Enter your email Address

Çarşamba, Şubat 4, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK: Hesap pirsîn bi xurtkirina têkoşîna azadiya jinê dibe

"Em hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî bi rêzdarî bi bîr tînin ku 9'ê Çileya 2013'an de hatin qetilkirin. Soza xwe ya ji bo pêkanîna Kurdistana Azad, Tirkiyeya Demokratîk û Rojhilata Navîn a Azad dubare dikin"

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
08/01/2021 - 11:19
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
KCK: ‘Ti rastiya nûçeyên medyaya PDK’ê nîne’
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera Komkujiya Parîsê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Jinên cîhanê wê têkoşîna xwe ya li dijî paşverûtiya serweriya mêr, faşîzm, sîstema mêtinger a dewletperest desthilatdarîperest, di sala 2021’ê de bi pêşengiya jinên Kurd xurtir bikin. Jin wê bi ruhê xwe yê azadiyê û bi dilxwaziya xwe, mirovahiyê li her cihî bigihînin jiyaneke azad û demokratîk. Sala 2021’ê di xeta azadiya jinê de wê bibe sala azadî û demokrasiyê ji bo tevahiya mirovahiyê.”

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê wiha ye: “Em hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî bi rêzdarî bi bîr tînin ku 9’ê Çileya 2013’an de hatin qetilkirin. Soza xwe ya ji bo pêkanîna Kurdistana Azad, Tirkiyeya Demokratîk û Rojhilata Navîn a Azad dubare dikin. Em hevrê Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar jî bi rêz û minet bi bîr tînin ku meha Çileyê ji aliyê dewleta Tirk a mêtinger qirker ve di dema berxwedana xwerêveberiyê de hatibûn qetilkirin. Bi van şehadetan re meha Çileyê bû ‘Meha Şehîdên Jin’. Kurdistana Azad û Xweser ku hesreta wan bû, wê teqez bê pêkanîn.

DI ŞEXSÊ HEVRÊ SARA DE FÎŞEK BERDAN JINÊN CÎHANÊ HEMÛYAN

Ev bûyera kuştinê ya li navenda Parîsê hate kirin, ji aliyê MÎT a ser bi Tayyîp Erdogan ve hate plankirin, hate birêxistinkirin. Yê ku fermana vê êrişê da jî Serokwezîrê wê demê Tayyîp Erdogan bû. Dewleta Tirk li welatekî Yekîtiya Ewropayê bi rengekî eşkere sûc kiriye. Sê şoreşgerên hatin qetilkirin li Parîsê bi rengekî legal di çarçoveya qanûnan de karê siyasî dikirin. Fîdan Dogan (Rojbîn) li buroya Enformasyona Kurd a lê dixebitî hate qetilkirin. Hevrê Rojbîn bi rêya vê buroyê gelek caran bi wezîr, parlamenter, siyasetmedar û rêxistinên civakî yên sivîl ên Fransayê re hevdîtin kir. Lewma her sê jin ên şoreşger li Parîsê ya ku hikumeta Fransayê ji ewlekariya wê berpirsyar e hatin qetilkirin. Ji ber vê yekê divê Fransa di vê mijarê de dewleta Tirk darizîne. Eger Fransa îdîa dike ku ew dewleteke hiqûqê ye, hingî neçar e ku vê bike. Ji ber ku hikumeta Fransayê jî, sîstema wê ya dadgeriyê jî, raya giştî ya Fransayê jî zanin ku ev komkujî bi fermana hikumeta Komara Tirkiyeyê hatiye kirin. Heta ku ev darizandin bi her awayî pêk neyê û rastî eşkere nebin, wê gelê Kurd dest ji hikumeta Fransayê neqere.

Hevrê Sakîne Cansiz (Sara) ya li Parîsê hate qetilkirin yek ji damezrînerên PKK’ê bû. Ji bo PKK bibe partiyeke jinê bi roleke girîng rabû. Ji ber vê yekê Rêberê Gelê Kurd Rêber Apo got, ‘Fîşeka li Sakîne ket, berdan min’. Di heman demê de, di şexsê hevrê Sara de ev fîşek berdan jinên cîhanê hemûyan. Ji ber ku hevrê Sara ne tenê pêşengeke tevgera azadiya jinê bû, di heman demê de pêşenga jinên cîhanê bû. Ji ber vê yekê berpirsyariya Parîsê ye, yanî berpirsyariya hikumeta Fransayê ye ku hesabê vê kuştinê bipirse. Naxwe, di serî de jinên li Parîsê wê jinên cîhanê hemû bi dewamî hesab ji hikumetên Fransayê bipirsin.

Mirina endamê MÎT’ê yê ku komkujî kir, bi guman e. Ya tiliya îstîxbarata Fransayê ya jî ya MÎT’ê di mirina wî de heye. Nêzîkatiyeke saf e ku mirov bêje bi rengekî normal mir. Ji ber qetilkirina 3 jinên şoreşger ên Kurd, Fransa û Tirkiye neçar bûn li ber hev rabin. Dibe ku ji îradeya Fransayê nedihat ku gaveke wiha biavêje, lewma kuştina vî kujerî ji nedîtî ve hat. Lewma nixumandina komkujiyê wê Fransayê bike hevkarê vî sûcî. Heta ku ev komkujî neyê ronî kirin, heta ku dewleta Tirk ji ber vê komkujiyê neyê darizandin, dewleta Fransayê wê timî bê sûcdarkirin.

Hesabpirsîna Komkujiya Parîsê ku 3 jinên şoreşger lê hatin qetilkirin, li Kurdistan, Tirkiye, Ewrpoa û tevahiya cîhanê bi xurtkirina têkoşîna azadiya jinê dibe. Bi ruhê jinê ya azad ên Sara, Rojbîn û Ronahî şoreşa azadiyê ya jinê bi pêş dikeve, hesab ji paşverûtiyên bi serweriya mêr tê pirsîn. Dawî li desthilatdariyên faşîst paşverû yên mîna dewleta Tirk tîne. Lewma divê 9’ê Çileyê bibe roja bilindkirina têkoşîna azadiya jinê ya cîhanê. Ne tenê jinên Kurd, jinên ji Parîsê, Fransayê, Ewropayê û tevahiya cîhanê divê bi berpirsyariyeke wiha rabin. Di her 9’ê Çileyê de pêwîste li Parîsê raperîna bi ruhê azadiyê yê jinê pêk bê.

Sara hatibe qetilkirin jî ruhê wê yê azadiyê bûye ruhê raperînê yê jinên cîhanê. Ruhê azadiyê yê Sara, ruhê jinên ku civaka neolîtîk afirandiye yê di vê serdemê de ye. Çawa ku di civakîbûna destpêkê de rola jinê diyarker bû, di serdema heyî de jî jin wê bi daxwaz û ruhê azadiyê yê Sarayan mirovahiyê bigihînin şaristaniya civakîparêz a demokratîk.

Jinan di sala 2020’î de bi bayê azadiyê yê Sarayan cîhan hejandin. Di sala 2021’ê de jî bi îdeolojiya azadiya jinê ya Rêber Apo, têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd ku ji cîhanê re pêşeng û mînak e, wê bigihêje asteke nû. Jinên cîhanê wê têkoşîna xwe ya li dijî paşverûtiya serweriya mêr, faşîzm, sîstema mêtinger a dewletperest desthilatdarîperest, di sala 2021’ê de bi pêşengiya jinên Kurd xurtir bikin. Jin wê bi ruhê xwe yê azadiyê û bi dilxwaziya xwe, mirovahiyê li her cihî bigihînin jiyaneke azad û demokratîk. Sala 2021’ê di xeta azadiya jinê de wê bibe sala azadî û demokrasiyê ji bo tevahiya mirovahiyê.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Gerilla Hack Team çalakî pêk anî

Nivîsa Pêş

Greva birçîbûnê di roja 43’an de ye

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Greva birçîbûnê di roja 43’an de ye

Greva birçîbûnê di roja 43'an de ye

Jinên Tîrêjên Rojê çalakiyan ve dest bi sala nû kir

LEZGÎN - Jinên Tîrêjên Rojê dilê faşîzmê dişewitînin

Manşet

  • Ciwanên Şoreşger li rojhilatê Kobanê dev ji parastinê bernadin
  • Jinên Ciwan ên Kobanê çalakiya keziyan lidarxistin
  • Yekîtiya Jinên Ciwan Li Dêrikê Li Ser Sûrên Kezî Ku Sembola Berxwedana Jinên Kurd e Boyax Kirin
  • Şehîdê Yekîtiya Neteweyî Ehmed Hêmin Ku Di Berxwedana Rojava De Şehîd Bû, Li Silêmaniyê Hate Bibîranîn
  • Li Silêmaniyê Zarokan Bi Hunerê Xwe Piştgirî Ji Berxwedana Rojava Kirin
  • KCK: Xwedîderketina Li Rojava Divê Daîmî Be
  • Ji Abya Yala Heta Kurdistanê, Gel Ji Bo Şoreşê Serî Hildidin

Herî zêde hatine xwendin

  • QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin

    QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Kobanê çalakiya keziyan lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KCK: Xwedîderketina Li Rojava Divê Daîmî Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê dev ji parastina heremê bernadin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Abya Yala Heta Kurdistanê, Gel Ji Bo Şoreşê Serî Hildidin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Silêmaniyê Zarokan Bi Hunerê Xwe Piştgirî Ji Berxwedana Rojava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîdê Yekîtiya Neteweyî Ehmed Hêmin Ku Di Berxwedana Rojava De Şehîd Bû, Li Silêmaniyê Hate Bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan Li Dêrikê Li Ser Sûrên Kezî Ku Sembola Berxwedana Jinên Kurd e Boyax Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.