Enter your email Address

Salı, Şubat 10, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

Li her derê dengek bilind dibe: “Tecrît li sûcê mirovahi ye”

Mêrdîn, Şirnex, Riha, Izmîr û Enqere, li gelek bajaran çalakî hatin kirin.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
15/01/2021 - 17:30
di nav Çalakî, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Li her derê dengek bilind dibe: “Tecrît li sûcê mirovahi ye”
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Çalakiyên xwedîderketinê yên li berxwedana grêva birçîbûnê yên li zindanan ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 27’ê Mijdarê dest pê kiribû, didomin. Di serî de li Mêrdîn, Şirnex, Riha, Izmîr û Enqere, li gelek bajaran çalakî hatin kirin.

Di çalakiyan de hate xwestin ku tecrîda li Imraliyê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, demildest rabe û bang li raya giştî hate kirin ku bihistyar bin.

MÊRDÎN

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê Hevberdeva HDP’ê Ebrû Gunay, rêveberên bajêr û naçeyan û Dayikên Aştiyê hazir bûn.

Dayika Aştiyê Nûrê Tarlak got, ”Ez bang li hemû dayikan û derdoran dikim. Em deng bidin zindnan. Daxwazên zarokên me daxwazên me ne.”

Hevseroka Navçeyê ya HDP’ê Hêvîdar Dînç jî bang li hemû derdoran kir li dijî desthilatê têbikoşin û bibin dengê girtiyan.

Hevberdevka HDP’ê û parlamenter Ebrû Gunay jî got yek ji daxwaza girtiyan ew e ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe û ya dî jî dixwazin binpêkirinên mafê mirovan wê li zindana bi dawî bibe.

ŞIRNEX

Li Şirnexê jî li avahiya rêxistina navçeya Silopyayê çalakî hate kirin.

Hevserokê Navçeyê Kadîr Kunur axivî û got, ”Ji daxwazên girtiyan, ewlehiya wan û tendiristiya wan hikûmet berpirs e û divê berpirsyariya xwe bi cih bîne.”

Parlamentera Şirnexê Nûran Imîr jî got, ”Îro di şexsê girtiyan de dixwazin li ser hemû gelên li Kurdistanê û Tirkiyê tecrîdê deynin. Dixwazin girtîgehan bikin goristan. Lê em jin û gel em ê li dijî vê rawestin û li dijî van kirinên kêfî têbikoşin.”

RIHA

Li Rihayê jî li ber Navenda Kar a Ahmet Bahçivan daxuyaniya çapemeinyê hate dayin. Parlamenter Omer Ocalan, Ayşe Surucu û Dayikên Aştiyê, gelek kes hazir bûn.

Parlamenter Ocalan dema daxuyaniya çapemeniyê axivî û got, ”Li girtîgehan di serî de Rêzdar Ocalan li ser her kesî tecrîd tê danîn. Em vê roja înê bangl i mirovan û rêveberan dikin ku aştiyê pêk bînin. Ji bo berjewendiya siyasî ne heqê kesî ye ku vî welatî ber ji kendalan tehf bidin. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Li Girava Imraliyê bi salan e tecrîd didome. Ev ne mirovî û ne hiqûqî ye. Em ê li dijî tecrîdê rawestin û bang li her kesî dikin ku xwedî li berxwedanan zindana derkevin.”

Parlamenter Ayşe Suruc jî axivî û got, ”Çi dema ku tecrîda hatiye girankirin li Tirkiyê şer gur bûye. Ji bo aştiyê divê tecrîd bi dawî bibe û hevdîtin dest pê bikin. Em vê tecrîdê qebûl nakin.”

ENQERE

Li Enqerê li rêxistina Bajêr a HDP’ê daxuyaniyeke çapemeniyê hate dayin. Dema daxuyaniya çapemeniyê Federasyona 78’ên Şoreşger, Kesk û Partiya Çepgir a Siberojê, Hewldana Şoreşger a 78’an û endamên şûbeya ÎHD’ê ya Enqerê hazir bûn.

Hevseroka Bajêr Pakîze Sînemîlloglu axivî û got, ”Ji wê rojê ve ku hevdîtina parêzeran a bi Rêzdar Ocalan re hatiye qedexekirin û heta niha desthilata AKP’ê ku nahêle civaka Tirkiyê aştiyê bîne rojevê, ne tenê li ser Imraliyê, li ser hemû civakê dixwaze tecrîdê deyne.”

Sînemîllîoglu her wiha got, ”Çalakiya grêva birçîbûnê ya girtiyên siyasî ya ji bo ku şertên girankirî werin rastkirin û Rêzdar Ocalan malbat û parêzerên xwe bibîne, dest pê kiriye, di roja 50’î de didome.”

ÎZMÎR

Li Îzmîrê jî rêxistina Bajêr a HDP’ê li ber Naveda Çandê ya Turkan Saylan çalakî kir. Parlamenterên HDP’ê Serpîl Kemalbay û Murat Çepnî, Endamên Meclîsa Partiyê, Hevserokê ESP’ê Şahîn Tumuklu û xizmên girtiyan hazir bûn.

Hevserokê Bajêr Kadir Buydur daxuyaniya çapemeniyê xwend û got, tecrîda ku bi rengekî girankirî didome sûcê mirovahiyê ye.

Buydur bang li raya giştî kir ku guh bidin daxwazên girtiyan ku ketiye grêva birçîbûnê û xwedî li daxwazên wan derkevin.

Parlamenter Serpîl Kemalbay jî tecrîd cara pêşî li Imraliyê hatiye danîn û piştre li ser hemû zindanan û civakê hatiye berbelavkirin.

Parlamenter Murat Çepnî jî got girtîheh bûne cihê êşkenceyê û diyar kir, ”Em ji mej ve dibêjin tecrîd ne tenê li Imraliyê û ne tenê li dijî gelê Kurd e, rengê rêveberiyê ye. Niha jî hemû welat hatiye rewşeke wiha ku bi qeyûm û rejîma tecrîdê tê rêvebirin. Li dijî vê nehiqûqiyê girtîgeh bangekê dikin. Dibêjin li dijî vê êşkencê û rejîma qeyûm rabin. Peywira me ye ku em ji wan re bibin deng. Divê em daxwazên wan bi rengekî xurt deynin holê û bigihînin gel.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Milîsên Tolhildanê ya Erdal Nûda ya HBDH’ê Stenbolê rê birî

Nivîsa Pêş

Ciwanên Şehbayê ji bo azadiya Efrînê amade ne

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Ciwanên Şehbayê ji bo azadiya Efrînê amade ne

Ciwanên Şehbayê ji bo azadiya Efrînê amade ne

ROJEVA 1’Ê ÇILEYA 2021’AN

ROJEVA 16’Ê ÇILEYA 2021’AN

Manşet

  • Koma Elefterya Serdana Herêmên Nobetê Yên Li Dêrikê Şahiyek Li Darxistin
  • Ciwanên Ku Beşdarî Seferberiyê Bûn Li Qeladizê Bi Girseyî Hatin Pêşwazîkirin
  • Xwendekarên Kobanê perwerdeyên alîkariya yekem didomin
  • Li Harburgê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Meş
  • Ji Bo Protestokirina Êrîşên Dagirkeriyê Yên Li Ser Rojava Li Berlînê Standek Hate Danîn
  • Bayik: Pêşveçûna Pêvajoyê Bi Gavên Pratîk Ve Girêdayî Ye
  • Ciwanên Şoreşger li Hesekê Çalakiyek ji bo Bilindkirina Moralê Lidar Xistin: Parka Nergiz bi Ruhê Berxwedanê Tijî Bû

Herî zêde hatine xwendin

  • Bayik: Pêşveçûna Pêvajoyê Bi Gavên Pratîk Ve Girêdayî Ye

    Bayik: Pêşveçûna Pêvajoyê Bi Gavên Pratîk Ve Girêdayî Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Ciwanên Kobanê: Ciwanên Bakûr Tevlî Şerê Rûmetê Bibe !

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Ku Beşdarî Seferberiyê Bûn Li Qeladizê Bi Girseyî Hatin Pêşwazîkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Protestokirina Êrîşên Dagirkeriyê Yên Li Ser Rojava Li Berlînê Standek Hate Danîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Endonezya Ciwan û Karkeran Li Ser Kesayeta Mîlîtanî ê APOyî Niqaşek Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di rewşa şer de xwendekarên Kobanê perwerdeyên alîkariya yekem lidardixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşandana Fîlmê bi Pêşengtiya TekoJIN Berlînê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dayika Emîne: “Şehîd Lewend bi danûstandina xwe diket dilê her kesî”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.