Enter your email Address

Cumartesi, Şubat 7, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK: Şehîdên me nirxên me yên herî mezin ên jiyanê ne

Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK: Dema em vê saziya şehadetê ji nêz ve lêkolîn bikin em ê bi rastî jî bibînin ku bîranên kesên ku jiyana xwe ji bona armancên mezin feda dikin, cihê herî bilind a lûtkeya şoreşê pêk tînin. Lewra li şûna ku em wan bi şêwazên kevneşopî bibîr bînin, bi şêwazên şoreşgerî bi bîranîn pêwistiyek şoreşê ye.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
19/07/2021 - 12:54
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
“Divê ala 1’ê Gulanê li her cihî bê bilindkirin”
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Cejna Qurbanê li malbatên şehîdan pîroz kir û têkildarî êrişên li ser şehîdgehan got, “Em soz didin ku wê her cûre tola şehîdên me bê rakirin û hesab bê xwestin.”

Daxuyaniya Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê wiha ye:

“Navbera me û şehîdên me ne dûr e û pir kurt e. Em hîna duh bi hemûyan re bûn û em bi hev re dijiyan. Em di nav civaka xwe de kesayetên wisa pîroz kêlî bi kêlî diafirînin. Em ê hîn bêtir û hîn gelamperî di demên pêşiya me de jî vê bikin. Em dikarin hema niha bêjin ku dema me hebûnên nirxa partiya xwe yên herî pîroz digihande şehadetê ji bo bi mîlyonan mirov li doza wan xwedî derbikevin û rabin ser piya me dikir. Ji bilî şehîdan ti hêz nekare heqîqeta bi mîlyon mirovan temsîl bike û biafirîne. Rabûna girseyê ya ser piyan rastiya herî mezin e û veguhezîna herî mezin ya rastiya şoreşgerî ye.

Dema em vê saziya şehadetê ji nêz ve lêkolîn bikin em ê bi rastî jî bibînin ku bîranên kesên ku jiyana xwe ji bona armancên mezin feda dikin, cihê herî bilind a lûtkeya şoreşê pêk tînin. Lewra li şûna ku em wan bi şêwazên kevneşopî bibîr bînin, bi şêwazên şoreşgerî bi bîranîn pêwistiyek şoreşê ye. Ev rastî pir vekirî û zelal derdikeve holê. Divê em vê rastiyê bi hev re ji bîr nekin ku cîdiyeta tevgerekê bi girêdana armanca wê ve girêdayî ye. Ger cangoriyên wê yên çavreş hebin û di her kêliyê de bikarin li vê armanca xwe xwedî derbikevin wê gavê ew  tevger pir cîdî ye. Ger em bixwazin tevgerek çiqasî hevgirtiye û li ser piyane fêhm bikin, divê em destpêkê li fedayiyên wê mêze bikin. Ew fedayî hem di şertên rehet de, hem jî di yên herî zor de çiqasî amade ne ku bikarin xwe feda bikin û li doza xwe xwedî derbikevin. Ger hemû kar û erk bikarin li ser vê rêyê bimeşin, wê gavê ew tevger ango rêxistin cîdî ye.

Ger kesên ku ji bona doz û dawayên mezin hebin û pêwist bike canê xwe bidin, wê gavê ew nirxên herî mezinin û divê di her şertî de bên pîrozkirin. Ne bi zorê lê bi dilek dildar erkên herî giran radikin bi dilek aram dema ev pêşwazî kirin û ger mirin jî têde hebe çavên xwe jêre negirin, ev bê gûman mezinbûna van kesan û tevgera wan diyar dike. Ev mînak di dîroka hemû civakan de hene. Ger dema êrîşek li ser netewekê çêbû û mirovên wê xwe nadin pêş û hesap naxwazin ev tê wateya mirinê. Bi fermêsk û dilopên çavan tenê bimînin û vê bes bibînin, wê gavê her cure mirinê heq dikin. Ti kes vê civakê ne cîdî digire û ne jî nirx didê.

Bêguman pêşwazîkirina şehîdan jî gelek girîng e. Em ti carî li hemberî şehîdên xwe dilopên çavan narijînin û em ber dilê hev jî nagirin. Ji ber ku şehîdên me nirxên me yên herî mezin ên jiyanê ne.  Her çiqasî bi awayek fîzîkî ne di nav me de bin jî xwe bi giyan û ramana xwe kirine sazî û teorî. Ew partî ne. Rêber APO şehîd wisa dinirxîne. Ji ber vê jî şehîdên me nirxên me yên herî rast in û yên herî dijîn jî ew in. Em şervanên wan in. Ev nirxandin bêguman ne gotinên ji xwe ne.

Bi vê mabestê belkî jî yên herî vê rastiyê dizanin û temsîl dikin malbatên me yên şehîdan ne. Ew kêlî kêlî vê dijîn û di ferqa wê de ne. Giyana jiyana me şehîdên me ne. Bêguman dijmin jî vê rastiyê baş dizane û bi şêwazek hovana êrîşî şehîdên me dike. Ew jî baş dizane şehîd namire û di nav dilê me de ne. Ji ber van sedeman jî heta ji destê wan tê nav, gor, bîranîn û hemû cûre nasnameyên şehîdên me tine bike û bi me bide jibîrkirin. Nirx daxe û her tiştî şilû bike. Herî dawî rastiya ku li Efrînê qewimî  jî ev e. Destwardana ser şehîdên me bêguman herî zêde malbatên me yên şehîdan eleqedar dike. Bi wesîleya Cejna Qurbanê em weke Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK’ê soz didin ku wê her cûre tola şehîdên me bê rakirin û hesap bê xwestin. Hesap welatek, sozek, dozek, xeyalek û kenek hevrêyên me yên şehîd e. Wan bi her awayî dijmin têk birine û bûne kabûsa ser dilê wan. Dijmin ji giyana wan ditirse. Dijmin ji şitla azadiyê ya bi xwîna xwe av dane ditirse.

Ew li welatek azad dijîn. Ew li nav xeyalên xwe dijîn. Ew in yên xeyalên me zindî dikin û her roj soza me dubare dikin. Li ser vê bingehê hem weke malbatên şehîdan, hem jî weke hevrêyên wan em soz didin ku çi dest û helwestên xwe nêzî wan bike em bişkînin û bifetisînin. Helwesta me ev e û ji bilî vê tê gotin nayên gotin. Bi vê mabestê em hemû cejna malbatên şehîdan a qurbanê pîroz dikin û dibêjin bimire faşîzm û her cure helwest û kiryarên dervî mirovahiyê.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

HBDH’ê li dijî dagirkeriyê banga yekbûnê kir

Nivîsa Pêş

KJK: Şoreşa Rojava şoreşeke ku jin bi ruhê fedayî û mîlîtan pêşengtî kiriye ye

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
KJK: “Li her devera Kurdistanê gel rabin û li rûmeta xwe xwedî derkevin”

KJK: Şoreşa Rojava şoreşeke ku jin bi ruhê fedayî û mîlîtan pêşengtî kiriye ye

Gerîlayên HPG û YJA Starê li Avaşînê bi çekên giran li dagirkeran xistin

Gerîlayên HPG û YJA Starê li Avaşînê bi çekên giran li dagirkeran xistin

Manşet

  • Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve
  • Nobeta Ciwanan li Hesekê: Yekbûna Li Ser Ramanên Rêber APO
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava
  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De
  • Li Gelek Bajaran Qurbaniyên Erdhejê Hatin Bîranîn
  • Li Parîsê, Bi Pêşengiya Ciwanan, Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Meşek Hate Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cenevreyê, TCŞ û Ciwanên Enternasyonalîst Ji Bo Beşdarbûna Di Meşa 7ê Sibatê De Banga Beşdarbûnê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Êzidî û Ereb Ji Bo Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Berlînê Ji Bo Rojava Qadan Vala Nehêlin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Sorxwîn û Azadî ji bo me xwedawendên pîroz in’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şîrketa yekitiya berjewendiyan ango AKP belav dibe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.