Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 20, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Bûka komkujiya bêxwedî

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
23/08/2021 - 0:06
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Bûka komkujiya bêxwedî
ParvekeTweet

YILMAZ KAYA

Beriya bi 5 salan  20´ê Tebaxa 2016´an, DAIŞ´ê li Entabê, li navçeya Şahînbey, li taxa Beybahçeyê li dijî şeva hinê ya Besna û Nurettin Akdogan êrişeke bi bombeya zindî kir. Di êrişê de 40 jê zarok 57 Kurdên li taxê jiyana xwe ji dest da. Di heman êrişê de 94 kes jî birîndar bûbûn.

Xelkê taxê bi pirranî ji navçeya Sêrtê Berwariyê koçber bûbûn. Gelek malbatên li kolana êriş lê pêk hatî û gelekên ku xizmên wan jiyana xwe ji dest dan, mala xwe bar kirin û çûn semt û bajarên din. Gelekên li taxê mayî bi xwe newêrin bipeyivin.

Êriş li dijî şeva hinê ya Besna Akdogan bû. Ew dibêje, ji hingê ve ew neçûye ti dawet û şahiyê, ji ber ku heqrêya wan jî nîne nikariya biçe doza li Qeyseriyê ya elaqedarî êrişê. Wê got, rayedaran soz jî dabû, lê heta niha ti kes li wan xwedî derneketiye. Piştî êrişê 9 endamên DAIŞ´ê hatin girtin û cezayê hepsê li wan hat birrîn.

Muxtarê taxê, Zubeyir Ozer dibêje, piştî êrişê gelek malbatan mala xwe bar kiriye. Li ser bûyerê kes li taxê naxwaze bipeyive û tiştekî ew bibêjin jî nîne.

Her kesê min hez jê dikir hat kuştin

Jina ciwan a ku wê bibûya bûk, Besna Akdogan, piştî êrişê bi malbatî Entab bi cih hiştiye. Trawmaya bûyerê li ser ruh û bedana wê hê jî xwedî tesîreke mezin e. Ew tîne bîra xwe ku wan ti plan nekiribû ku şahiya hinê bikin. Hema welê malbata wê, xal û xaltîkên wê xwestine şahiyek hebe. Bi teybekê muzîk çêkirine: “Cîran û zarokên wan hatin û civiyan. Me kes venexwendibû. Ji ber ku jixwe dîtira rojê dawet hebû. Ez naxwazim ew kêlî bên bîra min. Di teqînê de min tevahiya wan mirovan ji dest da, ew mirovên min ji wan hez dikir. Min ew zarokên mirin hemû nas dikirin. Ji bo ew xizm û zarokên mirî neyên ber çavên min, bi malbatî me ji Entabê bar kir. Îro jî gava dawetekê dibînim, bi lez ji wir dûr dikevim. Ji hingê ve ez neçûme ti dawetê. Dawet komkujiyê tînin bîra min.”

Kesî ti alîkarî bi me re nekir

Besnayê got, ji ber ku doza komkujiyê li Kayseriyê bû û heqrêya wan nebû, wê nekarî biçe yek rûniştina bi tenê ya dozê jî. Ew zehmetiya jiyanê ya piştî komkujiyê jî wiha terîf dike: “Ji bo em bijîn, bi xwişk û birayên xwe yên 9 û 11 salî re em li nav erdan xebitîn. Jinbira min a di komkujiyê de birîndar bû jî li cem min dimîne. Ev 5 sal in, tim û daim emeliyat dibe. Çavekî wê çû, nikare bimeşe. Mesrefên nexweşxaneyê, yên dermanan, heqrê, em hewl didin hemûyam bi rencberiya li nav erdan bidin. Ev sê sal in, divê çavê wê emeliyat bibe, lê 45 hezar lîreyan dixwazin. Em nikarin vî pereyî bidin.”

Besna Akdoganê got, ji Weqfa Alîkariya Civakî û Diyanetê hin kes diçin serdana wan, “Tên, pirsa nav û paşnavên me dikin, wan dinivîsin, wêne digirin û paşê dibêjin, ka tiştek ji we re lazim e. Em ji wan re dibêjin, pêdiviya me bi alîkariyê heye, em nikarin mesrefên nexweşxaneyê bidin. Piştre careke din tên û eynî tiştî dikin. Weke ku henekê xwe bi me bikin.

Dewletê malbatên hin ji kesên jiyana xwe ji dest dane, xistine karên li şaredariyê. Ew jî ditirsin ku ji rojnameyan re bipeyivin, ditirsin ku meaşê wan bê qutkiriin. Me pirr êş kişand, lê em li ser piyên xwe ne. Heta mirinê ew kêliyên komkujiyê wê ji bîra min neçin.”

YENİ ÖZGÜR POLİTİKA

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji pênûsa Gerîla – Ji bo Bîranîna Şehît Sarya Afrîn

Nivîsa Pêş

Ciwanên Reqayê li dijî êrişên dewleta Tirk daketin qadan

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Ciwanên Reqayê li dijî êrişên dewleta Tirk daketin qadan

Ciwanên Reqayê li dijî êrişên dewleta Tirk daketin qadan

Nûrî Mehmûd: Dewleta Tirk û komên çete, Sûriyeyê ji çareseriyê vedigirin

Manşet

  • Karasu: Berfîn Nûrhaq, Hevaleke Ku Hemû Bedewî Di Xwe De Dihewand Bû
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.