Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 20, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG`ê 3 gerîlayên li Geverê şehîd bûne bibîr anî

HPG'ê nasnameyên 3 gerîlayên li Geverê şehîd bûn eşkere kirin û soza serxistina armancên hevrêyên xwe yên şehîd nû kir.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
22/08/2021 - 13:55
di nav Daxuyanî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 9 mins read
A A
HPG`ê 3 gerîlayên li Geverê şehîd bûne bibîr anî
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser şehadeta sê gerîlayan daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye:

“Dewleta Tirk a mêtinger ji sala 2015’an û vir ve bi rengekî giran û bênavber êrişên qirkirinê dike. Li dijî van êrişan, gerîlayên azadiyê yêwn Kurdistanê bi tempoyeke şer û îradeyê ya ku di dîrokê de kêm caran hatiye dîtin bersivê didin û her roj nîşan didin ku armancên mêtingeran tenê xeyal e. Hevrêyên me yên li herêma Geverê bûn parçeyekî girîng ji berxwedana rûmetê û serketinê û tevlî gelek çalakiyên serketî bûn ên ku derbên giran li dagirkeran hate xistin. Artêşa Tirk a dagirker ku li pêşberî van çalakiyan hejiya, mîna her carê dest bi bikaranîna rêbazên nemerdane kir. Mehên Tîrmeh û Tebaxê di bombardûmana dijmin û şer de ji pêşengên meşa me ya serketinê hevrêyên me Rojda, Zana Vejîn û Serhat şehîd bûn.

ROJDA CÛDÎ

Hevrêya me Rojda li bajarê Efrînê ku weke yek ji sembolên berxwedêrî û rûmetê yê Kurdistanê tê naskirin li nava malbateke welatparêz û kedkar ji dayik bû. Ji ber karakterê welatparêziyê yê malbatê, bi rengekî xwezayî partiya me PKK nas kir, mîna bi hezaran jin ên Kurd ên bi rûmet xwedî li berpirsyarî û wezîfeyên xwe yên welatparêzî û şoreşgerî derket û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêya me Rojda tevlîbûna li nava refên gerîla weke ‘gavek ji bo jiyana azad û bi wate’ nirxand û di her kêliya ku li nava refên gerîla bû, li gorî vê tespîta xwe jiya. Jiyana gerîla weke qada bingehîn a jiyana azad û wekhev nirxand ku bivî rengî gelê me dikare azad bibe û jin dikare ji zincîrên koledariyê bên rizgarkirin. Lewma jiyana çiyê û gerîla ji bilî zor û zehmetiyên wê weke jiyaneke ku divê bê tercîhkirin pejirand. Hevrêya me Rojda di felsefeya Rêber Apo de xwe kûr kir, ji bo perspektîfên Rêber Apo yên têkildarî jin a azad fêhm bike û bixe meriyetê timî xwe perwerde kir. Her kêliya jiyanê ji bo xwe weke perwerdeyê dît, her carê jî xwe ji nû ve afirand. Bi vê taybetmendiya xwe her tim di kesayetiya xwe de şoreş afirand, gav bi gav xwe nêzî nasnameya jin a azad kir. Bi şoreşên ku di kesayetiya xwe de afirand bû fermandareke xurt a jinê û her tim xwe ji her qadên herî zehmet ên têkoşîna me re amade kir, ji bo vê jî bû şervaneke mezin a îradeyê. Li ser bingeha pêwîstiyên gelê me û tevgera me, xwe ji bo her qadên Kurdistanê amade kir, bi vê taybetmendiya xwe bû mînakeke hêja ya milîtaniya fedayî ya Apoyî. Hevrêya me Rojda li herêma Geverê di vê sekna xwe de ji bo kêliyekê jî tawîz neda û li dijî êrişên dewleta Tirk a qirker ên li ser gel û tevgera me bersivên herî tund da. Tevlî gelek çalakiyên bi bandor ên li herêma Geverê bû û bi pratîka xwe bersiv da berpirsyarî û wezîfeyên xwe yên serdemê.

ZANA VEJÎN GEVER

Hevrêya me Zana Vejîn li Geverê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber welatparêziya malbata wa û tevlîbûna li karên legal, têkoşîna azadiyê nas kir û ji ciwantiya xwe ve tevlî nava karên siyasî bû. Lê belê ji ber ku dewleta Tirk ji bo qirkirina gelê me dest bi êrişên topyekûn kir û li ser vê bingehê gelek bajar û navçeyên Kurdistanê şewitand, êdî gihîşt wê baweriyê ku karên siyasî ji bo misogeriya azadiya gelê me têrê nake. Ji bo vê jî biryar da ku hîn bi çalak tevlî nava têkoşîna çekdarî û refên gerîla bibe.

Bi baweriya ku gelê me tenê bi têkoşîna çekdarî dikare azad bibe, hevrêya me Zana Vejîn tevlî nava refên gerîla bû, zû hînî jiyan û rêbaza gerîla bû, bi vî rengî bû fermandareke şareza ya gerîla. Hevrê Zana Vejîn bi baweriyeke mezin bi şerê gerîla ve hate girêdan û gihîşt wê baweriyê ku divê gelê me bi vê têgihiştinê tevbigere û tenê bi Şerê Gel ê Şoreşgerî Şoreşa Kurdistanê dikare pêk were. Her wiha têgihişt ku azadiya jinê ji bilî têkoşîna çekdarî ya li dijî avaniyên zîhniyeta bi serweriya mêr bi rêyeke din pêk nayê û jinên ku ji bo azadiyê têdikoşin divê tevlî nava refên gerîla bibin û bi vî rengî dikarin azadiyê bi dest bixin. Lewma bi daxwaz û coşeke mezin tevlî nava projeya jinûve avabûna gerîla bû ku tevgera me li ser bingeha misogeriya serketinê xiste rojeva xwe û di cewhera xwe de feraseta Modernîteya Demokratîk heye. Ji bo xwe bike şervaneke xurt a Modernîteya Demokratîk gelekî hewl da. Her wiha di Îdeolojiya Rizgariya Jinê ya Rêber Apo de jî xwe kûr kir û ji aliyê fikrî ve xwe şareza kir. Hevrêya me Zana Vejîn di asta dilxwaziyê de bi hevrêtiyê ve hate girêdan û bi kûrahiya xwe ya di hevrêtiyê de li her derê bi bandor bû. Her wiha bi taybetmendiyên xwe yên kedkar û fedakar li her qadê bi erkê pêşengiyê rabû û hewl da wezîfeyên xwe bêkêmasî bi cih bîne.

SERHAT TOLHILDAN

Hevrêyê me Serhat li Êlihê ku yek ji herêmên destpêkê yên afirandina rastiya gel ê berxwedêr û destpêkirina Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê, li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber polîtîkayên xizankirinê yên dijmin ku ji bo bêmirovhiştina Kurdistanê dimeşand, malbata wî neçar ma koçî metropolên Tirkiyeyê bike. Hevrêyê me Serhat ji bo debara malbata xwe neçar ma bixebite, lewma rastiya kedê hîn di temenê ciwantiyê de nas kir. Vê rewşê hest û hişmendiya berpirsyariyê da wî. Her wiha şêweyê jiyanê yê ku dijmin li metropolên Tirkiyeyê li gelê me ferz dikir ji nêz ve dît û vê yekê jî hêrsa wî ya li dijî dijmin mezin kir.

Hevrêyê me Serhat sala 2013’an tevlî nava refên grîla bû, tecrûbeya xwe ya jiyanê bi rastiya gerîla re kir yek û bi vî rengî bû gerîlayekî şareza. Bi taybetmendiyên xwe yên kedkar, fedakar û berpirsyariyê xwe bi pêş xist. Ji ber van taybetmendiyên xwe ji aliyê hevrêyên xwe hemûyan ve hate hezkirin û li nava jiyanê bû fermandarekî xwezayî, bû pêşengek. Hevrêyê me Serhat ku bi berpirsyariya bendewariya gelê me ya ji rastiya gerîla tevdigeriya, ji bo bibe bersiv ji van bendewariyên gelê me re timî hewl dida, ked dida. Her wiha giraniya berxwedana awarte ya Rêber Apo ya li Îmraliyê di her kêliyê de hîs kir, ji bo bibe milîtanekî hêjayî vê berxwedanê li qadên leşkerî û îdeolojîk xwe bi pêş xist. Li ser vê bingehê ji bo bibe gerîlayekî pispor girîngiyeke mezin da perwerdeyên branşbûnê û di taktîk û teknîkê de xwe xurt kir. Ji bo asta kûrbûna xwe bixe meriyetê kete nava hewldanan û her tim xwest biçe qadên şer ên herî giran. Li dijî çeteyên DAÎŞ’ê yên çav berdan destketiyên gelê me, li dijî dijmin tevlî gelek şer û çalakiyan bû. Tevî ku di van çalakiyan de birîndar bû, ev rewş li pêşiya xwe weke astengî nedît, berevajî vê yekê hîn bêhtir giranî da têkoşîna şoreşê. Hevrêyê me Serhat di kesayetiya xwe de taybetmendiyên fedayî yên Apoyî da rûnitşandin û di têkoşîna sade û kedê de bi sekna xwe ya bêtawîz û dilsoziya xwe ya parastina nirxên şoreşê, bû mînak ji hevrêyên xwe re û wezîfeyên xwe yên pêşengiyê bi cih anî.

Hevrêyên me Rojda, Zana Vejîn û Serhat bi sekna xwe ya di serketinê de biryardar, bûn hincet û talîmata têkoşînê. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Rojda, Zana Vejîn û Serhat em sersaxiyê ji tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku armanca şehîdên xwe yên leheng a ji bo afirandina cîhaneke hîn baştir, bi serketinê tacîdar bikin.”

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2021/08/22/092621_rojda-cud.jpg

Nasnav: Rojda Cûdî

Nav paşnav: Sîhem Şêx Kamber

Cihê jidayikbûnê: Efrîn

Dayik-Bav: Lamîa-Asmen

Dem û cihê şehadetê: 5’ê Tebaxa 2021 / Gever

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2021/08/22/092545_serhat-tolhildan.jpg

Nasnav: Serhat Tolhildan

Nav paşnav: Vedat Demîr

Cihê jidayikbûnê: Êlih

Dayik-Bav: Zekiye-Eşref

Dem û cihê şehadetê: 3’ê Tîrmeha 2021 / Geve

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2021/08/22/092600_zana-vejn-gever.jpg

Nasnav: Zana Vejîn Gever

Nav paşnav. Zana Kiliçoglû

Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

Dayik-Bav: Gulsun-Nezîr

Dem û cihê şehadetê: 5’ê Tebaxa 2021 / Gever

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Azadî heval hate berdan û got: Em bi biryardar in û natirsin

Nivîsa Pêş

Balafirên keşfê yên Tirk li erebeyekê pêşiya mala birîndaran a Qamişlo dan

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Balafirên keşfê yên Tirk li erebeyekê pêşiya mala birîndaran a Qamişlo dan

Balafirên keşfê yên Tirk li erebeyekê pêşiya mala birîndaran a Qamişlo dan

Komalên Ciwan: Şehîd Senar, bû navê dilsoziya bi dozê re, hêrsa li dijî dijmin û jiyana bi fedakarî

Komalên Ciwan: Şehîd Senar, bû navê dilsoziya bi dozê re, hêrsa li dijî dijmin û jiyana bi fedakarî

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.