Enter your email Address

Perşembe, Aralık 18, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK: “Têkoşîna demokrasiyê ku bi pêşengiya jinê tê meşandin, wê dawî li vê desthilatdariyê bîne”

"Em 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê pîroz dikin, jinên ku di têkoşîna dijî sîstema bi serweriya mêr şehîd bûn bi minet û rêzdarî bi bîr tînin."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
05/03/2021 - 9:56
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
KCK: ‘Ti rastiya nûçeyên medyaya PDK’ê nîne’
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserokatiya Konseya Rêveberiya KCK’ê têkildarî 8’ê Adarê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Tirkiye veguheriye navenda paşverûtiyê ya bi serweriya mêr. Ya ku vê paşverûtiyê temsîl dike, desthilatdariya AKP-MHP’ê ye. Dijminatiyê li jinê dike. Lewma di sala 2020’î de herî zêde êrişî jinê kir, bi sedan siyasetmedarên jin ên têkoşîna azadiyê ya jinê xist zindanê. Destavêtin û kuştina jinê jî weke amûrek ji bo xurtkirina serweriya mêr bi kar anî.”

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê wiha ye: “Em 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê pîroz dikin, jinên ku di têkoşîna dijî sîstema bi serweriya mêr şehîd bûn bi minet û rêzdarî bi bîr tînin.

8’ê Adarê ew roj e ku ji zivistana bi serweriya mêr derbasî bihara azadîparêziya jinê dibe. Bi rabûna jinan re mirovahî ji bo paşerojê hîn bi hêvî dibe. Ji ber ku têkoşîna azadiyê ya jinan, têkoşîna rizgariya tevahiya mirovahiyê ye. Jin bi têkoşîna ji bo azadiya xwe, têkoşîna rizgariya tevahiya mirovahiyê dimeşînin. Eger mêr jî dixwazin bi rastî azad bibin û bi rengekî demokratîk bijîn, divê bibin parçeyekî çalak ê têkoşîna azadiya jinê. Heta ku jin azad nebe, mêr wê mîna koleyê sîstema mêtinger, zordar û desthilatdarîperest bimîne; wê neçar bimîne ku bi qirêjiya sîstema bi serweriya mêr bijî. Azadiya jinê herî zêde rizgariya mêr a ji qirêjî û sûcên xwe ye. Rêber Apo bi vê têgihiştinê teza ‘Kkuştina Mêr’ afirand. Di şexsê xwe de mêrtiya sûcdar û qirêj kuşt.

RÊBER APO LI DIJÎ SÎSTEMA BI SERWERIYA MÊR, TÊKOŞÎNA HERÎ MEZIN Û PÎROZ A DÎROKÊ GEŞ KIR

Rêber Apo di şexsê xwe de bi kuştina mêrtiyê re li dijî sîstema bi serweriya mêr têkoşîna herî mezin û pîroz a dîrokê geş kir. Afirînera pîrozmendiyan; jin ji nû ve rakir ser piyan û heta dawiyê pêşî lê vekir ku di nava pîroziyên mirovahiyê de bijî. Bidawîbûna serweriya mêr da destpêkirin ku 5 hezar sal in dîroka mirovahiyê bi rê ve dibe û dîroka mirovahiyê ya bi pêşengiya jinê da destpêkirin. Sîstema bi serweriya mêr çiqasî hewl bide jî, wê mirovahî ji niha û pê ve bi pêşengiya jinê bi rê ve biçe.

Rêber Apo karakterê civakî yê jinê yê li nava dîrokê û bûyerên bi serê wê ve hatin analîz kir û îdeolojiya rizgariya jinê afirand. Ya rast, ev yek îdeolojiya rizgariya tevahiya mirovahiyê ye. Bi vî awayî ne tenê dîroka jinê, her wiha dîroka mirovahiyê jî hatiye ronîkirin. Bi vê ronîbûna mezin re di şexsê jinê de dîroka rabûna ser piyan a mirovahiyê da destpêkirin. Îdeolojiya rizgariya jinê ya ku ji aliyê Rêber Apo ve hate afirandin, ji bo mirovahiyê bû mîladek. Jin bi rêya vê îdeolojiyê bûn pêşenga şoreşger a rizgariya mirovahiyê. Pêngav û têkoşîna herî şoreşger a dîrokê dimeşînin ku sîstema bi serweriya mêr a 5 hezar salî dihejîne.

TI ASTENGÎ ÊDÎ LI BER BAYÊ TÊKOŞÎNA AZADIYÊ YA JINÊ NIKARE BISEKINE

Di vê serdemê de têkoşînên ku azadiya jinê ji xwe re dikin esas, wê di çarçoveya jiyana demokratîk û azadiya mirovahiyê bi rê ve biçin. Avaniyên îdeolojîk û siyasî yên ku azadiya jinê ji xwe re nakin esas, neçar in ku li paş bimînin û têk biçin. Ji ber ku çerxa dîrokê wê ber bi aliyê têkoşîna azadiya jinê ve bigere. Lewma di şexsê têkoşîna azadiya jinên Kurd de ya Rêber Apo, wê têkoşîna azadiyê ya gelên Rojhilata Navîn bi teşiya Kurd bigere, wê Rojhilata Navîn bigihîne şaristaniya demokratîk. Teşiya Kurd ku îro weke têkoşîna azadiyê ya jinê digere, ne tenê ji bo Rojhilata Navîn her wiha ji bo tevahiya mirovahiyê digere ku bigihîne şaristaniya demokratîk.

Piştî ku jin bûn xwedî bingeha îdeolojîk-teorîk a rizgariyê, têkoşîna azadiya jinê li her cihî bi pêş ket. Ji ber vê yekê, tevî ku sîstema bi serweriya mêr hewl da Covîd-19 bike hinceta astnegkirina têkoşînê jî, sala 2020’î bû saleke ku têkoşîna azadiyê ya jinê lê bi pêş ket. Jin wê ji 8’ê adarê dest pê bikin, astengiyên bi hinceta nexweşiya şewbê ji holê rakin û sala 2021’ê jî bikin sala xurtkirina têkoşînê. Êdî ti astengî wê li pêşiya bayê têkoşîna azadiyê ya jinê nikaribe bisekine. Jinên ku çavên xwe li jiyana azad vekirine, bi îdeolojiya rizgariyê wê mirovahiyê li dora xwe bicivînin û bi ser sîstema bi serweriya mêr ve biçin. Tirsa di dilê sîstema bi serweriya mêr de wê mezintir bibe, bi rêya têkoşîna bi pêşengiya jinê wê tirsa vê sîstemê pêk were.

TÊKOŞÎNA DEMOKRASIYÊ YA BI PÊŞENGIYA JINÊ WÊ DAWÎ LI VÊ DESTHILATDARIYÊ BÎNE

Tirkiye veguheriye navenda paşverûtiyê ya bi serweriya mêr. Ya ku vê paşverûtiyê temsîl dike, desthilatdariya AKP-MHP’ê ye. Dijminatiyê li jinê dike. Lewma di sala 2020’î de herî zêde êrişî jinê kir, bi sedan siyasetmedarên jin ên têkoşîna azadiyê ya jinê xist zindanê. Destavêtin û kuştina jinê jî weke amûrek ji bo xurtkirina serweriya mêr bi kar anî. Lewma têkoşîna jinên Kurd, Tirk, Ereb, Çerkez, Misilman, Xiristiyan, Êzidî, Elewî ya li dijî desthilatdariya AKP-MHP’ê bûye têkoşîna rizgariya mirovahiyê. Têkoşîna jinan a li dijî desthilatdariya AKP-MHP’ê ya dijminê jinan û mirovahiyê, ku wê di 8’ê Adara 2021’ê de hîn geştir bikin, ji bo têkoşîna demokratîkbûna Tirkiyeyê û azadiya Kurdistanê wê diyarker be. Jin wê ji binî ve dawî li desthilatdariya AKP-MHP’ê bînin.

Di sala 2021’ê de têkoşîna azadiyê ya jinan wê di hilweşandina desthilatdariya AKP-MHP’ê de bi rola xwe rabe û desthilatdariyên paşverû yên li cîhanê hemûyan ji binî ve bihejîne. Piştî ku êrişa li ser Garê ya ji bo dirêjkirina temenê desthilatdariya AKP-MHP’ê hate têkbirin, ev desthilatdarî bêhtir lawaz bû. Têkoşîna demokrasiyê ya bi pêşengiya jinan wê dawî li vê desthilatdariyê bîne. Ev têkoşîna azadiyê, ne tenê gelên Tirkiyeyê, her wiha wê gelên Rojhilata Navîn ji vê desthilatdariya dijminê jinan rizgar bike û pêşî li demokrasiyê veke.

Bi 8’ê Adarê re rabûna jinan li Kurdistanê, Tirkiye û cîhanê wê ewrên reş ên li ser mirovahiyê belav bike, wê jiyana demokratîk û azad a mirovahiyê mîna rojê hilîne.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Pênûsa Gerîla – Lawikê Metînî

Nivîsa Pêş

Greva Birçîbûnê di roja 99’an de didome

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Greva Birçîbûnê di roja 99’an de didome

Greva Birçîbûnê di roja 99'an de didome

Ketina gel a avahiya HDP’ê ji hêla polîsên dagirker ve tê asteng kirin

Ketina gel a avahiya HDP'ê ji hêla polîsên dagirker ve tê asteng kirin

Manşet

  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin
  • Deklerasyona Mîtînga ‘Hêvî û Azadî’ Hat Ragihandin
  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Deklerasyona Mîtînga ‘Hêvî û Azadî’ Hat Ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.