Enter your email Address

Perşembe, Şubat 5, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Dayikên girtiyan: Bibin dengê zindanan

"Çima ewqas zilm û heqeratê dikin. Em naxwazin girtiyên me bikevin rewşekê wisa. Bila piştgiriyê bidin wan."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
06/03/2021 - 11:11
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Dayikên girtiyan: Bibin dengê zindanan
ParvekeTweet

AMED – Li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Adullah Ocalan û binpêkirina mafên girtiyan, girtiyên siyasî 100 roj in di greva birçîbûnê de nin. Dayikên girtiyan banga hestiyariyê kirin û gotin: “Zarokên me li benda piştgiriyên me ne. Em dixwazin rayedar guh bidin daxwazên girtiyan.”

Li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên girtiyan, di 27’ê Mijdara 2020’î de li girtîgehên Tirkiye û herêmê çalakiyên greva birçîbûnê hat destpê kirin. Çalakiya ku bêdem û dorveger hatibû destpêkirin ji aliyê koma 20’emîn ve 100 roj in didome. Li Kampa Penaberan a Mexmûrê jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê kanûna 2020’an greva birçîbûnê hat destpêkirin. Her wiha li Wargeha Penaberên a Lavrîo ya Yewnanistanê jî greva birçîbûnê didome. Malbatên girtiyan, siyasetmedar, aktîvîst û parêzvanên mafên mirovan bi daxuyaniyên xwe balê dikişînin ser grevên birçîbûnê û bangên hestiyariyê dikin.

‘Ji bo ku ketine greva birçîbûnê îşkence li wan tê kirin’

Servan Sertkaya li Girtîgeha Tîpa L a Turkoglûya Mereşê girtî ye. Servan di sala 2016’an de hatiye girtin û 3 caran hatiye sirgûn kirin. Dayika wî Safîye Sertkaya wiha axivî: “Kurê min ewilî li girtîgeha Mêrdînê de bû. Ji Mêrdînê sirgûnê girtîgeha Tarsûsê kirin û herî dawî jî sirgûnê girtîgeha Tarsûsê û Mereşê kirin. Lê li girtîgeha Mereşê pir zilmê dibîne. Gava ji min re telefonê dike qala zilm û tehdeya ku li ser wan tê kirin dike. Kurê min got ‘Mehek beriyan niha 50 gardiyan bi daran ketin koguşên me û êrişê me kirin. Bi vê yekê ling, pê û seren me şikandin. Yan ew ê me bikujin yan jî dê me felç bikin.’ Ji bo ku ketine greva birçîbûnê ewqas zilm û îşkence li wan dikin.”

‘Zarokên me li benda piştgiriyên me ne”

Safîye destnîşan kir ku qey li benda mirina girtiyan e ku piştgiriyeke xurt nayê dayîn û got: “Kurê min kengê bi telefonê digere banga piştgiriyê û hestiyariyê dike. Zarokên me li hundirê li benda piştgiriyê ne. Dixwazin em dengê xwe bilind bikin. Ji kehrê lawê min, bi min ne nexweşînên şekir û tansiyonê derket. Çima ev bêdengî? Bila êdî daxwazên zarokên me bînin cih. Heqê wan tune ku kezeba me rûxinîn. Ev 100 roj in zarokên me bedena xwe dane ber mirinê. Bila êdî aştiyekê pêk bê.”

‘Zarokên me belasebep tên girtin’

Dayika Mazlûm Ozer ê girtî Salîha Ozer diyar kir ku kurê wê 5 sal in li girtîgeha Tîpa D ya Amedê ye û wiha nêrînê xwe anî ziman: “Kurê min beriya ku nehatibû girtin, beşa bijîşkiyê dixwend, sê salên wî mabû ku biqedanda. Lê hatin kurê min xistin girtîgehê û hêj 6 salên wî ma ye ji girtîgehê derkeve. Tu sûcê wî tune bû. Bîlasebep girtin û nehêştin perwerdehiya xwe biqedîne. Kurê min zêde ji min re qala girtîgehê nake lê ez dizanim ku zilm û heqeretê li wan dikin.”

‘Bila dawî li vê îşkenceyê bînin’

Salîha, diyar kir ku ku bila ev îşkenceya li ser malbatan bi dawî bibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Çima ewqas zilm û heqeratê dikin. Em naxwazin girtiyên me bikevin rewşekê wisa. Bila piştgiriyê bidin wan. Bila daxwazên wan bînin cih û ev zilm li ser me hemûyan rakin. Me tu sûc nekiriye. Me kesek nekuşti ye, talanê nekiriye. Yên ku sûcên edlî dikin wan berdidin, lê zarokên me bi sedemên pûç û vala bi salan e di girtîgehan de dihêlin. Ew jî doza mafê xwe dikin. Lê emrê ciwanên me di zindanan de çûn.”

Jinnews

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

PAJK: “Dakevin qadan, banga xwe ya jiyana azad û wekhev qîr bikin”

Nivîsa Pêş

YJA-STAR: “Em ê bibin Sara, Sema, şerê dijmin bikin û bi mîsogerî em ê dijmin têk bibin”

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
YJA Star: Bi têkoşîna Zîlanwarî em dikarin tecrîdê bişkînin

YJA-STAR: “Em ê bibin Sara, Sema, şerê dijmin bikin û bi mîsogerî em ê dijmin têk bibin"

Qamîşlo warê jina ye

Qamîşlo warê jina ye

Manşet

  • MKG: Meha Çileyê 5 Rojnamegerên Jin Hatin Binçvakirin
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin
  • Bi Agirê Dilê Me Berxwedan Bê Dawî Dibe
  • Ji Aliyê TCŞ û YJK-E Ve Li Frankfurtê Ji Bo Rojavayê Çalakiya Bi Hêz Ya Infostandê
  • Li Bajarê Torino Ya Îtalyayê Ji Aliyê Ciwanên Taxên Karkeran Ve Daxuyaniya Piştgiriyê Bi Rojavayê Re
  • Li Hamburgê Ji Bo Rojavayê Çalakiya Şanoyê
  • Ciwanên Şoreşger li rojhilatê Kobanê dev ji parastinê bernadin

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Kobanê çalakiya keziyan lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hamburgê Ji Bo Rojavayê Çalakiya Şanoyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Agirê Dilê Me Berxwedan Bê Dawî Dibe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger li rojhilatê Kobanê dev ji parastinê bernadin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Silêmaniyê Zarokan Bi Hunerê Xwe Piştgirî Ji Berxwedana Rojava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan Li Dêrikê Li Ser Sûrên Kezî Ku Sembola Berxwedana Jinên Kurd e Boyax Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîdê Yekîtiya Neteweyî Ehmed Hêmin Ku Di Berxwedana Rojava De Şehîd Bû, Li Silêmaniyê Hate Bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.