Enter your email Address

Cumartesi, Şubat 7, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

YPJ: Em erk û berpirsyariyên vê mîrateya dîrokî û berxwedana destanî bi cih bînin

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi wesîleya salvegera 9’emîn a Şoreşa Rojava ya 19’ê tîrmehê daxuyanî da û got, “Em soza xwe dubare dikin ku erk û berpirsyariyên xwe yên vê mîrateya dîrokî û berxwedana destanî bi cih bînin.”

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
19/07/2021 - 12:24
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
YPJ’ê Fermandarê YBŞ’ê Zerdeşt Şengalî û hevalên wî bibîr anî
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi wesîleya salvegera 9’an a Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê daxuyaniyeke nivîskî weşand û salvegera şoreşê pîroz kir.

YPJ’ê diyar kir ku bi navê Yekîneyên Parastina Jinê, wê Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya ku bûye hêviya jiyana gelan a li dijî hêzên hegemon, heta dawiyê wê mezin bike û xwedî lê derkeve. YPJ’ê got, “Li dijî êrişên tên kirin û yên bên kirin, em ê gelê xwe biparêzin, erk û berpirsyariyên vê mîrateya dîrokî û berxwedana destanî bi cih bînin. Em soza xwe ya di vê der barê de dubare dikin.”

Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Em salvegera 9’an a Şoreşa Rojava di serî de li rêberê konfederalîzma demokratîk li Rêber Apo, şehîdên şoreşê hemûyan, berxwedêrên li zindanan, malbatên şehîdan, gelên Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û li tevahiya gelên cîhanê pîroz dikin. Arîn Mîrkan, Zîn Kobanê, Avesta Xabûr, Anna Campbell, Hevrîn Xelef, Yadê Eqîde, Zehra Berkel, Karker Efrîn û Gelhatan bi rêz, hezkirin û minet bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku şoreşê mezintir bikin, bigihînin qadan û dibêjin, ‘Dem dema tolhildanê ye. Dem dema xwedîderketina li şoreşê ye. Dem ew dem e ku li dora rêberê konfederalîzma demokratîk bibin xeleka ji agir û tecrîdê bişikîne’.

Sala 2011’an li dijî sîstema netewe dewletan li gelek welatên Ereb serî hate hildan. Tûnis, Misr, Lîbya û Yemenê pêşengî ji vê serhildanê re kirin. Di demeke wiha de ku gelan dest bi meşa diyarkirina çarenûsa xwe kirin, bêguman gelêw Kurd jî ku ji dîroka hebûna xwe û vir ve ji bo azadiyê têdikoşe, di vê pêrvajoya serhildanê ya Rojhilata Navîn de rêxistiniya xwe xurt kirin û 19’ê Tîrmeha 2012’an di serî de li Kobanê li Rojava hîmên sîstemeke demokratîk danîn. Şoreşa Rojava şênberiya keda 20 salan a Rêber Apo y a li xaka Rojava ye. Ev şoreşa ku pêk hat, bi pêşengiya jinên Kurd û gelê Kurd hestên gelan hemûyan ên li herêmê hişyar kir, bû sembol û yekîtiya gelan a Kurd, Ereb, Suryan, Asûrî, Ermenî û Tirkmen, bû hêviya jiyana azad ji cîhanê re. Gel bi îradeya xwe, bi paradîgmaya azadîparêziya jinê, demokratîk û ekolojîk derbasî sîstema konfederalîst demokratîk bû û rêveberiya xwe afirand. Jinên Kurd ên ku pêşengî ji şoreşê re kirin, bandor li jin û ciwanên herêmê kirin, piştre bi têkoşîn û tilîliyên xwe yên azadiyê bandor li jin û ciwanên cîhanê kir û kirin ku ji her devera cîhanê jin tevlî vê govenda azadiyê bibin. Şoreşa Rojava şoreşeke ku ji bo avakirina civaka azad pêk hatiye. Rewatiya Rêveberiya Xweser ku hêviya jiyana demokratîk a gelan e, ji bo gelên ku îro li lêgerîna jiyana demokratîk e, bûye modeleke jiyanê ya nû. Ji ber vê yekê naskirina statuya Rêveberiya Xweser naskirina îradeya gelan e. Xwedîderketina li vê modelê ku xala diyarker a serdemê ye, wezîfeya bingehîn a tevgerên gel ên azadîxwaz û demokratîk hemûyan e.

Ji dema ku hîmên şoreşê hatin danîn û pê ve, dewleta çete û mafya ya Tirk xwe li vê şoreşê ranegirt, çeteyên DAÎŞ’ê ji her alî ve fînanse kir, herî dawî di bin navê pirsgirêka ‘man û nemanê’ de bi îdîaya parastina sînorên xwe, ji bo xeyalên xwe yên Osmaniya Nû pêk bîne, êrişên dagirkeriyê bir ser xaka rizgarkirî. Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî di encama van êrişan de hatin dagirkirin.

Di encama êrişên dewleta çete û mafya ya Tirk de bi hezaran mirovên me bi xwînxwarî hatin qetilkirin. Îro jî li Efrînê destdirêjî li jinan tê kirin, sivîl têne revandin, extiyar û zarok tên kuştin, li bajarên ji aliyê dewleta çete û mafya ya Tirk ve hatine dagirkirin bi her awayî sûcên li dijî mirovahiyê têne kirin.

Ji bo guhertina demografiya bajarê Efrînê polîtîkayên qirkirinê têne meşandin. Bi heman rengî li bajarê Serêkaniyê li qaşo dibistanan perwerdeya çekê didin zarokan. Tevî ku ev yek di çapemeniyê de hate weşandin jî cîhan li pêşberî vê yekê xwe li kerr, lal û korbûnê datîne û van sûcên li dijî mirovahiyê ji nedîtî ve tê. Ji ber ku Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropa statuya Rojava nas nakin, êrişên dewleta çete û mafya ya dewleta Tirk rewa dikin.

Bi navê Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) em soza xwe dubare dikin, em ê Şoreşa 19’ê Tîrmehê heta dawiyê biparêzin û mezin bikin ku li dijî hêzên hegemon hêviya jiyanê ya gelan e. Li dijî êrişên tên kirin û yên bên kirin, em ê gelê xwe biparêzin, erk û berpirsyariyên vê mîrateya dîrokî û berxwedana destanî bi cih bînin. Em soza xwe ya di vê der barê de dubare dikin.

Bi navê YPJ’ê em destnîşan dikin ku li gel gelê Kurd û hemû gelên bindest in. Di salvegera 9’emîn a şoreşê de bi biryardariya bicihanîna erk û wezîfeyên xwe em soz didin ku armanca xwe ya azadkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bi cih bînin, xewn û xeyalên nîvcomayî yên gelê xwe pêk bînin û bersivê bidin hêvî û bendewariyên gelê xwe.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

PAJK: Şoreşa Jinê ya Rojava, bû çavkaniya hêviyê ji mirovahiya pêşverû re

Nivîsa Pêş

KCK ê bi bone ya cejnê peyamek pîrozbahiyê weşand

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
KCK: Wê hesab ji kujerên Cemîl û Demhat bê pirsîn

KCK ê bi bone ya cejnê peyamek pîrozbahiyê weşand

Helîn Umît:  Rêber Apo Xeta Serbixwe û Azad e’

Hêlîn Umît: Ger hebûna gelê Kurd were qebûl kirin, ew ê bi naskirina rêveberiya xweser re be

Manşet

  • Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve
  • Nobeta Ciwanan li Hesekê: Yekbûna Li Ser Ramanên Rêber APO
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava
  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De
  • Li Gelek Bajaran Qurbaniyên Erdhejê Hatin Bîranîn
  • Li Parîsê, Bi Pêşengiya Ciwanan, Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Meşek Hate Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cenevreyê, TCŞ û Ciwanên Enternasyonalîst Ji Bo Beşdarbûna Di Meşa 7ê Sibatê De Banga Beşdarbûnê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Êzidî û Ereb Ji Bo Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Berlînê Ji Bo Rojava Qadan Vala Nehêlin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Sorxwîn û Azadî ji bo me xwedawendên pîroz in’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPS: Yekineyên me yên tollhildanê li stenbolê çalakî pêk anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.