Enter your email Address

Perşembe, Şubat 5, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Ji Pênûsa Gerîla – Evîneke sergirtî

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
06/05/2021 - 0:03
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Viyan Soran evîna xwe ya azadiyê xist dilê hemû jinên Kurdistanê
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Di nav tekoşîna azadiyê de ji nû ve xwe afirandin û bi kesayeta xwe tekoşîn pêş xistin… Rastiyek nepen, evîneke sergirtî. Nepeniyeke ku bala her kesî dikişand ser xwe. Tu kesî ferq nedikir, ew çi balkêşiye! Tenê weke hezkirinek bênav xwe dixist dilê her kesî. Cara yekê sala 2002’yan li dola Ş. Harûn min hevala Viyan dît. Cara diduyan di sala 2004 an di civîneke çapemeniyê de min ew dît. Dîtineke pir balkêşbû ji bo min. Dîtinek bû ku min nedixwest ji ber çavên min winda bibe. Her liv û lebateke wê ji bo min mijareke hezkirinê bû. Ez hingê pir fikirîm, gelo ev çi taybetmendî û bedewiye ku bala min tim dikişîne ser xwe! Lê min hingê bersiv nedît. Tenê min ew fikirandin di dilê xwe de girt. Heta pêvajoya Jinûve Avakirina PKK’ê, wê balkêşî û hezkirina xwe di dilê min de veşart. Mîna rastiya rêheval Viyan a veşartî. Li hemberî kesayetiya rêheval Viyan nêrîna destpêkê wiha bi min re pêşket. Di wateya rast de, ew kesayetek balkêşbû. Bi sekna xwe, bi axaftin û danûstandina xwe tim bala derdorê dikişand ser xwe. Pir caran hevalên ew nasnedikirin, ji hev dipirsîn “ev heval kî ye, çawaye?” Lê tu kesê ku bi qasî hevala Viyan xwe da naskirin, ew nas nekir. Tim dihat gotin; “ev hevalek cewherî ye, jidile, girêdayî ye…” Lê dîsa bêjim, ti kesî wekî wê bersiva rast neda. Ji ber ti kes pê nedihesî ku rêheval Viyan li hemberî paşverûtî û kevneperestiyê rojane çend volkanan di dil û mejiyê xwe de diteqîne, rojane çend hendafan derbas dike, rojane çend zincîran dişkîne. Tenê wê dizanî, ji ber hezkirin û dilsoziyek rast tevahî dil û mejiyê wê dorpêç kiribû. Ji bo Rêber Apo hezkirin û girêdana rêheval Viyan di dilê xwe de jiyan dikir, evîneke veşartî û sergirtî bû. Di wateya rast de nûvejîna evîna Kurd a hemdem bû.

Welatê roj û agir bi destanên mirovên xwe ji bo azadî û serbestiya hev feda dikin dagirtiye. Lewre tê gotin; dema ji bo azadiya hev, giyaneke xwe fedakirinê nebe, ew hezkirin, nabe hezkirin. Lewre hezkirin û lêgerîna ku rêheval Viyan rojane dijiya, xemlek pir bi şeml dida sekna wê. Di nav tevgera me ya azadiyê de civînên mezin ên weke kongre rastiya kesayetan bi awayeke pir vekirî derdixe holê pêk tên. Her kesayetek di wan civînan de bi helwest û seknên xwe zelal dibin û xwe didin naskirin. Piştî ez derbasî dibistana PKK’ê bûm, hem di Kongreya PKK’ê, hem jî di Civata Azadiya Jinêya KJB’ê de em bi hev re bûn. Lê bihevrebûnek bi mesafe. Wekî her hevalekê ez nikarim bêjim ku em pir nêzîkî hevbûn, a min hezkirinek sergirtî û hinekê jî şermokî bû. Şopandin û lêgerîna, naskirinê hinek bi mesafebû. Bi qasî min naskir, ew hevalek pir ji dil bû, di dilê xwe de bi giraniya pirsgirêkên me yên rêxistinî û kadroyî dihesiya, ji bo naskirinê li her kesî guhdar dikir. Di mijara netewiyetê de ji her kesî pêşdetir bû. Ji bo wê, di navbera hevalan de ti ciyawaziyek tunebû. Bi ciwanan re ciwan, bi mezinan re giranbû. Di mijara azadiya jinê de ji her kesî zêdetir xwedî lêgerîn bû. Di her liv û tevgereke xwe de berpirsiyar bû. Ji her kesî zêdetir bi giranî û cidiyeta pirsgirêkan dihesiya û li cihên pêwîst bêy ku ti dudilî û berjewendiyeke şexsî bifikire xwedî helwest bû. Belê xwedî helwestên herî aqilane û cihgirtî bû.

Tê bîra min, dema em di Civata Azadiya Jinê de bûn, ji bo pir mijaran hevala Viyan nêrîn û rexneyên xwe anî ziman, her wiha pir pêşniyar jî kirin. Li hemberî nêrîn, rexne û pêşniyarên hevala Viyan yek nêrîneke dijber jî derneket. Wê demê me di nav xwe de nîqaş dikir, hevalekê ji min re got; “ev heval çiqas şarezaye, heta niha yek pêşniyareke wê jî vala derneketiye. Çi dibêje, yekser tê pêjirandin.” Ez li ser vê pir hizirîm, bi rastî jî wisa bû. Jixwe piştî Civata Azadiya Jinê qediya, hevala Viyan li cem me amadekariyên xwe kir, xatirê xwe ji me xwest û derbasî qada xebatên HPG’ê bû. Di wê deme de her kesî bawerî bi wê, xwestek, îdîa û morala wê dianî û pir kesan bawer dikir wê di HPG’ê de pêngaveke mezin bavêje. Hîn ez li dibistana PKK’ê bûm, xebera çalakiya rêhevala Viyan gihişt me. Hingê ez pir li ser fikirîm, gelo ev bersiva wê balkêşiya nepen a bênav e? Ya ez lê digeriyam gelo ev bû?! Ya rast ez dikarim bêjim ku ev çalakî bersiva rast a wê balkêşiyê ye, ku di nav de hezkirin û lêgerîna azadiyê veşartîbû…

Di kesayeta Rêheval Viyan de careke din bi awayeke pir vekirî derket holê ku hezkirin û girêdana Rêber Apo mirovan bedew û balkêş dike. Mîna pir kesayetên pîroz û dilpak ên weke Zîlan, Sema û hwd. Bi rastî jî wisaye, yên ku di dil de bi Rêber Apo re rojane 24 saetan dijîn, tim mezin û bi wate dijîn. RêhevalViyan jî bi wê bedewî, bilindî, dilpakî û lehengiya kesayeta xwe, xwe bi me da naskirin. Bi çalakiya xwe, dilên bêhiş mayî hejand û qerînên jina azad careke din bilind kir. Lewma em dibêjin weke jinên lêgerînvan û şervanên azadiyê, rêheval Viyan niha rêbera me ye û sekna wê dê rêya me her tim ronahî bike. Sekna wê di gel lêxweyîderketin û jiyîna bi Rêber APO re, careke din em vexwendin bilindkirin û pêşxistina tekoşîna jina azad.

Zozan AGİRÎ

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 6’Ê GULANA 2021’AN

Nivîsa Pêş

Berxwedana topyekûn tevî gerîla

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
FLAŞ – Gerîla TV dîmenê çalakiya sekvaniyê ya gerîlayên HPG’ê ya li Heftanîn parve kir

Berxwedana topyekûn tevî gerîla

Ciwanên PYD’ê li Qamişloyê bang kirin: Em li gel gerîla ne!

Ciwanên PYD'ê li Qamişloyê bang kirin: Em li gel gerîla ne!

Manşet

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin
  • Bi Agirê Dilê Me Berxwedan Bê Dawî Dibe
  • Ji Aliyê TCŞ û YJK-E Ve Li Frankfurtê Ji Bo Rojavayê Çalakiya Bi Hêz Ya Infostandê
  • Li Bajarê Torino Ya Îtalyayê Ji Aliyê Ciwanên Taxên Karkeran Ve Daxuyaniya Piştgiriyê Bi Rojavayê Re
  • Li Hamburgê Ji Bo Rojavayê Çalakiya Şanoyê
  • Ciwanên Şoreşger li rojhilatê Kobanê dev ji parastinê bernadin
  • Jinên Ciwan ên Kobanê çalakiya keziyan lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Kobanê çalakiya keziyan lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hamburgê Ji Bo Rojavayê Çalakiya Şanoyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Agirê Dilê Me Berxwedan Bê Dawî Dibe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger li rojhilatê Kobanê dev ji parastinê bernadin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Silêmaniyê Zarokan Bi Hunerê Xwe Piştgirî Ji Berxwedana Rojava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan Li Dêrikê Li Ser Sûrên Kezî Ku Sembola Berxwedana Jinên Kurd e Boyax Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KCK: Xwedîderketina Li Rojava Divê Daîmî Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.