BERLÎN – TekoJIN û çalakvanên TCŞ ji bo azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan çalakiyek li dar xistin. Kurdistanî û dostên wan jî beşdarî mîtînga ku di 18:30 de dest pê kir bûn.
Mîtîng li Alexanderplatz destpê kir. Ciwanên di çalakiyê de posterên Rêberê Gelan pankarta “Free Ocalan” nivîsandî hilgirtin. Di xwepêşandanê de timûtim dirûşmên “Bijî Serok APO” hat qîrîn.
Çalakiya ku bi qasî saetekê dom kir, bi dirûşmeyan bi dawî bû.




