Enter your email Address

Çarşamba, Şubat 4, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Rojnamevaniya Kurdî

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
23/04/2021 - 0:03
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
26 sale kujerên Apê Mûsa hê jî serbest in
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – 
Aslan ASLAN nivîsand 
Îro roja rojnamevaniya Kurdî ye. Beriya bi 123 salan, ango 22’yê Nîsana 1898’an li paytexta Misrê Qahîreyê rojnameya destpêkê a bi Kurdî ‘Kurdistan’ê dest bi weşana xwe kir. Ji ber vê yekê jî ev roj wekî roja rojnamevaniya Kurdî hat binavkirin. Ev çend sal in jî ew roj tê pîrozkirin.

Heger em li rojnameya destpêkê ya Kurdan binihêrin, bi tîpên Erebî hatiye çapkirin û li derveyî Kurdistanê hatiye çapkirin. Sedem jî astengî û qedexeya li ser zimanê Kurdî bû. Ji ber vê yekê jî hejmarên pêşî yên rojnameyê li Misrê, piştre li Swîsre û Ingilîstanê tên çapkirin. Bi tevahî 31 hejmarên wê hene û rojnameyê giranî daye ser ziman, perwerde û çanda Kurdistanê. Vê xebata destpêkê ya rojnamevaniyê rê li ber rêûresma rojnamevaniya Kurdî vekir. Piştî bi salan, rojnameyên Kurdî hatin çapkirin. Televizyonên Kurdî vebûn û radyoyên Kurdî dest bi weşanê kirin. Lê ji ber qedexe û astengiya li ser zimanê Kurdî gelek weşan li derveyî welat hatin kirin. Wekî rojnameya destpêkê ya Kurdistanê, televizyona destpêkê ya Kurdî Med TV jî li derveyî welat ango li Ewrûpayê dest bi weşana xwe kir. Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê jî rojname û kovar hatin derxistin. Lê zext, zordarî û qedexeya li ser wan di asta herî jor de bû.

Di salên 1990’î de rojnameyên Kurdan hatin bombekirin. Rojnamevan hatin kuştin, revandin û êşkence li wan hat kirin. Lê dîsa jî Kurdan dev ji rojnamevaniyê berneda û ew ketin pey şopa heqîqetê. Ji bo ku rastî di tariyê de nemînin, rojnamevanên Kurd canê xwe feda kirin. Yek ji wan rojnamevanan jî Mûsa Anter bû. Carekê li dadgehê ji Apê Mûsa dipirsin, çima tu bi Kurdî dinivîsî? Apê Mûsa jî dibêje, li Stenbolê Cihû, Rûm û Ermenî rojnameyan derdixînin. Xelkên Ingilîz û Fransî jî rojnameyan li vî welatî çap dikin. Lê tenê ez bi Kurdî dinivîsim û wê çi bibe? Hakimê dadgehê dibêje, mafê wan heye, ji ber ku hejmara wan kêm e. Belê ev mînak dijminatiya li dijî zimanê Kurdî radixe ber çavan. Apê Mûsa dehê caran li dadgehên Tirk tê dadgehkirin, girtin û êşkence lê tê kirin. Ji ber fîkandina bi Kurdî tê girtin û êşkence lê tê kirin.

Ji wan rojên reş û tarî îro rêûresmeke çapemeniya azad li her derê ava bûye. Pêşengiya wê jî Kurd dikin. Xebata destpêkê ku li Qahîrê dest pê kir, îro li tevahiya cîhanê belav bûye. Îro Kurd bi zimanê xwe û li welatê xwe rojnameyên xwe çap dikin. Li welatê xwe weşana xwe û xebata xwe dikin. Erê rast e, astengî û qedexe bi dawî nebûne, lê dîsa jî rastî di tariyê de namînin. Cara pêşî rojnameya Kurdistanê ji aliyê Mîqdad Mîthed Bedirxan ve hat derxistin û wê demê jî astengî hebûn. Îro jî heman tişt heye. Em li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê dinihêrin û dibînin ku hevalên me yên rojnamevan di şert û mercên çawa de dixebitin. Hê jî bi sedan hevalên me yên rojnamevan di hepsan de ne. Dewleta Tirk welat veguherandiye zindana rojnamevanan.

Li Başûrê Kurdistanê jî heman tişt xuya dike. Her çiqas em qala devereke federal û herêma Kurdistanê dikin jî rewş xerab e. Rêxistina rojnamevanên sînornenas (RSF) rapora xwe ya dawî ya salê eşkere kir û di vê raporê de rewşa li Başûrê Kurdistanê jî heye. Rapor destnîşan dike ku li wê derê rojnamevan tên kuştin, girtin û êşkenceli wan tê kirin. Mixabin mirov ji ber vê rewşê xemgîn dibe. Çawa dibe ku li Başûrê Kurdistanê ev tişt diqewimin. Lê agahiya xweş jî li Rojavayê welatê me ye. Îro li Rojavayê Kurdistanê rêûresmeke çapemeniyê bi pêş dikeve. Piştî şoreşê, televizyon hatin vekirin, rojname hatin çapkirin, radyo û kovar hene. Îro bi sedan rojnamevan li Rojava karê xwe dimeşînin. Ev yek hêviyê dide mirovan. Neviyên Mîqdad Mîthed Bedirxan û Mûsa Anter li ser axa Kurdistanê rastiyan radigihînin. Bila ev roj li rojnamevanên Kurdistanê û xebatkarên çapemeniya azad pîroz be. Em ê her tim li pey şopa heqîqetê bin

YENİ ÖZGÜR POLİTİKA

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 23’Ê NÎSANA 2021’AN

Nivîsa Pêş

Ji Pênûsa Gerila – Xeyal û armancên me yek bû

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Ji Pênûsa Gerîla – Remza Rihê Fedayîtiyê

Ji Pênûsa Gerila - Xeyal û armancên me yek bû

TAYBET – Di nava şer de Sitranên Kurdistanê

TAYBET - Di nava şer de Sitranên Kurdistanê

Manşet

  • Ciwanên Şoreşger li rojhilatê Kobanê dev ji parastinê bernadin
  • Jinên Ciwan ên Kobanê çalakiya keziyan lidarxistin
  • Yekîtiya Jinên Ciwan Li Dêrikê Li Ser Sûrên Kezî Ku Sembola Berxwedana Jinên Kurd e Boyax Kirin
  • Şehîdê Yekîtiya Neteweyî Ehmed Hêmin Ku Di Berxwedana Rojava De Şehîd Bû, Li Silêmaniyê Hate Bibîranîn
  • Li Silêmaniyê Zarokan Bi Hunerê Xwe Piştgirî Ji Berxwedana Rojava Kirin
  • KCK: Xwedîderketina Li Rojava Divê Daîmî Be
  • Ji Abya Yala Heta Kurdistanê, Gel Ji Bo Şoreşê Serî Hildidin

Herî zêde hatine xwendin

  • Jinên Ciwan ên Kobanê çalakiya keziyan lidarxistin

    Jinên Ciwan ên Kobanê çalakiya keziyan lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KCK: Xwedîderketina Li Rojava Divê Daîmî Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Silêmaniyê Zarokan Bi Hunerê Xwe Piştgirî Ji Berxwedana Rojava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîdê Yekîtiya Neteweyî Ehmed Hêmin Ku Di Berxwedana Rojava De Şehîd Bû, Li Silêmaniyê Hate Bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan Li Dêrikê Li Ser Sûrên Kezî Ku Sembola Berxwedana Jinên Kurd e Boyax Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger li rojhilatê Kobanê dev ji parastinê bernadin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Abya Yala Heta Kurdistanê, Gel Ji Bo Şoreşê Serî Hildidin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê dev ji parastina heremê bernadin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.