Enter your email Address

Perşembe, Aralık 11, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK’ê Çarşema Sor Pîroz kir

"Em cejna Çarşema Sor a gelê xwe yê Êzidî pîroz dikin. Em vê rojê li hemû Kurdan pîroz dikin ên ku vê rojê bi çanda Çarşema Serê Nîsanê pîroz dikin."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
13/04/2021 - 13:44
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
KCK: Têkoşîna gelê Kurdistanê ya li çar parçan bi hev ve girêdayî ye
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê daxuyaniyek weşand û cejna Çarşema Sor a civaka Êzidî pîroz kir.

Daxuyaniya KCK’ê wiha ye:

“Em cejna Çarşema Sor a gelê xwe yê Êzidî pîroz dikin. Em vê rojê li hemû Kurdan pîroz dikin ên ku vê rojê bi çanda Çarşema Serê Nîsanê pîroz dikin.

Gelê me yê Êzidî îsal cejna Çarşema Sor di nava berxwedanê de pîroz dike. Li gorî çend sal beriya niha hîn bêhtir rêxistinbûyî û têgihiştî têdikoşin. Ev yek destketiyeke mezin a hêja û bi wate ye. Bi vê wesîleyê em têkoşîna berxwedanê ya gelê me yê Êzidî ku navenda wê Şengal e pîroz dikin, serketinê ji wan re dixwazin.

‘ÊZIDÎ BÛN XWEDÎ HIŞMENDÎ Û RÊXISTINIYEKE XURT’

Êzidî mîna di dîrokê de vê serdemê jî hedefa sereke ya dijminê gelê Kurd e. Hêza ku di dîrokê de herî zêde komkujî aniye serê Êzidiyan, serdestên Tirk e ku dijminê mirovahiyê ne. Serdestên Tirk gelek caran xayin û nokerên Kurd ber bi xwe ve kişandine û ev êrişên xwe bi vî rengî kirine. Dewleta Tirk a faşîst îro jî PDK’ê dide aliyê xwe û êrişî Êzidiyan dike. Ev her du hêz dijminatiyê li daxwza xweseriya demokratîk a Êzidiyan dikin, ku bi vê daxwazê Êzidî dikarin bi çand û baweriya xwe bijîn. Komara Tirkiyeyê tevî ku dewleteke qirkirinê li Kurdan ferz dike, bi rejîma faşîst a AKP-MHP’ê re ji ber ku li ser erdnîgariya Ereb xwedî armancên emperyal e, dijminatiyê li Êzidiyan dike. PDK jî ji ber ku hevkarê dewleta Tirk a faşîst û dijminê Kurd e, dijminatiyê li Êzidiyan dike û dixwaze berjewendiyên Êzidiyan bike qurban. Ev her du hêzên paşverû, gelekî hewl didin ku dewleta Iraqê bikin hevparê êrişên xwe.

Gelê me yê Êzidî tevî hemû êriş û zextan, şeş salên dawî gelekî bi pêş ve çûye. Êzidiyên Şengalê bûne xwedî asteke girîng a hişmendiyê. Gihîştine wê astê ku li dijî gefan li ber xwe bidin û xwe biparêzin. Çarşema Sor a îsal jî di nava vê berxwedana mezin de tê pîrozkirin. Ev asta hişmendî, rêxistinî û têkoşînê, li gel pîrozbahî û çalakiyan her wiha cejna Çarşema Îmanê jî bi wate kiriye. Bi vê yekê re Êzidiyan xwe ji nû ve pênase kirine, afirandin û ketine ser rêya jiyana xweser. Yek ji nirxên herî mezin ên divê bê pîrozkirin ev e.

‘ÇANDEKE HÊJA Û MEZIN’

Gelê me yê hêja;

Cejna Çarşema Sor roj bi roj bêhtir dibe cejna berxwedan û jinûve vejînê. Li gorî baweriya Êzidiyan xaka Kurdistanê welatê ‘Heqwar’ e. Gelê Kurd dilsoziya xwe ya bi xaka xwe re bi çanda cejnê bi wate dike û Êzidî jî pêşengiyê ji vê yekê re pêşengiyê dikin. Ev yek çandeke mezin û hêja ye. Bi vê bawerî û ronahiyê em Cejna Çarşema Sor a 2021’ê li gelê xwe yê ku li hemberî zext û zordariyê û qirkirinê çanda xwe bi xurtî parastine, xaka Kurdistanê neterikandine, li yên ku ji neçarî xaka xwe terikandine bi hestê vegera li xaka xwe pîroz dikin. Bi van hest û nêrînan, em şehîdên xwe yên leheng Mam Zekî Şengalî, Zerdeşt, Beşîr û Egîd Civyan careke din ib bîr tînin ku di dema parastina welatê Heqwar xaka Kurdistanê ji êrişên dagirkeriyê de şehîd bûn.

‘DIVÊ XWEPARASTIN WERE MEZINKIRIN’

Gelê me yê Êzidî dizane ku xetereya qirkirina li ser wan ranebûye û em bang li gelê xwe dikin ku bila xweparastina xwe û rêxistinbûna xwe ya civakî geş bikin. Bi wesîleya vê cejnê em balê dibin ser pêdiviya yekîtiya di navbera Êzidiyan de. Em bawer in wê oldarên Êzidî di vê têkoşînê de careke din peywira xwe ya dîrokî bi cih bînin û em cejna wan pîroz dikin. Gelê me yê başûrê Kurdistanê divê bizanibe ku bi mîsogerkirina xweseriya Şengalê wê pergala siyasî ya Başûr jî demokratîk bibe û wê rêveberiyeke adil û şeffaf pêk were. Em bang li gelê xwe yê Başûr dikin divê têkoşîna li Şengalê wekî têkoşîna demokrasiyê ya xwe bibînin, xwedî lê derkevin û piştgiriyê bidinê. Em vê banga xwe li hemû kesan dikin ên ku dixwazin Iraq demokratîk bibe.

‘DIVÊ EM XWEDÎ LI HEV DERKEVIN’

Divê em têkiliyên xwe yên cîrantî, dostanî û merivantiyê yên ku di çanda me ya gel de xurt in, li ser esasê welatparêziyê binirxîne û xwedî li hev derkevin. Piştgiriya maddî û manewî bidin kesên hejar. Em bang li gelê xwe yê Êzidî yê li Ewropayê dike ku bila pêşengtiya vê hevgirtinê bike. Gelê Kurd yek ji wan gelê xurt e ku hesta wê ya edaleta civakî gelekî zêde ye. Gelê Kurd gelekî paqij û dilsoz e. Ev dilpakî nirxên me yên exlaqî ne ku em dikarin heq ji gelek dijwariyan werin. Dema ku em van nirxên xwe bi bîrbûna Apoyî geş bikin û bi rêxistinkirina neteweya demokratîk bikin yek, em ê karibin hemû dijwariyan ji holê rakin. Cejna Çarşema Sor gelê me yê Êzidî di serî de, cejneke Kurdan e ku vê çanda me lê dijî. Em bang li we dikin ku vê cejnê ji her demê zêdetir li gorî cewhera çanda civakî pîroz bikin.

Kurdbûn bi nirxên qedîm ên Êzidiyê, li ser esasê neteweya demokratîk bi awayê ku wê têk neçe, dîsa bûne yek. Derwêş û Edûlêyên hemdem Kurdistana xweser a demokratîk ava dike û bi ruhekî xurt wê diparêze. Serfiraziya Garê, pîrozbahiyên 8’ê Adarê, Newroz û 4’ê Nîsanê bûne nîşana vî ruhî ya di sala 2021’an de. Pîrozbahiya Cejna Çarşema Sor a sala 2021’an bi van hest, ruh û wateyê bi xwe serfiraziyek e. Em tevger bi van hest û ramanan cejna gelê xwe yê Êzidî careke din pîroz dikin, şehîdên xwe yên qehreman ên li ser vê xetê di şexsê Binevş, Xanê, Mam Zekî Şengalî , Zerdeşt û Beşîr de careke din bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku ji bo serfiraziya teqez a doza azadiya gelan ku wan ji bo wê can dane, têkoşîna xwe geştir bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Parêzerên Rêberê Gelan ji bo hevdîtinê serî lêdan

Nivîsa Pêş

Qelqeliyê de ji ber Koronayê 8 dibistana navber da perwerdeyê

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Qelqeliyê de ji ber Koronayê 8 dibistana navber da perwerdeyê

Qelqeliyê de ji ber Koronayê 8 dibistana navber da perwerdeyê

Hêzên Rusyayê li Şehbayê vedikişin

Hêzên Rusyayê li Şehbayê vedikişin

Manşet

  • Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn bi dawî bû
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Ciwanên Dirbêsiyê ewlehiya bajarê xwe diparêzin
  • Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî
  • Şehîd Ehmed li Kobanê hat oxir kirin
  • MKG’ê: Zextên Li Ser Rojnamevanên Jin Didome
  • SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 Gerîlayên Sala 2019’an Şehîd Bûne, Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Dirbêsiyê ewlehiya bajarê xwe diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG-NRÇ’ê nasnameya 7 gerîlayên şehîd eşkere kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Ehmed li Kobanê hat oxir kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • MKG’ê: Zextên Li Ser Rojnamevanên Jin Didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.