Enter your email Address

Salı, Aralık 23, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

PAJK: Şoreşa Jinê ya Rojava, bû çavkaniya hêviyê ji mirovahiya pêşverû re

Koordînasyona Partiya Azadiyê ya Jinê ya Kurdistanê (PAJK): Di salvegera 9'emîn a Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê de em vê şoreşê ku veguheriye cejna berxwedanê ya gelên Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê, li jinan û gelan pîroz dikin û jinên ku pêşengiyê ji şoreşê re dikin û destketiyan diparêzin silav dikin.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
19/07/2021 - 12:17
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
YPJ’ê 8’ê Adarê bi merasîmeke bi heybet pîroz kir
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Koordînasyona Partiya Azadiyê ya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) li ser malpera xwe ya înternetê “pajk.org” bi wesîleya salvegera 9’an a Şoreşa Rojava daxuyaniyek weşand.

Peyama PAJK’ê wiha ye:

“Şoreşa Rojava ku 19’ê Tîrmeha 2012’an li Kobanê weke çirûskeke biçûk dest pê kir, li tevahiya bajarên Rojava belav bû, veguherî hêviya azadiyê ji gelên Kurdistan, Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê re. Em salvegera 9’an a Şoreşa Rojava pîroz dikin. Di şexsê Silava, Revan, Arîn Mîrkan, Barîn, Dayê Aqîde, Hevrîn Xelef, Hêlîn (Anna Campbell) û temsîla têkoşîna hevpar a jinên Ereb-Kurd Seda Feysel El Hermez û Hinde Latîf El Xidir de şehîdên Şoreşa Rojava hemûyan bi bîr tînin ku bûn ronahiya hêviya mirovahiyê, di pêşvebirin û serxistina şoreşa Rojava de bi rola lehengiyê rabûn.

Şoreşa Jinê ya Rojava ku şoreşa destpêkê ya sedsala 21’ê ye, şênberiya keda 20 salan a Rêber Apo ya li Rojava ye. Şoreşa Rojava ku bi dirûşma jin a azad civaka azad li dijî çeteyên El Nûsra û DAÎŞ’ê têkoşîn hate meşandin û bi vî rengî Şoreşa Rojava hate afirandin, îro bi projeya neteweya demokratîk a Rêber Apo baweriya bi xeyalên azadiyê û paşeroja azad a mirovahiyê xurt dike. Şoreşa Rojava ne tenê bandor li Kurdistanê kir, her wiha li nava tevahiya gelên Rojhilata Navîn û cîhanê jî deng veda û mirov pêl bi pêl tevlî vê şoreşê bûn. Şoreşa Rojava ya ku bi pêşengiya jinên Kurd, Ereb, Ermen û Suryan pêk hat, careke din şênber kir ku sedsala 21’ê sedsala azadiya jinê ye. Li dijî çeteyên DAÎŞ’ê ku êrişî mîrateya dîrokî û çandî ya mirovahiyê dikir û ji aliyê hegemonya navneteweyî ve li Rojhilata Navîn weke çekekê dihatin bikaranîn, bi ruhê têkoşînê yê bêhempa, bi xeta şer a gelê şoreşgerî ev çete hatin beralîkirin û bi têkoşîna bêeman a bi hezaran şehîdên leheng bêhn hate ber Şoreşa Rojava, bû çavkaniya hêviyê ji mirovahiya pêşiverû re. Bi modela neteweya demokratîk û paradîgmaya azadîparêziya jinê, demokratîk û ekolojîk, di heman demê de bû tirsa dilê faşîzmê û dewleta Tirk.

Yek ji sedemên herî mezin ên êrişa dewleta Tirk a faşîst a li ser Şoreşa Rojava ew e ku Şoreşa Rojava şoreşeke jinê ye û bi paradîgmaya azadiya jinê ava bûye. Dewleta Tirk a faşîst ku kujerê jinan e, di bingeha êrişên wan ên heta niha li dijî Rojava kiriye ev rastî heye. Ji ber vê yekê dijberiya li Şoreşa Rojava ya ku 9 sal berê li Kobanê şîn bû, di dema êrişa çeteyên DAÎŞ’ê ya sala 2014’an a li ser Kobanê de bi gotina ‘Kobanê dikeve, li ber ketinê ye’ hêrs û kîna xwe ya li dijî şoreşê raxist pêş çavan. Ji xwe ji aliyê tevahiya gelên cîhanê ve tê zanîn bê çeteyên DAÎŞ’ê çima di ser Tirkiyeyê re êrişî Şoreşa Rojava dikirin. Ji dema pêkhatina şoreşa jinê ya Rojava û vir ve êrişên dewleta Tirk a faşîst ên li ser şoreşê dewam dikin.

Dewleta Tirk a faşîst ku bi gotina ‘Kobanê li ber ketinê ye, Kobanê dikeve’ xwedî li çeteyên DAÎŞ’ê derket, li gel hêzên hegemon ên navneteweyî ev çete afirand. Ji bûyerên ku diqewimin tê fêhmkirin û şênber e ku dawiya dewleta Tirk a faşîst tê û di pozîsyona ‘Dikeve, li ber ketinê ye’ de ye. Hilweşandina faşîzmê, têkbirina wê mîna ku di Şoreşa Rojava de hate kirin wê bi berxwedan û têkoşîna hevpar a gelan bibe. Çawa ku li Rojava têkoşîna hevpar a bi lêgerîna azadiyê ya jinan Şoreşa Rojava afirand, îro jî bi aqil û ruhê hevpar ê jinan di çarçoveya paradîgmaya azadîparêziya jinê demokratîk û ekolojîk, wê bi têkoşînê sîstema kapîtalîst faşîst bê têkbirin û mirovahiya pêşverû wê ji vê sîstema paşverû rizgar bibe.

Di salvegera 9’emîn a Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê de em vê şoreşê ku veguheriye cejna berxwedanê ya gelên Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê, li jinan û gelan pîroz dikin û jinên ku pêşengiyê ji şoreşê re dikin û destketiyan diparêzin silav dikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Mûrat Karayilan: Em ê bi fedakarî û lehengiya hevalên qehreman serkeftinê bi dest bixin

Nivîsa Pêş

YPJ: Em erk û berpirsyariyên vê mîrateya dîrokî û berxwedana destanî bi cih bînin

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
YPJ’ê Fermandarê YBŞ’ê Zerdeşt Şengalî û hevalên wî bibîr anî

YPJ: Em erk û berpirsyariyên vê mîrateya dîrokî û berxwedana destanî bi cih bînin

KCK: Wê hesab ji kujerên Cemîl û Demhat bê pirsîn

KCK ê bi bone ya cejnê peyamek pîrozbahiyê weşand

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Ciwanên Hesekê û Reqqa Li Hemberê Erişên Daketin Qadan
  • Ciwanên Qamişlo Li Hemberê Erişên Daketin Qadan
  • Êrîşên Li Ser Helebê Berdewam Dike
  • Rêxistinên Ciwanan MESEM’ê Protesto Kir
  • Bi pêşengtiya ciwanan li Kobanê berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê silav kirin
  • Di Êrîşên Li Ser Helebê De Jinek Hat Qetilkirin û Hejmara Birîndaran Derket 6’an

Herî zêde hatine xwendin

  • ‘Em Şehîdên Xwe Yên Têkoşînê Yên Sala 2023’an Bi Hurmet Bi Bîr Tînin’

    ‘Em Şehîdên Xwe Yên Têkoşînê Yên Sala 2023’an Bi Hurmet Bi Bîr Tînin’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanek ji Laziqiyê Winda Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di Encama Teqînek De Jinek Ciwan Jiyana Xwe Ji Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Qamişlo Li Hemberê Erişên Daketin Qadan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan Civîna Xwe ya Salane li Hesekê Lidar xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Bîranîna Rast Pêşxistina Têkoşînê Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Em Ji Bo Geşkirina Jiyanê Tovên Hêviyê Diçînin’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Desteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Firatê li hev civîyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên herêma Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.