Enter your email Address

Perşembe, Şubat 5, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Berxwedana topyekûn tevî gerîla

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
06/05/2021 - 0:05
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
FLAŞ – Gerîla TV dîmenê çalakiya sekvaniyê ya gerîlayên HPG’ê ya li Heftanîn parve kir
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN –
Gulîstan ÇIYA ÎKE nivîsand
Tevgera dagirkirina Başûrê Kurdistanê ya dewleta Tirk, zêdeyî hefteyekê ye dewam dike. Tevî ku artêşa Tirk bi hêzeke mezin û her cure teknîkê êriş dike, nikare li hemberî gerîla serketî be. Di nava hefteyekê de artêşa Tirk derbên giran xwarin, li qereqolên xwe yên li ser sînor asê ma. Li hin deveran jî xwe disipêre van qereqolên kevin û hewl dide hin giran dagir bike. Lê rojane gerîla derb li ser derbê lê dide, artêşa Tirk ji hev dixe. Desthilata faşîst AKP-MHP ku şerî belavî Herêmên Parastina Medyayê dike, bi vî rengî wî derfetî dide gerîla ku derb li artêşa Tirk bide. Lê ji bo desthilata Erdogan-Bahçelî rojane mirina ciwanan bê qîmet e, ji ber vê jî bi israr tevgera dagirkirinê dewam dikin. Li dijî vê, gerîla jî bêhempa, canbexşane li ber xwe dide. Xuya ye, heta rûxandina desthilata AKP-MHP’ê ev berxwedan dê dewam bike. Hêrs û nerazîbûna li dijî zilma li ser gelê Kurd, di şexsê gerîla de vediguhere berxwedaneke fedayiyane. Ji ber vê, şerê li Herêmên Parastinê yên Medyayê, bêguman şerekî mezin û dîrokî ye. Gerîlayên azadiya Kurdistanê di vî şerî de careke din eşkere kirin, ew rûmeta gelê Kurd in.

Lê ji bo berxwedana fedayiyane ya gerîla bigihe serketin û zaferê, divê têkoşîneke pirralî pêk were. Şaş e ku mirov hêviya berxwedan û têkoşînê tenê ji gerîla bike. Dîsa tenê ji cihê xwe ve temaşekirina li şer û ji gerîla re li çepikan dayîn jî ne helwêsteke rast e. Di vê rewşê de lazim e Kurdên li 4 beşên welat û derve, dost hemû çalaktir tevbigerin. Fikra ku ev şer dê tenê bi berxwedana leşkerî bigihe serketinê xefleteke mezin e. Ji ber vê di serî de li Kurdistan, Tirkiye û seranserê cîhanê, divê Kurd û dostên xwe, li gel hêzên demokrasiyê xwe tevdin û wiha destekê bidin vê berxwedanê.
Divê ev bê zanîn, dagirkirina Herêmên Parastinê yên Medyayê tê wateya dagirkirin û îlheq-kirina Başûrê Kurdistanê hemûyî. Bi vê dagirkirinê, dixwazin Başûr bi temamî bixin nava pencên pergala qirkirinê. Fêmnekirina vê, fêmnekirina rastiya dewleta Tirk a qirker û dijminê Kurdan e, xefleteke dîrokî ye. Ji vî alî ve lazim bû di serî de rewşenbîr, hunermend û raya giştî ya Başûr bi temamî li dijî dagirkirina axa welat zend û bendên xwe badana, gel û hêzên siyasî jî bixistina nava vê berxwedanê. Eşkere ye, ev helwêst lawaz û kêm maye.

Tê zanîn, PDK li herêmên di bin desthilata xwe de ji bo berxwedanê, yan jî nerazîbûna gel a li dijî dagirkeriyê asteng bike, her tiştî dike. Lê YNK jî rabû di çalakiyeke protestokirina dagirkeriyê de 50 ciwan, jin û aktîvîst kirin nezaretê. Bi rastî jî ev helwêsteke ecêb e, mirovî matmayî dihêle. Çawa wisa dibe? Tê fêmkirin, zexta dewleta Tirk û PDK’ê hiştiye YNK jî gaveke wisa bavêje. Eşkere ye, ev helwêst li hêzeke siyasî ya ji rêûresma Îbrahîm Ehmed û Mam Celal Talebanî nayê. Di dema vê tevgera dagirkirina Kurdistanê de ku ji bo gelê Kurd êriş û gefeke mezin e, divê bê zanîn, ev kiryara YNK’ê ji aliyê gelê welatperwer ê herêma Soran ve nayê pejirandin. Îradeya rast û bihêz ya siyasî ew e, di demên wiha de li hemberî zextan sekneke birûmet were raberkirin û serî neyê tewandin.

Çawa ku ev tevgera dagirkirinê Başûrê Kurdistanê elaqeder dike, yekser Bakurê Kurdistanê jî elaqeder dike. Dijwariya zext û zordestiya dewleta Tirk li Bakur pêk tîne, tê zanîn. Lê ku hin kesayet û derdor bi berpirsyariyên xwe rabin, gelê Bakur jî dê helwêsta pêwîst nîşan bide. Di Newrozê de gel nîşan da ku ew ê li dijî dagirkeriya qirker têbikoşe. Lazim e yên pêşengiya gel bikin, bi berpirsyariyê rabin û derkevin holê. Li Bakurê Kurdistanê bi hezaran jin û ciwan hene pêşengiya tevgera gel bikin. Bi têkoşîna bi dehan salan rêûresmeke bihêz û bîreke kûr a têkoşîna demokratîk çêbûye. Ya rastî li Bakur bi hezaran Kurd hene ku bi awayekî xwezayî dikarin lîdertî û pêşengiya gel bikin. Gelê Bakurê Kurdistanê yek ji gelên herî polîtîk û zana yê cîhanê ye. Lewma yên ku lîdertiya xwezayî bikin, divê li benda ti kesî nemînin, ji bo gel bixin tevgerê, divê xwe bidin pêş. Kurtukurmancî, lazim e li Bakurê Kurdistanê li dijî vê dagirkeriyê helwêstek derkeve holê. Divê ruh û sekna Newrozê li dijî dagirkeriyê bibe helwêsteke çalak.

Heke ev berxwedan tenê li ser milên gerîla bê hiştin, dewleta Tirk a dagirker wê êrişan bênavber dewam bike. Bêhelwêstî, bêreaksiyonmayîn, dê bihêle hem gerîla hem gel berdêlên mezintir bidin. Berdêleke ku îro nehatî dayîn, sibe dusibe wê dehqat zêdetir bê dayîn. Ji vî alî ve, li 4 beşên Kurdistanê û derveyî welat ji bo destekê bide gerîla divê gel her rê û rêbazê biceribîne.

Ji aliyê din ve, desteka herî mezin ya ji bo gerîla tevlîbûna nav refên têkoşîn û berxwdana gerîla ye. Jixwe, ciwan dikarin xwe bi rê û rêbazên cuda bigihînin gerîla. Dikarin bi vî rengî tevlî nav refên têkoşîna hebûnê ya neteweyî û azadiyê bibin. Bi deh hezaran ciwanên wiha hene. Bi rêyekê dikarin xwe bigihînin qadên têkoşînê. Ku ciwanên Kurd wiha berê xwe bidin qadên gerîla, hingê serketina têkoşînê de misoger be.
Bêguman ciwan li her cihê lê ne jî dikarin berpirsyariyên xwe yên dîrokî pêk bînin. Divê bê gotin, berxwedana fedayiyane ya gerîla di serî de bang li ciwanan dike.

Destpêkê ciwan, bi hêviya gelê Kurd li her deverê bersivê bide vê banga ji bo berxwedanê ya gerîla û têkoşînê xurt bike.

YENİ ÖZGÜR POLİTİKA

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Pênûsa Gerîla – Evîneke sergirtî

Nivîsa Pêş

Ciwanên PYD’ê li Qamişloyê bang kirin: Em li gel gerîla ne!

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Ciwanên PYD’ê li Qamişloyê bang kirin: Em li gel gerîla ne!

Ciwanên PYD'ê li Qamişloyê bang kirin: Em li gel gerîla ne!

Hunermend Bavê Kurdo: “Ji bo dilê dayîkan xweş bibe ez wêneyên şehîdan xêz dikim”

Hunermend Bavê Kurdo: "Ji bo dilê dayîkan xweş bibe ez wêneyên şehîdan xêz dikim"

Manşet

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin
  • Bi Agirê Dilê Me Berxwedan Bê Dawî Dibe
  • Ji Aliyê TCŞ û YJK-E Ve Li Frankfurtê Ji Bo Rojavayê Çalakiya Bi Hêz Ya Infostandê
  • Li Bajarê Torino Ya Îtalyayê Ji Aliyê Ciwanên Taxên Karkeran Ve Daxuyaniya Piştgiriyê Bi Rojavayê Re
  • Li Hamburgê Ji Bo Rojavayê Çalakiya Şanoyê
  • Ciwanên Şoreşger li rojhilatê Kobanê dev ji parastinê bernadin
  • Jinên Ciwan ên Kobanê çalakiya keziyan lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Kobanê çalakiya keziyan lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hamburgê Ji Bo Rojavayê Çalakiya Şanoyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Agirê Dilê Me Berxwedan Bê Dawî Dibe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger li rojhilatê Kobanê dev ji parastinê bernadin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Silêmaniyê Zarokan Bi Hunerê Xwe Piştgirî Ji Berxwedana Rojava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan Li Dêrikê Li Ser Sûrên Kezî Ku Sembola Berxwedana Jinên Kurd e Boyax Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KCK: Xwedîderketina Li Rojava Divê Daîmî Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.