Enter your email Address

Salı, Aralık 16, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK: ‘Divê Gelê me bi çalakiyên xwe li dijî dagirkeriyê helwesteke zelal nîşan bidin’

KCK: Gelê me yê li Bakur, Rojava, Rojhilat û derveyî welat divê bi pêngava me ya 'Dawî li tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê bîne, dem dema azadiyê ye' bi çalakiyên xwe li dijî dagirkeriyê helwesteke zelal nîşan bidin.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
11/02/2021 - 12:48
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 6 mins read
A A
KCK: ‘Ti rastiya nûçeyên medyaya PDK’ê nîne’
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê êrîşa dagirker a li dijî qada Garê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya KCK’ê de ev tişt hate diyarkirin.

“Piştî ku wezîrê şer û fermandarê giştî yê artêşa Tirk li Bexda ya Iraqê û li Hewlêr a Başûrê Kurdistanê hevdîtin kirin, artêşa dagirker a qirker û mêtinger li dijî Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşeke dagirker dane destpêkirin. Di 10’ê Sibatê de ber destê sibehê li gelek cihan bi saetan êrîşên hewayî hatiye kirin û leşker danîne hin deran. A niha li Garê di navbera gerîlayên azadiyê û artêşa Tirk şerekî giran didome.

BÊYÎ PESENDKIRINA PDK’Ê TEVGERA DAGIRKER A LI DIJÎ GARÊ NIKARE PÊK WERE

Qada Garê gelekî dûrî sînorê Tirkiyeyê ye û di nav Başûrê Kurdistanê de ye. Her dem li dijî Garê êrîşên hewayî dihate kirin. Cara pêşîn ji bejahiyê ve leşker şandine û dest bi tevgera dagirker kirine. Bêguman ji bo ku tevgereke dagirker li dijî Garê divê destûr û pesendkirina PDK’ê hebe. Roja ku wê êrîş pêk were, Mesrûr Barzanî ji dêvila ku wê li dijî dagirkeriyê rabe, gerîlayan sûcdar dike û vê dagirkeriyê meşrû dike. Jixwe ev du sê meh in hêzên leşkerî yên girêdayî PDK’ê dora qadên gerîlayan girtibû. Di nav şertekî wisa de dagirkeriya dewleta Tirk dest pê kiriye.

TEVGERA DAGIRKER DI SALVEGERA 22’EMÎN A KOMPLOYÊ DE PÊK HAT

Tevgera dagirker a li dijî Garê di salvegera 22’emîn a komploya navneteweyî de pêk hat û ev jî eşkere dike ku armanca dewleta Tirk tasfiyekirina Tevgera Azadiyê û qirkirina Kurdan e. Li Rojava ji bo jiyana azad û demokratîk a gelê Kurd bi dawî bikin, êrîşên dagirker dane destpêkirin. Gotina wan ‘Em ê şaşiya xwe ya li bakurê Iraqê li bakurê Sûriyeyê nekin’ diyar dike ku êrîşên li ser Rojava wisa dikin. A niha li qadên navxweyî yên Başûrê Kurdistanê di şexsê gerîlayan de li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurdan e û dixwazin federasyona Başûrê Kurdistanê jî ji holê rakin. Jixwe gelên Başûrê Kurdistanê û gelê Kurd dibêjin ku ev êrîş ne li dijî PKK û gerîlayan e, tevgera dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye. Heta ku tevgerên dagirker ên li hemû parçeyên Kurdistanê bi dawî nebin, wê ev êrîşên dewleta Tirk a li dijî jiyan û hebûna azad û demokratîk a hemû parçeyên Kurdistanê bidome. Rayedarên dewleta Tirk û çapemeniya wan a li ser polîtîkaya dewletê di her firsendê de diyar dikin ku Kerkûk û Mûsûl aîdî wan e. Piştî êrîşên dagirker ên li ser qadên Xakurkê û Heftanînê ku nêzî sînor in, ev êrîşên li qadên navxweyî yên Başûrê Kurdistanê, dibe gaveke girîng a bidestxistina wîlayetên Kerkûk û Mûsûlê. Ji dagirkeriyên berê jî tê zanîn ku dewleta Tirk ji qadên ku dagir kiriye, dernakeve.

DIVÊ GELÊ ME RABE SER PIYAN Û TEVLÎ PÊNGAVA ŞIKANDINA DAGIRKIRINÊ BIBE

HPG eşkere kir ku helîkoptêrên ku tevlî tevgera dagirkirinê bûne, ji çiyayên Garê, ji aliyê başûr ve ku di bin kontrola PDK’ê de ne, rabûne. Kanên xwecih diyar dikin tevgera dagirkirinê ya li ser Garê, ji bajarokê Bakirmanê yê bajarê Akre yê Başûr tê rêvebirin.

Êrîşa li ser Garê ne tenê êrîşa li ser têkoşîna azadiya Kurd a bi pêşengiya PKK’ê ye, êrîşa li ser hebûna gelê Kurd, êrîşa li ser jiyana azad û demokratîk a gelê Kurd e. Jixwe heta ku êrîşa li ser her parçeyê Kurdistanê weke êrîşa li ser hemû Kurdan neyê dîtin û li gorî vê helwest neyê nîşandan, ne pêkan e ku hemû parçeyên Kurdistanê azad bibin, destkeftî dibe ku ji dest biçin. Ji ber vê, li dijî êrîş û tevgera dagirkirinê ya li ser Garê gelê me yê li hemû parçeyan û derveyî welat, hêzên siyasî, rewşenbîr, nivîskar, hunermend, jin û ciwan divê helwesta xwe nîşan bidin. Bi vê êrîşê re li Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriyê divê tevgereke gel çêbibe, partiyên siyasî, rewşenbîr, hunermend, ciwan û jin tevlî nav vê tevgera gel bibin. Gelê me yê li Bakur, Rojava, Rohilat û derveyî welat jî, pêngava me ya ‘Bes e ji tecrîd, faşîzm, dagirkeriyê re; Dema azadiyê ye’ li dijî vê dagirkirinê bi çalakiyên aktîf bibe xwedî helwesteke berbiçav. Li her deverê di serî de jin û ciwan divê gelê me rabe ser xwe û tevlî pêngava şikandina vê dagirkirinê bibe.

GELÊ ME YÊ BAŞÛR DIVÊ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ LI DAGIRKERAN TENG BIKE

Gelê me yê Başûrê Kurdistanê li dijî hêzên dagirkirinê yên weke dewleta Tirk, li dijî her êrîşa dagirker helwesta xwe ya welatparêz û şoreşger daniye holê. Me ji bîr nekiriye ku dema tevgera dagirkirinê ya 2008’an a li ser Zapê, li Amediyê, Derelok û Şeladizê gel gel bi helwesteke çawa rabûye. Bi vî rengî yek ji berxwedana herî birûmet a dîroka Kurdistanê daniye holê. Her wiha li dijî baregehên li Şeladizê helwesta gel weke bîrdariya rûmetê li dîrokê cihê xwe dîtiye. Ev helwest rênîşandêra çalakiyên îro yên li dijî dagirkeriyê ye. Bi vê çarçoweyê li dijî tevgera dagirker a dewleta Tirk a li ser Garê, di serî de Duhok û Akre, hemû bajar û bajarokên Kurdistanê divê rabin ser xwe, nîşan bidin ku Herêmên Parastinê yên Medyayê û Başûrê Kurdistanê nikare were dagirkirin. Başûrê Kurdistanê divê li dagirkeran were tengkirin.

Dewleta Tirk a mêtingeriya qirker li her deverê êrîşê tîne ser têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û destketiyan. Bi êrîş û dagirkirinê hewl tê dayin ku di hevseng û statûya nû ya Rojhialta Navîn de Kurd nikaribin bi rengekî azad û demokratîk cih bigirin û bi vê dixwazin qira Kurdan bînin. Ev rastî divê hemû Kurdan li dijî dewleta Tirk a qirker rake ser piyan, êrîşan bide şikandin, hebûna Kurdan misoger bike û bike ku di sedsala 21’ê de her parçeyê Kurdistanê bibe xwedî jiyana azad û demokratîk.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

KJK: Sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê wê bi têkoşîna hevpar têk biçe

Nivîsa Pêş

Komalên Ciwan: ‘Cografya Kurdistanê wê ji qirker, dagirker û faşîstan re bibe goristan!’

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Komalên Ciwan: Pêwîste her ciwanekî birûmet bikeve tevgerê!

Komalên Ciwan: 'Cografya Kurdistanê wê ji qirker, dagirker û faşîstan re bibe goristan!'

Çalakiya Greva Birçîbûnê di roja 77’an de berdewam dike

Çalakiya Greva Birçîbûnê di roja 77'an de berdewam dike

Manşet

  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Ezîz Şêx Elî oxir kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.