Enter your email Address

Pazar, Aralık 21, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Girtiyên PKK û PAJK’ê: “Emê li dijî Yasayê wan ên poşmaniyê berxwe bidin”

''Divê kesên xwedî rûmet, bi tu awayî bersiva van pirsên ku armanca wan çokşikandine, nede û vê pêkanînê bi tu awayî nepejirîne. Heta faşîzm hilweşe dikarin me çend salan jî di zindanê de bihêlin."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
26/03/2021 - 12:15
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Girtiyên PAJK’ê û PKK’ê: Em ji 27’ê Mijdarê ve dest bi çalakiyan dikin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN –

Îsyan Kaya li ser navê girtiyên PKK’ê û PAJK’î daxuyanî da, diyar kir, bi qanûna nû ya ku hatiye hazirkirin, bi gefa ku wê neyên berdan dixwazin poşmanî û mikurhatinê li wan ferz bikin û got li dijî vê qanûnê ew ê li ber xwe bidin.

Kaya di daxuyaniyê de ya li ser navê girtiyên PKK û PAJK’î têkilî qanûna nû rengê sepandina wê ya li zindanan got, ” Herî dawî zagoneke wisa derxistin û kirin meriyetê ku ne tenê derhiqûqî ye, her wiha deraqil e. Aşkera ye ku bi helwesteke topyekûn û bi berxwedaneke biryardar, rê li ber vê êrîşê dikare bê girtin. Em bi gel û tevgera xwe ve, di vê mijarê de bi têra xwe xwedî tecrûbe ne. Jixwe sî sal in ku ji ber QTT (Qanûna Têkoşîna dijî Terorê) di nêzîkatiya li ser girtiyên siyasî de newekhevî û bêdadî heye. Ev newekhevî li dijî peymanên navneteweyî û destûra bingehîn a Tirkiyeyê bixwe ye ku ev sih sal in di bin navê zagon û darazê de tê meşandin. Lê belê zagona ku herî dawî derxistine û bi lez û bez xistine meriyetê bi dijwariya xwe ji QTT’yê jî derbas kiriye. Bi vê pêkanînê QTT jî di nav de, hemû daraz û destûra xwe ya bingehîn jî pûç kirine.”

Kaya diyar kir , li gorî vê zagonê li zindanan lijneyên ku ji bijîşk, mamoste, teknîsyen, gerînende û gardiyanan pêk tê ava bûne, wc  lijneyên ku eleqeya wan bi hiqûqê, rayeya wan a darizandinê, pisporiya wan a hiqûqî tune ye jî bi rist û rayeyeke di ser dadgehan de tevdigerin, piştî cezayên ku dadgehan li girtiyan birîne diqede, yanî li gorî biryara dadgehê wê girtî bi tehliyeya bişert derbikeve, ev lijne biryar digirin ka ev girtî ji bo berdanê guncav e yan na.

Kaya got, ”Yanî xwe li ser daraz û dadgehan digire. Poşmanî û îtirafkariya ku me li dadgehan nepejirandiye, bi gefên şewitandina înfazê dixwazin bi me bidin pejirandin. Ji ber ku em ji raman û baweriya xwe poşman nebûne, em nebûne îtirafkar; em, ev deh, bîst û sih sal in di zindanan de dimînin. Lê bi gefxwarina bernedanê dixwazin poşmanî û îtirafkariyê bi me bidin pejirandin. Ev yek bi hincetên cuda cuda û li her zindanê bi pêkanînên cuda ferz dikin. Lê di encamê de pirsên wekî: “Tu der barê PKK’ê de çi difikirî? Tu der barê Abdullah Ocalan de çi difikirî? Tu derkevî tu yê li derve çi bikî?” tên pirsîn û li ser vî esasî poşmanî û îtirafkarî tê ferzkirin. Li hin zindanan ji ber pirtûk kêm xwendine, li hin zindanan jî ji ber ku pirtûk zêde xwendine heval nehatine berdan. Li qadekê ji ber ku kes tev li xebatên qursan nebûne nehatine berdan, lê li wê qadê xebatên qursan çênebûne. Kesekî ku 29 neh sal in ji rêxistinê qut bûye, bi serê xwe dijî, bi hinceta hestên te bi PKK’ê re ne nehatiye berdan.”

,Kaya bi berdewamî diyar li hin qadan ji bo vê pêkanînê menzelên taybet ên tarî û girtî hatine çêkirin, ww van menzelan wekî cihê lêpirsînê bi kar tînin, kesekî/ê dixin van menzelan û di lêpirsînê re derbas dikin û got, ”Girtî pirsên ku jê tên kirin dibihîze lê ji ber tarîbûnê kesî nabîne. Li hin qadan dozger jî tev li van lêpirsînan dibe. Xuya ye ku ev pêkanîneke kêfî, dijqanûnî û dijmirovî ye. Kesên ku xwedî hiş, feraset û vînekê bin dê vê pêkanînê nepejirînin. Ev yek bi tu awayî nayê pejirandin. Em di bin van êrîşên faşîzan û derhiqûqî de bersiva pirsên ku tên kirin nadin û em vê rewşê bi tu awayî rewa nabînin. Em dizanin ku ji her demê zêdetir hemû têkiliyên me yên civakî, axaftina bi telefonê, hevdîtin û şandina nameyan di bin kontrolê de ne. Dixwazin metirsiyên me, daxwazên me, hêviyên me yên pêşerojê hîn bibin û bi gefên di hiştina zindanê de poşmanî û îtirafkariyê li me ferz dikin. Em vê bêrûmetiyê bi tu awayî napejirînin.”

Li ser navê girtiyên PKK û PAJK’ê İsyan Kaya herî dawî wiha got:
”Divê kesên xwedî rûmet, bi tu awayî bersiva van pirsên ku armanca wan çokşikandine, nede û vê pêkanînê bi tu awayî nepejirîne. Heta faşîzm hilweşe dikarin me çend salan jî di zindanê de bihêlin. Lê çend sal dîlbûn û heta sed sal hiştina di zindanê de jî ne bergindî rûmet û nasnameya me ya azad e. Meşaleyên ku Mazlûm, Xeyrî û Kemalan pêxistiye, rêya me ronî dikin. Wan di bin faşîzma 12’ê Îlonê û îşkenceyên li Zindana Amedê de bi tu awayî dev ji têkoşîna partî, rêbertî û azadiya gel berneda. Em şopdar û şagirtên van lehangan in. Em ê tu carî nehêlin ku siya faşîzmê bikeve nirxên ku wan afirandine. Em ê bi berxwedana xwe rûmet û destkeftiyên xwe veguhezînin radeyeke pêşdetir. “Wekî dîlên azadiyê yên PKK û PAJK’ê, wekî gava yekemîn em ê van pêkanîn û pirsên derzagonî û poşmaniyê li me ferz dikin nepejirînin. Em di vê mijarê de bang li hemû derdorên birûmet dikin ku xwedî li dadê, rûmeta mirovahiyê derbikevin. Em bi biryar in ku helwesa xwe bilindtir bikin û êrîşa faşîzmê teqez pûç bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

YPS/YPS-JIN: “An bi Rêbertî re jiyaneke azad, an jî bi Rêbertî re jiyaneke azad”

Nivîsa Pêş

HPG’ê Nasnameya şehîdekî parvekir

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
HPG’ê Nasnameya şehîdekî parvekir

HPG'ê Nasnameya şehîdekî parvekir

Girtiyên PAJK’ê: “Em vê hevdîtinê qebûl nakin”

Girtiyên PAJK'ê: "Em vê hevdîtinê qebûl nakin"

Manşet

  • Komkujiya Mereşê Li Stuttgartê Bi Pêşengiya Ciwanan Hate Bîranîn
  • Ciwanên Êzîdî Cejna xwe bi Şahiyeke Mezin Pîroz Dikin
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqayê Civîna Xwe ya Salane Dar Xist
  • Kongra Star Qetilkirina Jina Ciwan a li Efrînê Şermezar Kir
  • Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin
  • Li Qamişloyê meşa ji bo azadiya Rêber Apo dest pê kir

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin

    Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqayê Civîna Xwe ya Salane Dar Xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Qamişloyê meşa ji bo azadiya Rêber Apo dest pê kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongra Star Qetilkirina Jina Ciwan a li Efrînê Şermezar Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karasu: Berfîn Nûrhaq, Hevaleke Ku Hemû Bedewî Di Xwe De Dihewand Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êzîdî Cejna xwe bi Şahiyeke Mezin Pîroz Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.