Enter your email Address

Salı, Aralık 16, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

PKK: Viyan Soran dilsoza jiyana azad bû

"Yên ku wê nas dikin baş zanin ku hevrê Viyan Soran rêbereke rastî ya gel, rêbereke jin û ciwanan bû."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
01/02/2021 - 11:13
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 8 mins read
A A
Viyan Soran evîna xwe ya azadiyê xist dilê hemû jinên Kurdistanê
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Komîteya Rêveber a PKK’ê têkildarî salvegera şehadeta Viyan Soran daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Helwesta ku hevrê Viyan beriya 15 salan li dijî komploya navneteweyî nîşan da, bêguman ji bo rewşa heyî ya siyasî û leşkerî di asta dîrokî de girîng e.”

Komîteya Rêveber a PKK’ê têkildarî salvegera şehadeta Viyan Soran (Leyla Walî Huseyîn) daxuyaniyek weşand. Daxuyanî wiha ye:

“Em ketine meha Sibatê ku di vê mehê de li dijî gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd êrişên komploger û qirker hatin kirin. Em di salvegera 96’an a êrişa qirkirinê ya 15’ê Sibata 1925’an û salvegera 22’emîn a komploya 15’ê Sibata 1999’an de ne. Ev rewş di heman demê de nîşan dide, ku li dijî êrişên qirkirin û komploger ên li ser gelê Kurd, berxwedaneke bi heybet a ji bo azadiyê ji aliyê gelê me ve hatiye meşandin. Em vê berxwedana dîrokî ya mirovahiya azad silav dikin, di şexsê şehîdên berxwedanê yên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ de ku li dijî komployên 9’ê Cotmeha 1998’an û 15’ê Sibata 1999’an şehîd bûn, şehîdên têkoşîna azadiyê hemûyan bi rêz û minet bi bîr tînin.

Destpêka meha Sibatê di heman demê de salvegera şehadeta ewlada leheng a gelê me yê Başûrê Kurdistanê û endama Komîteya Jinûve Avakirinê ya PKK’ê Viyan Soran (Leyla Walî Huseyîn) e. Hevrê Viyan, hişmendî û îradeya dewamkirina berxwedana fedayî ya ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ û rabûna li ber jiyana bi sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê, di asta herî bilind de temsîl dike. Lewma, di salvegera 15’an a şehadeta wê de em şervana azadiyê ya mezin hevrê Viyan Soran bi rêz, hezkirin û minet bi bîr tînin; destnîşan dikin ku di sala 23’an de ya li dijî kompoya 15’ê Sibatê, em ê bi hestiyarî û berpirsyariya Viyan li ber xwe bidin û teqez bi ser bikevin.

Weke ku tê zanîn, hevrê Viyan di destpêka Sibata 2006’an de bi gotina ‘Bi sîstema tecrîdê û êşkenceya li Îmraliyê jiyan nabe’, li keleha berxwedanê li Heftanînê xwe kir gogek ji agir û bang li jin û ciwanan, bang li gelê Kurd û mirovahiyê kir ku li dijî sîstema êşkenceyê û tecrîdê ya li Îmraliyê hîn bi xurtî û çalak têbikoşin. Bi peyamên nivîskî yên li pey xwe hişt û bi helwesta xwe ya pratîkî nîşanî me da, ku helwesta şoreşgerî û welatparêzî ya rast a li dijî sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê û lidijî komploya 15’ê Sibatê divê çawa be û têkoşîneke bi çi rengî bê meşandin. Xwest ku dîwarên Îmraliyê bê hilweşandin û Rêber Apo ji aliyê fîzîkî ve bê azadkirin. Bi vî rengî bû pêşenga destpêkê ya pêngava ‘Dema azadiyê’ ku weke tevger û gel em niha dimeşînin.

Eşker eye ku rêbaza wê bi kar aniye nabe ku bê dubarekirin jî, banga ku kiriye û peyama wê, dîrokî ye. Bi fedakirina canê xwe nîşan da ku nabe mirov bi sîstema êşkenceyê û tecrîdê ya li Îmraliyê bijî, jiyaneke bi vî rengî ji bo Kurdan, gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê felaketeke çawa ye, lewma ji bo hilweşandina sîstema tecrîdê û êşkenceyê ya Îmraliyê divê bi her rê û rêbazî têkoşîn bê meşandin. Ev yek jî nîşan dide ku çiqasî pêşdîtî û fedakar e. Dema ku mirov bala xwe bidin ser bûyerên îro diqewimin, baştir dibînin ku hevrê Viyan çiqasî mafdar e û daxwazên rast destnîşan kiriye.

DILSOZA JIYANA AZAD BÛ

Bêguman a ku hevrê Viyan ewqasî pêşdîtî, wêrek û fedakar kir; azadîparêzî û welatparêziya wê ya xurt bû. Hişmendiya demokrasî û azadiya civakî ya Rêber Apo ku li ser bingeha azadiya jinê daniye rûniştandin, bi xurtî û bi rengekî rast pejirand. Di asta dilsoziyê de bi jiyana azad ve hate girêdan, têkiliya xurt a vê yekê bi rastiya Rêber Apo re dît û hîn di temenê ciwantiyê de tevlî nava Tevgera me ya Azadiyê bû, bû milîtaneke fedayî ya Apoyî ku timî li refên herî pêş bû. Li çar aliyên Kurdistanê karê şoreşgerî meşand û wezîfeyên herî giran ên têkoşîna me ya azadiyê danî ser milê xwe. Li ser vê bingehê bi paradîgmaya modernîteya demokratîk erka jinûve avakirina PKK’ê danî ser milê xwe, li gel hevrê Nûda Karker bû sembola pratîkkirina serdema sêyemîn û hêza bingehîn a demê. Yên ku dibêjin PKK li Başûrê Kurdistanê ‘mêvan’ e, bila zanibin ku yek ji 12 endamên komîteya jinûve avakirina PKK’ê hevrêya Viyan Soran a ji Başûrê Kurdistanê bû.

Yên ku wê nas dikin baş zanin ku hevrê Viyan Soran rêbereke rastî ya gel, rêbereke jin û ciwanan bû. Li gel temenê xwe yê ciwan, bi hişmendiya ku ji Rêber Apo wergirt, bû rêbera jin, ciwan û gelê me yê Başûrê Kurdistanê. Bi ruh, hişmendî û nêzîkatiyên xwe yên jîr, çêker, dînamîk û ciwan her tim taybetmendiyên milîtana pêşeng a ji bo ciwanên Kurdistanê di kesayetiya xwe de şênber kir. Gelek tişt hene ku ciwanên Kurdistanê bi taybetî jî ciwanên Başûrê Kurdistanê ji hevrê Viyan hîn bibin.

Viyan Soran pîvana Rêber Apo ku digot ‘Şoreşa Başûrê Kurdistanê şoreşeke jinê ye’ ji xwe re kir esas, li dijî her cûre nêzîkatiyên malbatîperest, eşîrtî û xanedanî ku jinê dike kole, bi rengekî piralî û çalak têkoşiya, li Başûrê Kurdistanê bû pêşenga şoreşa azadiya jinê. Li gelemperiya cîhanê di pêşvebirina Şoreşa Azadiya Jinê de rola hevrê Sara çi be, li Başûrê Kurdistanê jî rola hevrê Viyan bi heman rengî ye. Li ser vê bingehê, têkoşîna azadiya jinê ya li Başûrê Kurdistanê ku li ser bingeha kesayetî û karên wê afirî, siyaset û zîhniyeta serweriya mêr a li Kurdistanê û Rojhilata Navîn ji holê radike û di afirandina jiyan û civaka azad de wê bibe hêza bingehîn a guhertinê.

Helwesta ku hevrê Viyan beriya 15 salan li dijî komploya 15’ê Sibatê nîşan da, bêguman ji bo pêşketin û bûyerên niha yên siyasî û leşkerî di asta dîrokî de girîng e. Çalakiya ku bi gotina ‘Divê dîwarên Îmraliyê bên hilweşandin û Rêber Apo ji aliyê fîzîkî ve azad bibe’ pêk anî, li dijî êrişên dagirkeriyê yên faşîzma AKP-MHP’ê yên li ser Başûrê Kurdistanê, li dijî helwesta hevkariya rêveberiya PDK’ê ya bi vê yekê re, bi rengekî eşkere nîşan dide ku divê helwesta azadîparêz û welatparêziya rastî ya li Başûrê Kurdistanê çawa be. Her kesên ku îro dixwazin li ber tifaqa dagirkerî û paşverû ya Dewleta Tirk-PDK’ê rabe, li ser şopa hevrê Viyan dimeşin.

Divê ev yek baş bê zanîn; di sala 16’an a şehadeta wê de em ê rastiya hevrê Viyan baştir fêhm bikin û li ser vê bingehê di sala 23’an de em ê li dijî komploya 15’ê Sibatê bi navê gel û tevgerê têkoşîneke hîn xurt û encamgir bimeşînin. Li dijî dagirkeriya AKP-MHP’ê em ê şerê xwe yê azadiyê li her qadê hîn bi xurtî bimeşînin. Li çar parçeyên Kurdistanê û li çar aliyên cîhanê, em ê pêngava xwe ya ‘Dema azadiyê ye’ bi şêweyên dewlemend ên çalakiyan bi pêş ve bibin, sîstema tecrîdê û êşkenceyê ya Îmraliyê parçe bikin, bikin ku Rêber Apo ji aliyê fîzîkî ve azad bibe. Bi vî rengî em ê armanca hevrê Viyan bi ser bixînin û deynê wê bidin.

Li ser vê bingehê em rêvebera partiya xwe û fermandara nemir a YJA Starê hevê Viyan Soran careke din bi rêz bi bîr tînin, di serî de jin û ciwan em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin ku li dijî komploya 15’ê Sibatê bi rengê Viyanê têbikoşin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Yekîtiya Jinên Ciwan pêşbirka “Ş.Nûcan Serdoz” a helbestan lidar dixe

Nivîsa Pêş

Greva birçîbûnê di roja 67’an de ye – Dayika girtî Îlyas: Em li gel zarokên xwe ne

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Greva birçîbûnê di roja 67’an de ye – Dayika girtî Îlyas: Em li gel zarokên xwe ne

Greva birçîbûnê di roja 67'an de ye - Dayika girtî Îlyas: Em li gel zarokên xwe ne

PAJK: Viyan Soran Rihê Azadiyê ye

PAJK: Viyan Soran Rihê Azadiyê ye

Manşet

  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Ezîz Şêx Elî oxir kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.