Enter your email Address

Salı, Aralık 16, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

LEZGÎN – Garê bi heybeta xwe heye: Artêşa Tirk tar û mar bû

"Êrişa artêşa Tirk a li ser Garê li pêşberî berxwedana Gerîlayên Azadiyê ya Kurdistanê têk çû, tarûmar bûn û hêzên dagirker ên li qadê hatin danîn ji aliyê hêzên me ve hatin dorpêçkirin."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
12/02/2021 - 16:23
di nav Çalakî, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe, Nûçe Lezgîn
Reading Time: 5 mins read
A A
LEZGÎN – Ji Gerîla çalakî: 7 dagirker hatin cezakirin, wesayitek hate îmhakirin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrişa dagirkeriyê ya li ser Garê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Me beriya niha ragihandibû ku 10’ê Sibatê saet di 03:00 de dewleta Tirk a dagirker bi rengekî giran bombe li gelek qadên herêma Garê barandiye, li gel êrişa helîkopteran hêza xwe danî qada Siyanê û şer di bin însiyatîfa hêzên me de qewimî.

BI DEHAN DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN

10’ê Sibatê saet di 05:00 de di navbera hêzên me û dagirkerên li qada Siyanê şer dest pê kir. Hêzên me derbên giran li dagirkeran xistin û di encamê gelek gelek dagirker cezakirin, gelek jî birîndar bûn. Dagirkerên ku derb xwarin bi gavekê xwe vekişandin. Qada şer û kampeke li herêmê bi balafirên şer bi rengekî giran hate bombekirin. Piştî bombardûmanê, dagirker li hev kom bûn. Hêzên me careke din li dijî dagirkeran çalakiya êrişê li dar xistin û bi dehan dagirker ceza kirin. Dagirkerên ku derbeke giran xwarin, neçar man ku ji qada şer vekişin.

HELÎKOPTER NEÇAR MAN JI HERÊMÊ BIÇIN

Artêşa Tirk a dagirker danê nîvro û piştre bi balafirên şer 6 caran bombe li qada şer barandin. Dijmin piştre xwest ku bi helîkopteran bombeyan li heman qadê bibarîne, lê belê bi destwerdana hêzên me re helîkopter neçar man ji herêmê biçin.

BOMBARDÛMAN Û LIV Û TEVGERA BALAFIRÊN ŞER Û KEŞFÊ DEWAM DIKE

Şerê li qada Siyanê ji 10’ê Sibatê ve dewam dike. Di heman demê de liv û tevgera balafirên keşfê û şer li ser herêma Garê dewam dike.

11’ê Sibatê li Garê qada Sêdarê 6 caran, qada Nêranê 5 caran, derdora gundên Museleka, Bilindbazê û Şikeftiyanê jî 9 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Ji 11’ê Sibatê saet 20:00 heta niha li xeta Akrê-Siyanê û li qada Qela Seddam liv û tevgera helîkopterên Skorsky dewam dike.

TARÛMAR BÛN

Hêzên dijmin hewl dan li xeta Ergenê û Siyanê bi cih bibin û li herêmê belav bibin. Xwest ku hêzên xwe li gelek qadên din ên Garê deyne, lê belê ev hewldana wan bi destwerdana hêzên me hate astengkirin. Êrişa artêşa Tirk a li ser Garê li pêşberî berxwedana Gerîlayên Azadiyê ya Kurdistanê têk çû, tarûmar bûn û hêzên dagirker ên li qadê hatin danîn ji aliyê hêzên me ve hatin dorpêçkirin. Artêşa Tirk tenê bi êrişên giran ên hewayî hewl dide hêzên xwe biparêze.

Artêşa Tirk a dagirker ku li pêşberî hêzên me bêçare mane û derbên giran dixwin, giranî daye ser teknîka şer û timî bombeyan li qadê dibarîne. Hêzên me bi taktîk û rêbazên dema nû yên gerîla, teknîka artêşa Tirk a dagirker pûç kirine û derbên xurt lê dane. Artêşa Tirk a dagirker li gel teknîka xwe ya şer jî nekarî li pêberî îradeya Apoyî ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê encam werbigire, derb li ser derbê xwar.

DAXUYANIYA WEZARETA PARASTINÊ YA TIRK XWE DISPÊRE DEREWAN

Daxuyaniya Wezareta Parastina Millî ya Tirk a li ser êrişa li dijî Garê bi temamî xwe dispêre derewan. Bi berevajîkirina rastiyan hewl dide raya giştî bixapîne. Di şer de zêdeyî 30 kuştiyên artêşa Tirk çêbû. Hejmara şehîdên me bi qasî yên hatine ragihandin nîne, dema bê wê tevî navên wan ji raya giştî re bên eşkerekirin.

Li ser tevlîbûna hêzên PDK’ê ya yekser li operasyona Garê, tespîteke me nîne. Agahiyên di vî warî de rast nîne. Lê belê helîkopter û hêzên artêşa Tirk a dagirker ên tevlî êrişa Garê bûn, ji Şirnexê çûn baregeha Başîkayê, ji wir jî derbasî nehiya Bakirman a navçeya Akrê bûn û ji wir jî hatin Garê. Helwesteke PDK’ê ya li hemberî vê rewşê nehate dîtin.

NÛÇEYÊN MEDYA ŞERÊ TAYBET RAST NÎNE

Hikumeta şerê taybet a Tirk ku bi propagandayên derewîn timî serketinên sexte ji xwe re diafirîne û pê raya giştî dixapîne, ji ber ku encam ji êrişa li Garê wernegirt û hîn di roja destpêkê de tarûmar bû, vê carê dereweke cuda pêşkêş kir. Wêneyên kesê bi navê Îbrahîm Parim di çapemeniyê de hate weşandin û îdîa kir ku berpirsyarê lojîstîkê yê PKK’ê bi operasyoneke taybet a MÎT’ê hatiye girtin. Lê belê kesê bi navê Îbrahîm Parim zûdeyî ji partiya me hatibû dûrxistin û piştre teslîmî dijmin bûbû. Nûçeyên ku medya şerê taybet a Tirk weşand rast nîne, propagandayeke reşkirinê ya ji bo şerê psîkolojîk e.

BALAFIRAN BOMBE LI KOLÎTÊ BARANDIN

11’ê Sibatê saet di navbera 02:00-03:00 de qala Kolîtê ya herêma Xakurkê bi balafirên şer hate bombekirin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Îstîxbarata PDK’ê li Sîdekanê bi gef û zextan ciwanan direvîne!

Nivîsa Pêş

Ciwanên enternasyonalîst: Em li gel gerila cihê xwe digrin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Ciwanên enternasyonalîst: Em li gel gerila cihê xwe digrin

Ciwanên enternasyonalîst: Em li gel gerila cihê xwe digrin

Ciwanên Hesekê li dijî komployê di nav tevgerê de ne

Ciwanên Hesekê li dijî komployê di nav tevgerê de ne

Manşet

  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Ezîz Şêx Elî oxir kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.