Enter your email Address

Perşembe, Aralık 25, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê nasnameya 4 şehîdên 2015’an parvekir

"Hevrêyê me Mervan, Serhat, Mazlûm û Zerdeşt ku di serketina Şoreşa Azadiyê ya Kurdistanê de bûn gavên diyarker, ji bo me hîn bêhtir sedema têkoşînê ne. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin."

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
27/07/2021 - 12:31
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
HPG’ê nasnameya 4 şehîdên 2015’an parvekir
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“Di dema êrişên berfireh ên dewleta Tirk a dagirker de ku ji bo serîtewandina li gelê me têne kirin, lehengên gelê me Mervan, Serhat, Mazlûm û Zerdeşt şehîd bûn. Di salvegera şehadeta van hevrêyên xwe yên hêja de em wan bi rêzdarî û minet bi bîr tînin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne, ku nû eşkere bûn, wiha ne:

Nasnav: Mervan Efrîn
Nav paşnav: Abdûllah Mûstafa Mûhammed
Cihê jidayikbûnê: Heleb
Dayik-Bav: Gule-Şevket
Dem û cihê şehadetê: 25’ê Tîrmeha 2015 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
Nasnav: Serhat Ararat
Nav paşnav: Aykût Alptekîn
Cihê jidayikbûnê: Agirî
Dayik-Bav: Ayşe-Alî
Dem û cihê şehadetê: 25’ê Tîrmeha 2015 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
Nasnav: Mazlûm Viyan
Nav paşnav: Celal Kûtlûk
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Maşallah-Cemal
Dem û cihê şehadetê: 25’ê Tîrmeha 2015 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
Nasnav: Zerdeşt Kemal
Nav paşnav: Abdûllah Mûstafa Bozan
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Dayik-Bav: Emîne Reş-Mûstafa
Dem û cihê şehadetê: 25’ê Tîrmeha 2015 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

MERVAN EFRÎN

Hevrêyê me Mervan li Helebê ji dayik bû û li dijî polîtîkayên îkar, tunekirin û asîmîlasyonê yên hêzên mêtinger li çar parçeyên Kurdistanê dimeşîne, kesayetiya xwe li ser bingeheke rast perwerde kir û gihîşt wê baweriyê ku gelê me yê di nava zext û zordariya qirkirinê de ye, tenê bi têkoşîna li ser xeta gerîla dikare azad bibe. Hevrêyê me ku di nava şert û mercên zehmet de Gerîlayên Azadiyê nas kir û jê bi bandor bû, sala 2012’an tevlî nava refên gerîla bû. Di demeke kurt de hînî gerîlatiyê bû û bi ruhê fedayî, bi daxwaz û moraleke mezin tevlî her karî bû. Hevrêyê me di her karî de taybetmendiya xwe nîşan dida û bi hezkirina xwe ya hevrêtiyê û kesayetiya xwe ya kedkar dihate naskirin. Di demeke kurt de bû fermandar û wezîfeyên xwe hemû bi rengekî serketî bi cih anî.

SERHAT ARARAT

Hevrêyê me Serhat li Agiriyê ji dayik bû, li nava malbateke welatparêz a kedkar, bi kevneşopiya berxwedêriya herêma Serhedê mezin bû û zû Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nas kir. Dema ku li zanîngehê dixwend, li dijî siyaseta asîmîlasyonê ya sîstemê bi rengekî çalak têkoşiya, di asta pêşengiyê de tevlî karên ciwanan bû. Hevrêyê me ku ji aliyê dewleta Tirk a mêtinger ve hate girtin, asta xwe ya biryardayinê û daxwaza têkoşînê timî mezin kir û piştî ku ji zindanê derket tevlî nava refên gerîla bû, têkoşîna xwe li çiyayên azad ên Kurdistanê meşand. Li dijî êrişên qirêj ên li ser ciwanên Kurd, di asta milîtaniyê de bi sekna şoreşgeriyê ya ciwanan bersiv da û xeta berxwedanê ji ciwanên Kurdistanê yên bi rûmet re weke mîrate hişt. Di meşa xwe ya şoreşê de em ê xwedî li têkoşîna hevrêyên xwe derkevin.

MAZLÛM VIYAN

Hevrêyê me Mazlûm li Geverê li nava malbateke kedkar û welatparêz ji dayik bû. Li nava atmosfereke ji kevneşopiya Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê mezin bû, zû gerîlayên azadiyê nas kir û vê yekê bandoreke mezin li jiyana wî kir. Nirxên Kurdistanî her tim di kesayetiya xwe de parast, di sala 2013’an de tevlî nava refên gerîla bû û xeta têkoşîneke bênavber danî ber xwe. Hevrêyê me Mazlûm ku bi daxwazeke mezin bi xeta hevrêtiyê ve girêdayî bû, timî dixwend, xwe bi pêş ve dixist û bi fermandarbûyînê dixwest tevkariyeke mezin li têkoşînê bike. Li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê ku sîstem bi rengekî bêrehm li gelê me ferz dike, xwedî hêrseke mezin bû. Bi pratîka xwe ya gerîlatiyê bersiva pêwîst da dagirkeran û cihê xwe yê bi rûmet di nava şehîdên me yên pîroz de girt, xeta milîtaniyê weke mîrate ji hevrêyên xwe re hişt.

ZERDEŞT KEMAL

Hevrêyê me Zerdeşt li keleha berxwedan û serketinê ya Şoreşa Azadiyê ya Rojava li Kobanê ji dayik bû, di nava malbateke welatparêz a ku berdêl di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de da, mezin bû. Hevrêyê me Zerdeşt ku bavê wî zû wefat kir, erka debarê ya malbata xwe da ser milê xwe û bû xwedî kedeke pîroz. Li dijî polîtîkayên bêrehm ên li dijî gelê me, her tim têkoşîn danî ber xwe û bi tevlîbûna li nava refên gerîla xwe fedayî azadiya gelê me û çar parçeyên Kurdistanê kir. Hevrêyê me Zerdeşt dît ku felsefeya Rêbertî yekane rêya rizgariya gelê me û gelên bindest e, heta roja ku şehîd bibe bênavber têkoşiya. Bi kesayetiya xwe ya karker û dilnizm ji aliyê hevrêyên xwe ve hate hezkirin û bû cihê hurmetê. Em ê bi têkoşîna xwe her tim xwedî li bîranîna hevrêyê xwe derkevin.

Hevrêyê me Mervan, Serhat, Mazlûm û Zerdeşt ku di serketina Şoreşa Azadiyê ya Kurdistanê de bûn gavên diyarker, ji bo me hîn bêhtir sedema têkoşînê ne. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Zarokên Agir tola gel erdê nahêle – Wesayîta faşîstê Konyayê şewitî

Nivîsa Pêş

TCŞ-TÊKO-JIN: Em amade ne, em ê bi ser bikevin, em ê bi Rêber Apo re azad bibin

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
TCŞ û TEKO-JIN: ‘Ji bo Şengalê em dikevin pêvajoya çalakiyên bê navber’

TCŞ-TÊKO-JIN: Em amade ne, em ê bi ser bikevin, em ê bi Rêber Apo re azad bibin

TAYBET – Bi Wêneyan Berxwedana Cenga Heftanînê

YJA-Starê dîsa lê da - Ew dîsa revîn

Manşet

  • Komxebatek li ser “Sosyalîzm û Azadî” ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li Hesekê hate lidarxistin
  • Yekîtiya Jinên Ciwan Konferansa “Jin û Rêbertî” Lidardixe
  • Serdegirtinên Malan li Şirnexê: 3 Ciwan Hatin Binçavkirin
  • Êrişê li hemberî şehîdgeha Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hat kirin
  • HPG’ê Şahîn Cîlo, Demhat Dirbêsiyê û Zinar Hesekê bi bîr anî
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • ‘Li Îstîklalê 20 Ciwan Hatin Binçavkirin’

Herî zêde hatine xwendin

  • Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Daxuyaniyek Piştgiriya Şêx Meqsûd û Gelê Eşrefiyê Dan

    Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Daxuyaniyek Piştgiriya Şêx Meqsûd û Gelê Eşrefiyê Dan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan Konferansa “Jin û Rêbertî” Lidardixe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebatek li ser “Sosyalîzm û Azadî” ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li Hesekê hate lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê Şahîn Cîlo, Demhat Dirbêsiyê û Zinar Hesekê bi bîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Dêra Zorê Derbarê Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de Daxuyaniyek Weşand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Desteya Ciwanan û Werzîşê ya Dêrazorê Civîna Salê li Dar Xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Ser Êrişên Heleb’ê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Daxuyaniya Dan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Parastina Ciwanan ê Kobanê perwerdeyê bîrdozî dibînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hemayê Ciwanek Hat Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Êrişê li hemberî şehîdgeha Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hat kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.