Enter your email Address

Perşembe, Aralık 18, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

YJA STAR: Em ê jinan bi tenê nehêlin

Yek ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya YJA STAR’ê Şerda Mazlûm Gabar diyar kir ku jin dema li dijî pergala mêrserwer têdikoşin divê ji xwe bawer bin û got "Divê bizanibin ku wê YJA STAR tu carî wan bi tenê nehêle."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
18/02/2021 - 14:05
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
YJA STAR: Em ê jinan bi tenê nehêlin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – 

Yek ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya YJA STAR’ê Şerda Mazlûm Gabar ji ANF’ê re axivî. Gabar diyar kir ku dewleta Tirk kompleksa xwebiçûkdîtinê, nakokî û şerê dîrokî zêdetir kiriye û di sala 2021’ê de wê ev şer zêdetir bibe. Gabar got, “Salên berê jî yên gelek nîqaş, proje anîn meydanê a niha vî tiştî dikin polîtîka. Ev rastî dijberiyan kûrtir dike, pêşiya nakokiyên nijadî, çînî û zayendî zêdetir dike. Bi çaresernekirin û şîddetê re, înkar, îmha û tasfiye tê ferzkirin.”

Gabar diyar kir ku hêzên dijberî pergalê jî nikarin xwe bi rêxistin bikin, îradeya demokratîk a ku wê karibe qedera gelan diyar bike jî pêş bixin. Gabar got, “Ev ji bo me nayê qebûlkirin. Tevlêbûna jinan a di çalakiyên xweafirandinê de ya li ser esasên azadî û wekheviyê ya neteweyî, serketina wî neteweyî ye. Di rastiya Kurdan de ev tişt derketiye holê. Bi geşbûna têkoşîna azadiya jinan re, têkoşîna azadiyê ya Kurdan zêdetir dikeve nav qada civakî ya ku jin lê dijîn, dema dikeve nav pirsgirêkan jî zêdetir fikr û projeyên şênber ava dike. Ev jî yek ji asta pêşveçûnê ya têkoşîna azadiyê ya jinan e.”

DI WARÊ PRATÎZEKIRINA PARADÎGMAYÊ DE PÊŞKETIN HEYE

Gabar bal kişand ser pêngava “Dawî li qirkirina jinan bîne, dem dema parastina jin û civaka azad e” a ku Konseya Rêveber a KJK’ê dabû destpêkirin. Gabar diyar kir ku pirsgirêka jinan a ku li her dera dinyayê bûye pirsgirêka herî mezin êdî ji aliyê her hêzê ve tê rojevê û got, “Ligel ku tu hewldanê biçûk nabînim, nirxandina berfireh a di warê îdeolojîk, polîtîk, rêxistinî, xweparastin, hiqûqî, çandî û exlaqî zêde nayê dîtin. Bi paradîgmaya Rêbertiya me re, tevgera me ya azadiya jinan nêrîneke berfireh a di warê îdeolojîk, jiyan û têkoşînê de bi pêş ve dibe. Pratîka me hê dûrî zeftkirina vê berfirehiyê be jî, divê em înkar nekin ku pêşketina wê jî heye. Divê em armanca xwe ya sereke û rastiya pergala baviksalar jî ji bîr nekin.”

ÇARESERIYA BI DÎTINA JINAN

Gabar diyar kir ku ew fermandar û şervanên YJA STAR’ê hay ji berpirsyariyên xwe hene ku ji pirsgirêkên zayendê heta yên neteweyî, polîtîk, aborî, civakî û çandî çareseriyên biafirîne û xeta têkoşîna jinan di nav civakê de geş bikin. Gabar diyar kir ku divê ev tişt were kirin:

“* Li dijî qirkirina jinan a ku pergala serwer him bi awayekî kapîtalîst û him jî di ranta şer de wekî polîtîkayeke qirêj bi pêş ve dibe, divê em dengê xwe xurtir bikin û dengê jinan bikin yek.

*Li hemberî van bûyeran divê em toreke rêxistinkirinê ya ku jin xwedî li hev derdikevin û li hemberî pergala tecawizkar jinan diparêze ava bikin.

*Divê em tu jinê nekin qurbana vê pergalê. Kîjan feraset sazî û kes dibe bila bibe, li hemberî kirina wan a ku zextan li jinan dike em polîtîkayên taybet ava bikin. Li gorî sûcên ku wan kirine em polîtîkaya xwe ya ceza geş bikin.

*Kolektîfiya fikrî ya jinan û hişê hevpar dema were avakirin, dewlemendiyeke berfireh û wê teşeyên têkoşînê wê ava bibe. Li dijî feraseta namûs û toreyê ya klasîk, li dijî polîtîkaya parçe dike û dike amûreke metayê ya kapîtalîzmê em tu jinan bi tenê nehêlin.

*Em xwe birêxistin bikin, bîra xwe ya hevpar û helwesta xwe ya hevpar geş bikin.

SEDEM Û ARMANC ZELAL IN

Yek ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya YJA STAR’ê Şerda Mazlûm Gabar bal kişand ser hinceta wan a têkoşînê û li gorî sedeman ew ê li dijî kê û çi têbikoşin zelal e û got, xala girîng û stratejîk a têkoşîna azadiya jinan wekî “perwerdekirin û veguherîna jinê, li hemberî pergalê karibe xwe biparêze, li hemberî pergalê helwesta xwe zelal bike û bingeha parastinê xurttir bike û rêxistinbûna parastinê koordîne bike” pênase kir.

DIVÊ TEVNÊN XWEPARASTINÊ BÊN DANÎN

Gabar di vê mijarê de bal kişand ser girîngiya avakirina rêxistiniyên xweparastinê yên li dijî sîstema tecawizkar û mêrê tacîzkar. Gabar got, “Divê armanca me ya esasî ew be ku li her devera pêwîstî bi têkoşînê heye, rêxistiniya xweparastinê bê avakirin. Bi taybetî li dijî tundiya li hemberî jinê, divê rêxistinbûnên bi vî rengî yên mayinde li her cihî bên avakirin. Gelekî girîng e ku ji bo azadiya me, em rêxistiniya xwe ya xweparastinê li nava hucreyên civakê belav bikin.”

YJA STAR WÊ JINAN BI TENÊ NEHÊLE

Ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya YJA Starê Şerda Mazlûm Gabar destnîşan kir ku dema jin bi hişmendiya azadiyê tevgeriyan, wê xwe bi tenê nebînin û ji têkoşînê netirsin. Fermndar Şerda Mazlûm Gabar got, “Bi navê YJA Starê di vê mijarê de em xwedî nêzîkatiyeke pêbaawer û sekneke xurt û bi îdîa ne. Jin dema ku li dijî sîstema bi serweriya mêr têkoşiyan, divê ji xwe bawer bin. Divê zanibin ku YJA Star wê wan ti carî bi tenê nehêle.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

LEZGÎN – Zarokên Agir: Li 6 Bajarên Dijminên Kurda dinav Agir de Man

Nivîsa Pêş

328 Saziyên Civakî û Demokratîk Zanîngehên Xweser daxwaz kirin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Hiquqnasa tundiya li ser xwendekaran şermezar kir û daxuyaniyeke nivîskî parvekirin

328 Saziyên Civakî û Demokratîk Zanîngehên Xweser daxwaz kirin

NUÇEYA LEZGÎN- Li Stenbolê 13 wesayît hatin şewitandin

HBDH Dîlokê ber bi qereqola polîsan meşîya

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin
  • Deklerasyona Mîtînga ‘Hêvî û Azadî’ Hat Ragihandin
  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Deklerasyona Mîtînga ‘Hêvî û Azadî’ Hat Ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Amara Şehba: Modela Rojava Rê ji Jinan re Nîşan Dide

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.