Enter your email Address

Salı, Aralık 16, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Wê rojê wijdanê mirovahiyê hejiya

Dema mirov li dîroka Kurdan dinihêre, rojên wan ên xweş gelek kêm in. Heger hebin jî bi ked û berdêlan hatine bi dest xistin.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
16/02/2021 - 0:03
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Li Silêmanî Jinên Ciwan bi agir ‘APO’ nivîsandin
ParvekeTweet

Aysel AVESTA nivîsand —
Komplogeran sond xwariye ku Kurdan bê statu bihêlin, wan tine bikin. Kurdan jî sond xwariye bi ser kevin û azad bibin.
Di dîroka civakan de hinek roj hene ti carî nayên ji bîrkirin. Ew roj dikarin rojên xweş bin, yan jî dibe ku rojên reş bin. Dema mirov li dîroka Kurdan dinihêre, rojên wan ên xweş gelek kêm in. Heger hebin jî bi ked û berdêlan hatine bi dest xistin.

Mînak, roja 27’ê Mijdarê ji bo gelê Kurd weke roja vejînê li dîroka wî hatiye nivîsîn. Lê dema em li dîroka ve rojê dinihêrîn, em dibînin ku çendîn qurbanî, malwêranî û berdêl hatine dayîn. Wekî din, 15’ê Tebaxê, roja ku Kurdan fîşeka yekê berdaye hiş û mejiyê xwe yê paşverû û wan heman rojê gule berdaye dijmînê koka xwe jî. Ev roj jî ji bo Kurdan weke roja hişyarbûna ji xewa mirinê, kete rûpêlên dîrokê.

Lê em ji hemû pêvajoyan dibînin ku ev roj pirr bi hêsanî nebûne rojên dîrokî. Ev tenê du mînak in ji dîroka miletekî ku hebûn û nasnameya wî tine dihat hesibandin. Lê Kurdan li hemberî van polîtîkayên înkar û îmhayê hemûyan, ti carî serî netewand û wan li ber xwe da. Serhildana dawî, nedişibiya yên berê. Bêgûman li ser ezmûn û rêûresma yên berê, berxwedanê dest pê kir. Lê pêşengên wê hîn zêde bi xwe bawer bûn û bi îdîaya ku wê herikandina dîroka bi êş biguherîn, bi rê ketin.

Rêberê vê rêya tijî kêmîn jî Rêber Abdullah Ocalan bû. Wî, ji dîroka gelê êşkişandî sûd wergirt û bi gotina ‘Kurdistan mêhtingeh e’ dest bi têkoşîneke dijwar kir. Di vê rêye de wî dest bi têkoşîneke bê eman kir, hem li hemberî paşverûtiyên civaka ku bi hezaran salan bûbû kole û bendeyê serdestan, û hem jî li dijî dijminên ku sond xwaribûn ku qira Kurdan bînin. Ji lewma jî, bi qasî ku dostên wî çêbûn, ewçend jî dijminên wî zêde bûn. Ji bo ku pêşiyê bigirin li belavbûna fikr û felsefeya wî ya ku bandora xwe li ser tevahiya cîhanê kir, ji çar aliyan ve li dora wî kemîn û xefik danîn.

Ewil xwestin bi destê rejîma Sûrî tişta dixwazin bikin. Lê dema ku li wir bi serneketin vê carê bi piştgiriya hêzên navneteweyî û paşverûtiyên navxweyî komployê rengê xwe guhert û berfereh bû.

Komploya ku ji aliyê 14 welatan ve hat birêvebirin di 9’ê Cotmeha 1998’an dest pê kir û di 15’ê Sibata 1999’an de bi encam bû. Wê rojê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê hêzên navdewletî ve dîl hat girtin û ew radestî dewleta Tirk hate kirin. Plan û hesab gelek hûr û kûr bûn. Wê bi dîlgirtina Rêberê Ocalan, têkoşîna 40 salan bihata tesfiyekirin. Li ser navê Kurd û Kurdistanê wê tiştek nehata hiştin. Lê Rêber Abdullah Ocalan bi pêşbîniyeke kûr di kêliyên destpêkê ên vê komploya bêbext de hesap û pîlanên komplogeran ser û binî hev kirin. Ew ne li bendê bûn ku Rêber Ocalan wê ji binî ve rengê têkoşîna azadiyê biguhere. Bi sekna Rêber Abdullah Ocalan û berxwedana li dora vê sekne, komplo ji roja destpêkê ve hat pûçkirin. Ve helwêstê hêrsa komplogeran gelekî rakir. Ji lewma, vê komployê bi rê û rêbazên cûr be cûr li dijî vîna gelan dewam kir û hîn jî didome. Êrişa li dijî Herêma Garê peymana li dijî Şengalê û gefên li dijî Rojavayê Kurdistanê dewama vê komploya navdewletî ye.

Komplogeran sond xwariye ku Kurdan bê statu bihêlin, wan tine bikin. Kurdan jî sond xwariye bi ser kevin û azad bibin. Çawa Kurdan roja 15’ê Sibata 1999’an wijdanê mirovahiyê hejand û veguherand roja tolhildanê, bi dûrişma ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ pûç kir. Ew ê van êrişan jî bi têkoşînê pûç bikin û bi ser kevin.

YENİ ÖZGÜR POLİTİKA

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 16’Ê SIBATA 2021’AN

Nivîsa Pêş

Ciwanên Lavrîoyê têkildarê komploya 15’ê Sibatê Sînevîzyon temaşe kirin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Ciwanên Lavrîoyê têkildarê komploya 15’ê Sibatê Sînevîzyon temaşe kirin

Ciwanên Lavrîoyê têkildarê komploya 15'ê Sibatê Sînevîzyon temaşe kirin

Li Qoser Portreyên Serokatî ve xemilî

Li Qoser Portreyên Serokatî ve xemilî

Manşet

  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Ezîz Şêx Elî oxir kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.