Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 22, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KJK: Şoreşa Rojava şoreşeke ku jin bi ruhê fedayî û mîlîtan pêşengtî kiriye ye

Koordînasyona KJK: Şoreşa Rojava diyar kir ku jiyana bêdewlet dikare pêk were û nîşan da ku xwerêveberî û xweparastina jin û gelan çiqasî girîng e û jiyana azad bi xwerêxistinkirin û xweparastinê dikare pêk were. Di heman demê de heta ku jiyana alternatîf neyê avakirin wê serkeftinên mayînde jî pêk neyê.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
19/07/2021 - 15:15
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
KJK: “Li her devera Kurdistanê gel rabin û li rûmeta xwe xwedî derkevin”
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Koordînasyona KJK’ê bi wesîleya salvegera Şoreşa Rojava peyameke nivîskî weşand û diyar kir ku ev şoreş di sala 10’an de hê jî hêviya mirovayetiyê ye.

Peyama KJK’ê wisa ye:

“Şoreşa Rojava ya ku di çarçoveya paradîgma û pergala azadiyê ya Rêber Apo de pêk hatiye îro sala xwe ya 9’emîn tijî kir.  Em vê roja cejnê ya Rêbertiya xwe, ya şehîdên xwe yên hêja û gelê xwe yê kedkar pîroz dikin. Şoreşa Rojava bi fedakarî û berdêlên mezin bi ked û qehremaniya şehîdên me pêk hat. Li hemberî DAÎŞ’ê ya ku yek ji hêza tarî ya dîrokê ye, berxwedanên mezin pêk hat û qadên jiyanê yên azad hatin vekirin. Jin û mêrên Kurd vê şerê bi rûmet meşandin û li Rojhilata Navîn rêya nû ya jiyana bi rûmet û xwedî nasname vekirin.

Wekî ku tê zanîn sedsala 20’emîn ji bo gelê me bû parçekirin, bênasnamehiştin, bêzimantiştin, talan û asîmîlasyon. Li ser gelê me di sedsala 20’emîn de polîtîkayên qirkirinê yên kûr hatibûn kirin.

Di sedsala 21’emîn de paradîgmaya azadiyê ya Rêber Apo bi têkoşîna PKK’ê re bû sedsala ku polîtikayên qirkirinê werin parçekirin û gelê me dîsa vejîna xwe pêk bîne. Bi Şoreşa Rojava re, Rojhilata Navîn û Kurdistan bi paradîgma, felsefe û pergala Rêbertiya me gelan, jinan û bîr û baweriyan xwe îfade kirin, reng û îradeya xwe danîn holê.

Li hemberî pergala mêrserwer a dewletparêz û desthilatparêz jinan, gelan û bîr û baweriyan wekî şoreşeke ku rêveberiyên xwe ava kirin, di nav şoreşên dinyayê de bû wekî stêrkekê.

Îro gelê Kurd berxwedana wê ya li hemberî DAÎŞ’ê di serî de bi şerê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk di nav gelên dinyayê de cihê xwe yê bi rûmet stendiye. Ev ax, axa me ya qedîm e û wê heta dawiyê were parastin.

Yek ji taybetiya ku şoreşa Rojava ji şoreşên din vediqetîne, li ser bingeha şoreşa jinan pêk hatiye. Vê şoreşa li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hatiye, li dinyayê di vî warî de ya ku jin bi awayekî çalak tevlî nav jiyanê dibin û mohra xwe li dîrokê daye. Bi pêşengiya jinan jiyaneke nû tê avakirin. Bi vî awayî şoreşa Rojava di heman demê de şoreşa jinan e. Ruhê berxwedanê ya bi pêşengiya YPJ’ê tê kirin, ne bi tenê ji bo jinên Kurdistanê û ji bo Rojhilata Navîn û dinyayê jî bûye çavkaniya îlhamê. Jinên Kurd bi berxwedanên li dijî DAÎŞ’ê  cewhera jinan a dîrokî û potansiyela wê derxistin holê. Bi Şoreşa Rojava re jinan hemû hunerên xwe derxisitn holê. Bi pêşengiya jinan di civakê de guherînên mezin çêbû. Hemû dinyayê dît ku dema di şexsê jinên Kurd de bîrbûna azadiyê û rêxistinbûna wê digihêje hev, jin dikarin çi bikin.

Şoreşa Rojava diyar kir ku jiyana bêdewlet dikare pêk were û nîşan da ku xwerêveberî û xweparastina jin û gelan çiqasî girîng e û jiyana azad bi xwerêxistinkirin û xweparastinê dikare pêk were. Di heman demê de heta ku jiyana alternatîf neyê avakirin wê serkeftinên mayînde jî pêk neyê.

Em Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê ya ku bûye hêviya malbatên şehîdan, gelê me, jinan û hemû mirovayetiyê bi coş û hezkirin pîroz dikin.

Şoreşa Rojava di sala 10’an de dibe hêviya mirovayetiyê. Şoreşa Rojava şoreşa afirandina jiyana azd û wekhev e. Şoreşa afirandina jiyana azad a jinan e.

Parastin, geşkirina şoreşa Rojava li ser esasê xweparastin û rêxistinkirinê ya li ser xeta azadiya jinan û biratiya gelan mezin dibe. Bi pratîzebûna paradîgmaya demokratîk, azadîxwaz û ekolojîk a Rêbertiya me, di dîroka mirovayetiyê de feraseta şoreşeke nû geş bûye. Sedema ku şoreşa Rojava îro li pêş e jî îdeolojîk e. Şoreşa Rojava bûye qada ku îdeolojiya Rêber Apo bi awayê herî şênber ketiye pratîkê. Bi pêşengiya jinên azad dibin, neteweya demokratîk a li ser bingeha biratiya gelan, li Rojava pêk tê. Gelên Kurd, Ereb, Tirkmen, Ermen, Siryan, Keldan û Çerkez li Rojava bi rengên xwe jiyanê ji nû ve rêxistin dikin.

Li ser vî esasî em sala 9’emîn a şoreşa Rojava li hemû jinan, li gelê xwe û li bîr û baweriyan pîroz dikin. Şoreşa Rojava wê bi berxwedan, ked û têkoşînê bibe hêviya jinên Rojhilata Navîn û dinyayê. Şoreşa me ya Rojava li hemû mirovayetiyê pîroz be.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK: Şehîdên me nirxên me yên herî mezin ên jiyanê ne

Nivîsa Pêş

Gerîlayên HPG û YJA Starê li Avaşînê bi çekên giran li dagirkeran xistin

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Gerîlayên HPG û YJA Starê li Avaşînê bi çekên giran li dagirkeran xistin

Gerîlayên HPG û YJA Starê li Avaşînê bi çekên giran li dagirkeran xistin

QSD: “Êrişên dagirkeran bênavber didomin”

QSD: 2 çeteyên DAÎŞ ê bi belge û çekên xwe ve hatin girtin

Manşet

  • Jinen Ciwan Ji Bo Bîranina Şehîd Berfîn Nûrhaq Dar Çandin
  • Şehîd Berfîn Nûrhaq Li Şengalê Hat Bîranîn
  • Desteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Firatê li hev civîyan
  • ‘Em Şehîdên Xwe Yên Têkoşînê Yên Sala 2023’an Bi Hurmet Bi Bîr Tînin’
  • Di Encama Teqînek De Jinek Ciwan Jiyana Xwe Ji Dest Da
  • Ciwanek ji Laziqiyê Winda Ye
  • 📌Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

Herî zêde hatine xwendin

  • Jinên Ciwan ên herêma Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    Yekîtiya Jinên Ciwan Civîna Xwe ya Salane li Hesekê Lidar xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Bîranîna Rast Pêşxistina Têkoşînê Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Em Şehîdên Xwe Yên Têkoşînê Yên Sala 2023’an Bi Hurmet Bi Bîr Tînin’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di Encama Teqînek De Jinek Ciwan Jiyana Xwe Ji Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên herêma Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Em Ji Bo Geşkirina Jiyanê Tovên Hêviyê Diçînin’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 📌Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Desteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Firatê li hev civîyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Berfîn Nûrhaq Li Şengalê Hat Bîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.