirin. Ji aliyê şoreşgeran ve divê her tişt li ser esasê geşkirina şerê şoreşgerî û serfiraziya wê be. Tekane nêzikatiya şoreşger û stratejiya wê ev e.

Gelo ev nêzikatî wê pêşiya têkoşîna siyasî ya demokratîk bigire? Bêguman na. Berevajî wê dixwaze têkoşîna siyasî ya demokratîk li her qadê were geşkirin, hemû hêzên demokrasiyê tevî tev têkoşîn antîfaşîst bi rê ve bibin. Lê tekane têkoşîna ku wê karibe dîktatoriya qirker û faşîst a AKP û MHP’ê hilweşîne ne ev e, ev ne pêşengê berxwedana antîfaşîst e. Têkoşîna pêşeng û esas şerê şoreşgerî ye, şerê gerîla û xweparastinê ye. Lê dema ku şerê şoreşgerî geş dibe, têkoşîna siyasî ya demokratîk jî wê karibe bi pêş ve biçe û xurt bibe.

Li meclîsa ku rola wê ya esasî ji holê hatiye rakirin mirov karibe rastiyên di civîna heftane ya komê de ji gel re ragihîne wê girîng be, lê diyar e ku wê bi vî tiştî faşîzma AKP û MHP’ê jî neyê hilweşandin. Girîng e ku li her qadê divê daxuyaniyên ku faşîzmê teşhîr dike were dayîn lê divê were zanîn ku faşîzma AKP û MHP’ê ya ku li kolanên bajaran destê xwe ji gel re li ba dike jî wê neyê hilweşandin. Li Ewropa û Rojava teşhîrkirina faşîzmê girîng e lê teqez têrî hilweşandina faşîzma AKP û MHP’ê nakin. Lê gelo ji bo hilweşandina dîktatoriya qirker û faşîst a AKP û MHP’ê, çi hewce ye? Gelekî zelal e ku divê mirov têkoşîna li ser stratejiya şerê gel wekî hêza esas binirxîne.  Divê li Tirkiyeyê şerê şoreşgerî yê antîfaşîst û li Kurdistanê jî şerê azadiyê geş bike. Divê li çiya, deşt û bajaran şerê xweparastinê ya bi pêşengiya gerîla li her qadê were belavkirin, bi metodên afirîner were geşkirin. Divê helwesta şoreşgerî wisa be.

Bi kurtasî divê hemû xebatên şoreşgerî li gorî stratejiya şerê gel a şoreşgerî be û ji bo serkeftina vê stratejiyê were rêvebirin. Divê mirov girîngiya şerê şoreşgerî ya propagandayê û encamên wê propagandayê ragihîne. Divê huner li ser qehremaniyên şoreşgerî bisekine. Divê avakirina ekonomîk li ser pêdiviya şerê şoreşgerî be. Hemû xebatên girse û gel divê li ser esasê şerê xweparastinê yê bingeha şerê şoreşgerî be, li ser vî esasî rastiya gelê şervan divê derkeve holê. Ji bo vê jî ne hewce ye mirov derkeve serê çiyayan, kincê gerîlayan li xwe bike û rahêje çekê. Deşt û bajar qadên mezin ên şer in. Divê her kes li her derê xwe perwerde bike, bi şev çekdar be û bi roj jî jiyana xwe ya normal bidomîne.

Wekî mînak divê esasê xebatên ciwanan û ya têkoşîna wan wisa be. Divê her ciwan xwe wekî şervanê azadiya antîfaşîst bibîne û wisa têxe pratîkê. Li hemberî faşîzma AKP û MHP’ê divê şervaniya veşartî ya sivîl li her qadê were geşkirin. Di vî warî de ji destê kê çi tê, divê bike. Bi vî awayî çavkaniyên ekonomîk ên faşîzmê dikare were ziwakirin. Bi vî awayî avadaniya sîxur û îxbarker dikare ji hev were belavkirin. Tora polîsan a eşkere û veşartî dikare were pûçkirin. Çeteyên faşîst ên sivîl dikarin ji hev werin belavkirin. Her êrişa faşîzmê ya li ser şoreşger û gelan, dikare heyfa wê were stendin. Şoreşgeriya rast a roja me, van tiştan dide ber me. Nexwe divê ciwanên şoreşger di serî de hemû şoreşger xwedî li peywira xwe ya rast derkevin.

Selahattîn Erdem/Yenî Ozgur Polîtîka

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Dewleta Tirk a dagirker li Şêrawa û Şehbayê topbaran kir

Nivîsa Pêş

HPG’ê sê gerîlayên li Gabar û Herekolê şehîd bûn bi bîr anî

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
HPG’ê sê gerîlayên li Gabar û Herekolê şehîd bûn bi bîr anî

HPG'ê sê gerîlayên li Gabar û Herekolê şehîd bûn bi bîr anî

Ji 3 jinên girtî re cezayê dîsîplînê ji ber govend hat birîn

Ji 3 jinên girtî re cezayê dîsîplînê ji ber govend hat birîn

Manşet

  • Ji Desteya Ciwanan û Werzîşê Komxebat derbare Koçberiyê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin
  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinek û Keça wê Hatin Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.