Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 20, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Jinên Ciwan ên Tekoşer (TekoJIN) 8’ê Adarê pîroz kir: Têkoşîna me yek e!

TekoJIN: Hemberî pergalekî ewqasî rêxistinkirî divê em jî êdî têkoşîna xwe mezintir bikin, rêxistinbûna xwe firehtir bikin. Rêxistinbûna xweser û têkoşîna hevpar şaqamekî mezin li rûyê baviksalariyê ye!

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
06/03/2021 - 10:58
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
Jinên Ciwan ên Tekoşer (TekoJIN) 8’ê Adarê pîroz kir: Têkoşîna me yek e!
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Tevgera Jinên ciwan ên Tekoşer (TekoJIN) bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê daxuyaniyek da; TekoJIN di daxuyaniya xwe de tevî pîrozkirina roja 8’ê Adarê ragihand ku divê hemû jinên cîhanê di aliyê fîzîkî û ruhî de bên cem hev, da ku mîrasa Xwedawendên mezin, Xwişkên Mîrabel, Pîrebokan, Rosayan, Zîlanan û Berîtanan bidomînin. TekoJIN diyar kir ku divê jin hemberî pergalekî ewqasî rêxistinkirî êdî têkoşîna xwe mezintir bikin, rêxistinbûna xwe firehtir bikin.

Befirehiya daxuyaniya TekoJIN wiha ye:

“Em her sal di vê dîrokê de, 8ê Adarê de dadikevin qadan. Bi mîlyonan jin li dijî pergala baviksalar ku jinê dixe, ditepisîne, êrîş dike, taciz dike, destdirêjî dike, laşê wê weke metayan bikartîne re diherikin kolanan. Piştî “Las Tesis” êdî ji bo hemû jinên cîhanê diyar bû ku pirsgirêk pergal bi xwe ye. Ev pergal jî pergala destdirêjiyê ye, ev pergal pergala kolekirina jin e û manîpulekirina jin e.

Êrîşên li ser jin zêde dibin

Ne tene cihanê taybetî dewleta Tirk ji beşeke ji vê pergalê ye. Êrîşên Faşîzma dewleta Tirk li ser êrîşên Çiyayên Azad ên Kurdistanê jî bi vê pergalê re girêdayî ye. Pergala baviksalarî pergaleke wiha ye ku tehammula wî ji rexistinbuyîna jin û tekoşîna azadiyê meşandin re nîn e. Jinên serê çiya dibin modela civakekî nû – civakekî bê baviksalarî, civakekî bê pîvanên kapîtalîst. Ev cîhana baviksalarî ku êrîşî nirxên tevgera jin, nirxên wekî azadiya cins, serxwebûn, demokrasî û ekolojî dike. Ev nirx jî bi fikrên Rêber APO avabûn. Niha jî êrîşên ser jin tundtir dibin, ji ber ku jin xurttir dibin û baviksalarî dikeve tengasiyê!

Li Bakurê Kurdistanê pergala kujêr û faşîst a dewleta Tirk askerên xwe rêxistin dike ku jinên ciwanên Kurd tecavuz bike, vîna wan bişkîne û qetil bike. Jinên pêşeng ên li Rojava ku pêşengtiya netewa demokratîk dikin û praktîze dikin jî teybet tên hedefkirin. Li Efrînê jin tên revandin, tên qetilkirin û firotin. Bi kurtasî li tevahî Kurdistanê êrîşên hovane êdî nayên qebûl kirin!

Ji destpêka pandemiya Corona jî tundiya li ser jinê li giştî cîhanê zêdetir dibe! Êrîşên fîzîkî û pîskolojîk li Ewrûpa jî zêde bûn. Bi taybetî navenda faşîzm û kapîtalîzm jin ewqas bê nirx dibîne ku jin wekî meta, wekî sex-obje dide nasîn. Bi medyaya dîjîtal, bi reklaman, bi fîlm, mûzîk û rêzefilman ve standartên tirsnak li ser me jinên ciwan ferz dike, ku em ji bilî siyaset her tim xwe û xweşikbûna sextê bifikirin. Bi her cureyê me ji cewher, nasname, çand û welatê xwe dûr dixe ku em bi temamî bibin koleya vê pergalê. Herî zêde jî êrîş ser jinên ciwan pêk tên ji ber ku jinên ciwan motor û dînamîzmaya civakê ne, hêviya civaka azad in, ew dînamîzmê dixwazin bitepisînin.

Xwedîderketina mîrasa jinên tekoşer

Hemberî pergalekî ewqasî rêxistinkirî divê em jî êdî têkoşîna xwe mezintir bikin, rêxistinbûna xwe firehtir bikin. Rêxistinbûna xweser û têkoşîna hevpar şaqamekî mezin li rûyê baviksalariyê ye! Ji ber ku bi vî awayî pergal nikare me ji hev qut bike, nikare perçe bike, nikare bi hesanî êrîşî me bike. Têkoşîna me xurt e! Le ji bo vî jî divê em di aliyê fîzîkî û ruhî de bên cem hev. Bi vî awayî em dikarin mîrasa Xwedawendên mezin, Xwişkên Mîrabel, Pîrebokan, Rosayan, Zîlanan û Berîtanan bidomînin. Em dikarin li Ewrûpa jî tola heval Sara, heval Rojbîn û heval Ronahî rakin. Em dikarin tola jinan ku bi erîşên zilamtî ve rû bi rû dimînin rakin. Em dikarin bi hev re têbikoşin, bibin çalakiyekî mezin. Di 8ê Adara îsal de jî em dixwazin dengê xwe carekî din bi jinên cihanê re bilind bikin û bikin yek. Cîhana baviksalarî bidin cirivandin. Ji bo me 8ê Adarê ne tenê rojekî ye. Em dixwazin her roj bikin roja têkoşîna jinan ji ber ku jin dikarin vî cîhanê biguherînin! Herî zêde me vê di têkoşîna jinên ciwan di nava FFF de dît, me di berxwedana jinên Polonya de dît, me li Şîliyê dît, li Sudanê, li Îranê, li Libnanê, li rojavayê Kurdistanê, li Heftanînê û herî dawî di serkeftina Garê de dît!

Em dibêjin NA!

Em êdî ev çanda tecavuz, ev pergala qirêj qebûl nakin! Em dibêjin NA ji çanda tecavuz re! Em dibêjin NA ji polîtîkayên qirkirina jinan re! Em dibêjin NA ji jiyan û azadiya sextê ê ku pergala kapîtalîst ji me re ferz dike! Ji bo me dem dema azadiya jinê û civakê ye. Ji ber vî em carekî din em bang li hemû jinên ciwan dikin ku tevlî çalakiyên 8ê Adarê bibin, ku tevlî rêxistinbûna xweser ya jinê bibin, ku êdî li dijî êrîşan bêdeng nemînin. Wext hatiye em bi hev re ji bo azadiya Rêber APO, ji bo azadiya civakê, ji bo azadiya xwe têbikoşin!”

Jinên ciwan ên Tekoşer (TekoJIN) daxuyaniya xwe bi dîrûşmeya “Jin Jiyan Azadî” bidawî kir.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Berxwedana Greva Birçîbûnê di roja 100’î de ye

Nivîsa Pêş

PAJK: “Dakevin qadan, banga xwe ya jiyana azad û wekhev qîr bikin”

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
PAJK: Serfiraziya vînê nîşan dan

PAJK: "Dakevin qadan, banga xwe ya jiyana azad û wekhev qîr bikin"

Dayikên girtiyan: Bibin dengê zindanan

Dayikên girtiyan: Bibin dengê zindanan

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.