Enter your email Address

Cuma, Aralık 12, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Ji Pênûsa Gerîla – Çalakiya xweser a li Botanê

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
17/08/2021 - 0:03
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 11 mins read
A A
Ji Pênûsa Gerîla – Kêla Memê
ParvekeTweet

Sal 1994 bû. Em yekîneyeke hevalê jin li Botanêbûn û li herêma Bestayê diman. Jixwe di zivistana sala 1993- 94 an de artêşa jinê yekemîn yekîniyên xwe didane avakirin. Di dawiya sala 1993’ yan de ji bona avakirina artêşa jinê fermana Sreokatiyê hat û her heremeke Botanê hêzên wê bi şiklê yekîneyan disekinîn. Ev yekîne hemû hatin komkirin û rêxistineke wisa hate çêkirin. Li Cûdî yekîniyek hebû, li Besta yekîneyek hebû û li Heftenînê jî du yekîneyên hevalên jin hebûn. Li Garisa yekîneyek, li Beytûşebabê jî yekîneyeke hevalê jin hebû. Di wê demê de hijmara yekîneyan pir zêde bûn. Hijmara yekîneya me ya herî biçûk bi qasî 80 ê kesî bûn. Di wê demê de li Besta yekîneyeke tabûra bi liv û lebat hebû. Em jî weke yekîneya bi tevger a Bestayê bûn. Di sala 1993’ yan de em taximeke hevalên jin hebûn. Di şer de tecrûbeyên me çêbibûn. Lewra taxima parestinê ya biryargeha Botanê û hevalê jin ji qadên dîtir jî hatibûn, me xwe weke yekîneyeke bi tevger birêxistin dikir. Me di zivistanê de zêdetir perwerde didît. Çi di hêla bîrdozî û jiyanî de be, çi jî di hêla rêxistinî de be. Piraniya xwe em li ser armencê avakirina artêşê disekinîn. Çima artêşa jinê hate avakirin? Armenc ji avakirina artêşê çi ye? Mirazê Serokatî ji avakirina artêşa jinê çi ye?

gerilayen jin38Di çarçoveya dahûrandinên Serokatiyê yên li ser artêşbûna jinê, me perwerde didît. Em hemû hevalên jin bi coşeke mezin û bi heyecaneke mezin me xwest em fêhimbikin û di piratîkê de gavên saxlem bavêjin. Li ser vî esasî ji bo beharê me xwe amede kir. Li hemû qadan hevalên jin di mijara artêşbûna jinê de xwedî heyecan û kêfxweşiyekêbûn. Rexmê ku di derbarê artêşbûna jinê de fêhimkirineke zêde nebû û kêmahiyên me hebû jî lê dîsa ew heyecan dihate jiyan kirin. Ji ber ku mijar ji me re nû bû, dihate gotin: Emê çawabikin?

Di buharê de em çawa ketin piratîkê de, oparasyonên dijmin jî bi awayek pir berfereh destpêkirin. Li Gabarê oparesyonên dijmin destpêkirin. Ji ber wê jî ev yek ji bo me hevalên jin tecrûbeya yekem bû. Hêzên jin ji bo ku derbekê nexwin, me li hemû qadê hevalên jin bişiklê taximan bi cîhkirin.

Berê şêwazê tevgerkirina me manga bûn. Lê belê di wê demê de me terzê tevgerkirina xwe guhart û me kirin taxim.   Di şer de tecrûbeyên hevalên jin jî hebûn. Lewra yekîneyên xwe belav nekirin. Me jî weke sê taximan bi hev re tevger dikir. Taximeke me bi tabûra bi tevger re berbi erkekî ve çûbûn. Em du taximê mabûn jî, hijmara me 57 kes bûn. Em jî li herêma Besta diman. Ji cihê me re digotin Mêrgamar. Em li wê qadê disekinîn û tu hêz jî nêzî me nebûn. Tenê hêzên biryargehê bi qasî çar demjimêran dûrî me bûn. Hêzên dîtir pir ji me dûrbûn. Lewra erkê me ew bû ku ji bo dijmin nekevê qadê de em parestina qadê bikin. Me xwe ji bo çalekiyên xweser jî amededikir. Cihê ku em lê diman hedefê dijmin ê herî nêzî me gundê cerdevananbû. Ji wan re digotin çetê Osiyan. Ew pir harbûn û erdîngariya qadê baş nasdikirin.

Di payîzê de hevalan bi giştî gundê van cerdevanan dorpêç kiribû. Ango berî ku em pilanê çêbikin û çalakî li ser wan bikin, dorpêç kirina Osiyanê pêk hatibû. Vê dorpêçê bi qasî deh rojan dewamkir. Hevalên jin jî, di vê dorpêçkirinê de cîhê xwe digirtin. Ji ber vê yekê me digot: Pêwîst e em derbekê teqez li wan çetan bixin. Van cerdevanan li hemberî gerîla û şoreşgeran gelek bi xirabî tevdigeriyan. Ji ber wisa pêwîst e em derbekê li wan bixin. Em bi vê çalakiya xwe pir bi israr û bawerbûn. Di heman demê de hedefên nêzî me ew bû. Herêma Mêrgemarê devereke xwediyê daristanên pir geşbû. Te ji daran nikarîbû tevgerê bikî. Cihê ku em lê diman pir tarîbû ji lewra te nikarî di nav de bimeşî. Lê belê cihê ku ew lê diman wisa nebû û rûtbû. Pir caran hevalê biryargeha Botanê em şiyar dikirin û digotin: Heval dibe ku ew çete carekî werin nobedarên we bidest bigrin û hûn qet bi xwe jî nehesin.

Me jî dixwest ku berî ew werin derbê li me bidin em derbekê li çetê Osiyan bixin. Em rabûn me di nava xwe de nîqaşkir, me got ka emê bi çi awayî biçin ser wan. Ji ber ku çûyîna ser wan ewqasî hêsan nebû. Di payîzê de em weke 6 tabûran çûne ser wan de û çalakî lidarxist. Niha jî em yekîniyekî hevalê jinin, lewra pêwîst dike em baş keşif bikin û xwe amedebikin. Ji ber ku ev çalekiya me ya xweser a yekem e û pêwîst e em wendahiyan nedin.

Pêre jî derdê me ew bû; yekîniyên hevalê jin yên xweser nû hatibûn avakirin. Ji ber wisa pêwîst e em bi serkeftî vê çalekiyê bikin. Çi di hêlê jiyanê de be, çi di hêlê çalekiyan de be û çi jî di hêlê taktîkî de be her tim pêşengî ji yekîniyên bi tevger tê xwestin. Ev erk û misyon ji me dihate xwestin û pêwîst e em di qadê de vî erkê xwe bi cih bînin. Erkekî mezintir ji yekîniyên me yên hevalê jin dihate xwestin. Ji ber ku artêşbûna hevalê jin nû hatibû avakirin. Me çend caran komên keşfê derxistin. Piştre me dît ku du girê wan hene. Wan cerdevanan jî mîna me ji bo parastinê gir digirtin. Pezê wan jî hebû û dema ku dihatin bêriyê û pezên xwe didotin, ji tirsa re, berya her tiştî nobedarên xwe derdixistin. Bêrî jî bi wan re dihatin. Bêrîvana li wê derê pezên xwe didotin. Hişedarê wan jî BKC û MG-3 bi xwe re datanîn li serê gir û bi wî rengî paristina xwe dikirin. Heta ku şivanê wan cesaret dikin ku werin ber sewalê xwe. Me jî pîlan kir ku em êrîşê ser wan hişedarên ku têne parestina pezdikin, bikin. Du gir digirtin, yek jê dûrbû û nêzî gundbû, lê yek jî weke bereya pêşbû û henekî ji gund dûrbû. Girê ku digirtin biçûkbû, derdorê wê vekirîbû û zozanbû. Lê belê buharbû û giya digihişte bedena mirovan.

Me keşfa xwe kir, carna hijmara wan zilamên ku dihatin ew gir digirtin deh kesbûn û carnan jî kêmtirinbû. Me ji xwe re digot ev hedefekî baş e. Me ji nêz ve keşfa wî girî kirbû û me pîlankir ku em bi şev xwe têxin hindirê gir de û em xwe di cihê saxlem de veşêrin. Dema ku cerdevan hatin serê gir û ji beriya ku bighîjin serê gir, wê demê emê li wan bixin. Me pêre parestina hevala jî amedekiribû.

Di berbanga sibehê de û di demjimêr 3’yan de me keşfa xwe temam kir. Mangekî hevalê jin ji bo çalakiyê hatibûn amade kirin. Yekîneyeke hevalên jin jî di parestina wan de bû. Me taximek danîbû parestina fereh û bi vê awayi heval ji cihê çalekiyê hetanî cihê me, di hindirê çeperan de birêzkirîbûn. Cihek hebû nêzî cihê çalakiyêbû, me jî li wir çalakî bi rê ve dibir.

Heval çûn û cihê xwe girtin. Bi rêya bêtêlê danûstendina me bi hevalan re hebû. Hevalan ji me re digotin: Me cihê xwe girtiye. Em ketibûn nava tirsa ku çete wê rojê neyên. Eger ku neyên em nikarin lêbixin. Ji ber hedefê me ne sabitbû. Piştre me dît hîç hedefê xwe şaş nekirin û di demjimêr neh û nîvan de çete ber bi cîhê xwe ve hatin. Di pêş de heyanî ku nêzîkî girbûn bi maşînê hatin. Piştre peyabûn û çûn ku herin serê gir. Piştî wê maşînê maşînekî dîtir jî hat. Ew maşîn tijî bêrîvan bûn, ji bo dotina pez hatibûn. Hîna bêrîvan peya nekiribûn, me îşaret da hevalan. Me got: Di wê maşîneya dîtir de bêrîvan û bi tevê wan jî zarok hene, bila agahiya we he be, hişyar bin hûn li medeniyan nexin. Di destpêkê de wê çete werin serê gir. Ev rabûn ber bi tepa ve çûn, ewan jî mîna me diçûn çalekiye û wekî me tevdigeriyan. Wekî du baskan tevger dikirin, çar bi çar çûn û du kesan jî parestina wan dikirin. Li ser milê wan BKC hebû.

Ew gava nêzî hevalan bûn, di navbera wan û hevalan de çar gav mabûn, wê kêliyê hevalan li wan xistin. Dema ku dengê çekan hat, ev çete wekî hovan, hema ketin nava tevgerê de. Heta jinên wan jî ji tiştekî neditirsiyan. Carekê dema ku heval çalekiyê li ser wan dikin, jinê van çetan jî bi çek û bi pêlavan êrîşî hevalan dikin û li pey hevala dikevin. Hevala dema ku li wan xistin du kesan parastin dikirin, van herduyan xwe teqle kirin û xwestin parestinê bikin. Pêre jî jin û zarokên wan hemû ketin nava tevgerê de. Qîreqîra wan bilindbû. Me rabû ji hevalan re got: Xwe bikşînin û neçin ser wan çekan û neyînin.

Piştre me bi rêya cihazê ew guhdar dikirin, kuştî û birîndarê wan çêbibûn. Ango zerar dîtibûn. Lê belê ev çalakiya me ya xweser bi serkeftî derbasbû. Berê jî destê wan di xwîna hevalan de hebû. Di wê demê de derbekî wisa li Osiyan xistin, ji bo me serkeftinek bû û pêwîstbû ev çalekî werê kirin. Dema ku hevala xwe paş de kişandin, ewan jî dane pey hevalan û bi rêya bêtêlê dizanîbûn hevalê jin birêve dibin û ê ku ev çalekî kirine tev de hevalên jin in. Ji ber wisa li ser bêtêlê pir gotinên xirab ji me re digotin. Van çeteyan bêtêla xwe dabûn jinên xwe û jinê wan digotin: Em werin emê xortê we bibin, behsa hevalê xort dikirin. Me jî bersiva wan ne dida.

Piştî çalakiyê me kemîn avête pêşiya wan. Me jî dixwest ku ew werin û em derbekî dîtir jî li wan bixin. Pevçûnê hetanî êvarî dewamkir, heval jî bi wan re ketibûn nava pevçûnê de. Lê belê dema ku dîtin ji bin kontrolê de derketine vegeriyan. Bê ku dijmin derbikevê heremê, roja dîtir piştî çalakiyê, hêzên dijmin jî anîn û dest bi operasyonê kirin. Lê belê ji herema xwe derneketin û nêzî qada ku em lê diman nebûn.

Ev çalakî ji bo me serkeftineke mezin bû, ji ber ev çalakiya xweser a yekem bû. Piştre ji rêveberiya qadêre tekmîl hate dayîn û hate gotin: Hevalên jin bi serê xwe li hemberî çetê Osiyan çalekî kirin e. Evî jî bandorekî mezin li ser heremê û li ser hemû hevalan kir û herkesî ji me re got: Em ditirsiyan ku ew çete derbekê li yekîneya we bixin, lê belê hûn berî wan ketin tevgerê û we çalakî kir.

Hevalên jin ev çalakî bi serê xwe kirin. Ev çalakî di buhara sala 1994 ê de hate kirin û yekîneya şehîd Mizgîn ev çalakî kir. Hinek ji wan hevalan hîna saxin û hinek ji wan hevalan jî şehîd ketine. Hevala Rewşen hebû. Ev heval ji Rihanîkê bû. Hevala Rojda jî ji Şirnexê bû. Hinek ji wan hevalan niha cihê xwe di xebatê YJA STAR de digrin. Ev çalakî arîşen (moral), coş û baweriyeke pir mezin bi jinê da qezenc kirin.

 

 

Sozdar Evesta.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 17’Ê TEBAXA 2021’AN

Nivîsa Pêş

Egîd kilîta çiya ye

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
ANALÎZ – Ji nû ve vejîn..!

Egîd kilîta çiya ye

Meşa Jinên Ciwan ya bi bisîkletan a li Kobanê

Meşa Jinên Ciwan ya bi bisîkletan a li Kobanê

Manşet

  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir
  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

Herî zêde hatine xwendin

  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkek di Roja Şeşemîn a Lîga Dibistanên Jinan de

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Rêxistina Exlaqî û Siyasî ya Ciwanan: Avakirina Sosyolojiya Azadiyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 4. Rewşa Ciwanan di Serdema Dîjîtal de: Dîlgirtina Sanal û Berxwedana Rastîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn bi dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.