MONCHENGLADBACH – Çalakiya ku li ber stasyona trenê ya navendî destpê kir de daxuyaniyek bi Elmanî hat xwendin.
Di daxuyaniya hate xwendî de, ciwanan got, ”Bi vê helwesta qirêj û peymana ku ji hêla hukumeta Iraqê ve hatî çêkirin, ew ji bo gelê Êzîdî fermanek nû ye. Em li dijî vê hewldana gelê herî qedîm ê Kurdan komkujiyê ya li dijî Êzîdiyanin. Ciwanan berxwedana hêzên YBŞ û YJŞ berxwedana me ye. Li Şengalê azadiya jin û gelan azadiya me ye.” diyar kirin.
Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî Berxwedana Şengal”, “Qetlîamên li Kurdistanê Bidawî Bin” û “Panzerên Elman ji Kurdistanê Derkevin” hatin qîrîn.
Çalakiya ku bi qasî saetekê dom kir, bi dirûşmeyan bi dawî bû.


