Enter your email Address

Çarşamba, Şubat 4, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

‘Barzanî bi serçeteyan re çi ji Rojava dixwaze’

"Çawa ku bi destê van kesayetan dîsa hevkariya ENKS’iyan di serî de Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê hatin dagirkirin, niha jî plan û projeyên nû tên danîn. Hema ji nişkave ev serdan nayên kirin. Nexasim şirîktiyek nebe Barzanî jî bi şexsên wiha re nacive."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
10/03/2021 - 0:05
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
‘Barzanî bi serçeteyan re çi ji Rojava dixwaze’
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN

“Di rojên dawî de bi taybet di nava siyaseta kurdî de bûyer û rêzehevdîtinên pir balkêş rû didin ku mirov sersûrman dike. Di demekê de ku civînên lihevkirina Kurd-Kurd a di navbera Partiya Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistan (PYNK) û Eniya Niştimanî ya Kurdistan a Sûriyeyê (ENKS) ya di mijara çareseriya li Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê heta astekê hatine sekinîn ji ber hinek daxwazên sosret ên ENKS’ê yên mîna ‘neqebûlkirina sîstema hevserokatî, dîsa perwerdehiya bi zimanê kurdî û mijara Pêşmergeyên Roj’.

Tevî hemû hewldana Fermandarê HSD’ê Mezlûm Ebdî û dîsa navbeynkariya Amerîkayê ya mijara lihevkirinê jî, ENKS di mijara xwe de israr e, nayê taya yekitiyê.

Di demeke wiha de ku hemû mijar li ser vê li Rojava kûr in û dîsa salvegera 30’î ya raperîna gelê Başûr a li dijî rejîma Baasê Sedam Huseyîn, ji nişka ve serdana yek ji berpirsê dagirkerina Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û dîsa qetilkirina bi sedan sivîl û revandina jin û zarokên Rojava Nesir El-Herîrî û heyeta pêre ya ji bo Hewlêr û dîsa bi Rêveberê Barzaniyan re civîn, pir balkişand û deng veda.

Civîneke ku bala hemû kurdan kişand û pirsa gelo çawa dibe qatilekî kurdan biçe bibe mêhvandarê kurdeke din û li ser heman hêze rûnin û hev himêz bikin? derket holê. Dîsa dengvedanên ku ev hevdîtin tê çi wateyê û wê siberojê çi bi xwe re bîne derxist holê. Elbet ev hevdîtin û serdan ji bo kurdan ne ya xêrê ye. Çawa ku bi destê van kesayetan dîsa hevkariya ENKS’iyan di serî de Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê hatin dagirkirin, niha jî plan û projeyên nû tên danîn. Hema ji nişkave ev serdan nayên kirin. Nexasim şirîktiyek nebe Barzanî jî bi şexsên wiha re nacive.

Bi taybet dema min ev nûçe û wêne dîtin, bîra wêneyên Mele Mistefa Barzanî ya li gel celadê kurdan Sedam Huseyîn rasterast hate pêş çavê min, wêneyê Mesûd Barzanî yên li gel Xamineyî celadê darvekerê kurdan û dîsa wêneyên Barzaniyan ên li gel qatilê jin û zarokên kurda Erdogan hatin pêş çavê min. Herî dawî jî bi kujerê jin û zarokên Rojava Nasir El Herîrî civîn û rûniştin, weke kesekî kurd ne tenê ez êşandim, hemû welatparêz, malbatên şehîd û şoreşgerên kurd ji kûr ve êşandin.

Mixabin dîroka kurd û dîsa dîroka malbata Barzanî ji van kiriyaran ne xerîb e. Ji Serhildana kurdan a Qazî Mihemedê Nemir bigire heta roja îro di dem û cihên cihê de bi vê rola xwe ya xirab tim li gel neyar û hevkarên kurdan girtine û xwe xistine pişt wan û bi vî rengî xwe dane jiyîn. Dema ku Sedam dijminî bi kurdan re dikir, Mele Mistefa Barzanî li gel Sedam cih digirt, dema ku li Rojhilat kurd dihatin bi darvekirin û serkutkirin Barzanî li gel Xamineyî bû. Li Tirkiye dema ku gund dihatin şewitandin û wêrankirin, jin, ciwan û zarok di jêrzemîn, kolan û çiyan dihatin qetilkirin Barzanî bi Erdogan re li ser heman sofreyê û maseyê bûn. Gelo ev çi bêwijdanî ye? Pirs dikim; Kurdbûn ev e gelo? Niyeta Barzaniyan çi ye? Çêkirin an jî xirabkirin e? Divê her ferdek vê pirsê bike.

Dewleta tirk a li Garê tarûmar bû, dixwaze bi rengekî din tola xwe hilde. Ji bo wê li bakurê Kurdistanê HDP’ê xistiye hedefê û dixwaze bigire, li Başûr jî bi destê PDK’ê dixwaze gelek karên dayî pêşiya xwe nîvço mayî bi planên nû xurt bike û bixe meryetê û li aliyê Rojava jî dixwaze planên dagirkeriya xwe berfirehtir bike. Serdana Herîrî jî di vê çarçoveyê de hatiye kirin.

Di serî de jin, ciwan, rewşenbîr, akademîsyen her beşê civaka Başûr divê di serî de li vê mijarê baş bifikire. Bêje bes e. Hew ev lihevkirinên qirêj li ser xwîna zarokên kurdan bê kirin. Êdî dest bidin destê hev ji bin vê tevna tarî ku bi salan hatî raçinîn, xwe rizgar bike û çavê xwe baş binêre. Yên ku welat bi rê ve dibin û dixwazin Kurdistanek azad ava bikin, destê wan di destê noker, xwînmij û qatilan de ne. Li ser maseyên wan, xwîn û goştê zarokên kurdan dixwin.

Sazî, rêxistin û komeleyên ciwan û rewşenbîran, rabin li ber vê bibin yek dest û yek deng. Heta yekitiyeke navxweyî û malê pêk neyê, ne pêkan e ku em bikaribin dest û postalên xwînmijan ji xaka Kurdistanê biqerînin. Heta em li hember kes, sazî û partiyên hevkar serî ranekin, em ê nikaribin serê dijmin danin erdê. Niha halê hazir ji her demê zêdetir hincet e û sedemên esasî hene ku em vê bikin. Roj û dem guncav in.

Ya tê xwestin carekê zend û benda li ber dijmin û di serî de hevkarên dijmin rakin. Hesab jê bixwazin û dadgeh bikin. Rêveberiya ku Başûr xistî nava pencên dagirker û xwînmijan hew bi vî rengî jiyan dimeşe û tê jiyîn. Li cihekî dagirkerî, malwêranî û mafê derbirînê hebe, ne mimkûn e ku azadî, jiyan û wekhevî hebe.”


ÇAVKANÎ: ROJNAMEYA WELAT – Weysî Tallî

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 10’Ê ADARA 2021’AN

Nivîsa Pêş

Xwîşka Şehîd Roza Cûdî: “Mesûd Berzanî Tirkê Herî Pîs e”

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Xwîşka Şehîd Roza Cûdî:  “Mesûd Berzanî Tirkê Herî Pîs e”

Xwîşka Şehîd Roza Cûdî: "Mesûd Berzanî Tirkê Herî Pîs e"

Ciwanên Lavrîonê ji bo şehîdên Garê bîranîn  pêkanîn

Ciwanên Lavrîonê ji bo şehîdên Garê bîranîn pêkanîn

Manşet

  • Di rewşa şer de xwendekarên Kobanê perwerdeyên alîkariya yekem lidardixin
  • QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin
  • Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin
  • DFG’ê: Di Meha Çileyê De 14 Rojnamevan Hatin Binçavkirin û Yek Hat Girtin
  • Pêşwazîkirineke Bi Coş ji bo Hêzên Ewlekariya Navxweyî li Hesekê
  • Gelê Ereb: Em ê Neteweya Demokratîk Biparêzin!
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome

Herî zêde hatine xwendin

  • QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin

    QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPG: ”Em li hember hewldana dagirkeriya ya tu hêzekî û pêkanînên faşîzan bêdeng nemînin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Pênûsa Gerîla – Rastiya Jiyana me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwan û jinên Ciwan li Xana Serê komploya navnetewî şermezar kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan li Karajê ser piya ne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji bo Piştgiriya Jinên Ciwan Perwerdeyê ya Dirûtinê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 2. Şerê Taybet li dijî Ciwanan: Sosyolojiya Berxwedana li dijî Dafika Madeyên Hişber, Fihûş û Sixurkirinê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.