Enter your email Address

Çarşamba, Şubat 4, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Hevseroka PJAK’ê: ‘Eger dewleta Îranê neguhere wê hilweşe’

Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Zîlan Vejîn li ser rewşa heyî ya Îranê û pêngava wan û berxwedana gel axivî.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
01/01/2021 - 15:51
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Hevseroka PJAK’ê: ‘Eger dewleta Îranê neguhere wê hilweşe’
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Zîlan Vejîn li ser rewşa heyî ya Îranê û pêngava wan û berxwedana gel ji ANF’ê re axivî.

Zîlan Vejîn qala taybetmendiyên serdema heyî kir ku pergal û rêxistinbûnên kevn ji gelek aliyan ve ji hev dikevin, ji bo avakirina pergaleke nû nakokî û şer giran bûye; sîstema berê di hebûna xwe de israr dike, ya nû jî hîn bi temamî ava nebûye; di nava vê rewşa kaosê de gelek bûyer, rabûna li ber hev diqewime; li gel zor û zehmetiyan her wiha firsend û derfetên nû jî pêşkêş dike.

Zîlan Vejîn di vê çarçoveyê de bal kişand ser rewşa Îranê û diyar kir ku li Îranê zemînê têkoşîna ji bo maf û demokrasiyê bi temamî çikiya ye.

Zîlan Vejîn got, “Hilbijartin, meclîs, sîstema parlamenteriyê, organên qanûndanînê, dadgerî û rêveberiyê, partiyên siyasî û rêxistinên sivîl, di nava derfetên gelekî kêm de di bin kontrolê de dikarin bixebitin, yan jî hebûna xwe bidomînin. Di rewşeke wiha de deriyê ji bo demokrasiyê, bi rawestandina zîhniyet û kiryarên darvekirinê, pêkane.”

Zîlan Vejîn destnîşan kir ku di nava gefa darvekirinê de ne demokrasî ne jî azadî dibe û wiha dewam kir, “Ji bo herduyan şert e ku darvekirin bê rakirin. Ji bo rakirina darvekirinê jî divê têkoşîna demokrasiyê bê mezinkirin, her beşên civakê tevlî bibin. Weke PJAK’ê bi pêngava ‘Na ji darvekirinê re, dem dema demokrasiyê ye’ me xwest hem girîngiya vê têkoşînê diyar bikin hem jî têkoşîna ji bo xwegihandina demokrasiya rasteqîn bimeşînin. Hewldana ji bo serxistina vê pêngavê bêguman kabûsa rejîmê ye. Em di wê baweriyê de ne ku bi têkoşîn û berxwedaneke mezin a bi beşdariya gelan, ku hêvî û daxwaza gelê Kurd e, em ê bi ser bikevin.”

Têkildarî bandora pêngavê li tevahiya Kurdistanê jî Hevseroka PJAK’ê Zîlan Vejîn diyar kir ku pêngava ‘Dema azadiyê’ ku li tevahiya Kurdistanê dest pê kir û li qada navneteweyî belav bû, ji bo gelên Îranê jî gelekî girîng e.

Zîlan Vejîn anî ziman ku ev pêngav ji bo bidestxistina azadiyê ya bawerî, çand, etnîk û neteweyan girîng e û got, “Li Îranê zexteke giran li ser bawerî û gelan heye, polîtîkaya asîmîlasyonê, darvekirinê û qirkirinê pirsgirêkeke giran e. Tevî vê yekê jî hewl tê dayin ku ev pirsgirêk bê nixumandin û tê înkarkirin.”

Hevseroka PJAK’ê Zîlan Vejîn diyar kir ku rejîma Îranê ji bo nasnameyên neteweyî-etnîkî bi hev bide şerkirin, nakokiyan di nava wan de biafirîne, yekîtiya wan asteng bike hewl dide û wiha dewam kir: “Ji bo vê jî polîtîkayên taybet dimeşîne. Dema dawî di ser pirsgirêka Qerebaxê re hewl da nakokiya navbera Azerî-Ermeniyan kûr bike. Gelên Belûcî û Kurd jî bi rêya darvekirinê û girtinê dixwaze bitepisîne, tecrîd bike. Bi rengê asta duyemîn nêzî welatiyên Ereb dibe.”

Zîlan Vejîn destnîşan kir ku ji ber vê yekê gelên Azerî, Belûcî, Ereb û Kurd, bawerî û etnîkên cuda xwedî li pêngavê derdikevin, di hebûna xwe de israr dikin, nasnameyên xwe diparêzin û bi pêş ve dibin.

Hevseroka PJAK’ê diyar kir ku tevlîbûna li vê pêngavê gelekî girîng e ku li tevahiya cîhanê belav bûye û ji bo her kesî bûye hêviyeke nû, afirandina jiyan û sıstemeke demokratîk û wiha dewam kir:

“Dema ku gel û civak bûn yek û yekparebûna xwe bi rengekî rasteqîn pêk anî, ti hêz û sîstem nîne ku li ber wan bisekine. Dîrok nîşan dide ku ti dîktator û sîstema zordar li pêşiya hêrsa gelên Îranê û daxwaza guherînê nikarin bibin asteng. Lewma dîroka gelê Îranê dîroka şoreşê ye. Ji ber vê yekê eger rejîma Îranê guherîn û veguherîna pêwîst neke, eger li gorî daxwazên civakê demokratÎk nebe, wê mehkûmî hilweşînê be.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwanên Kobanê ji bo piştgiriya Eyn Îsayê li ser piya ne

Nivîsa Pêş

HBDH: 2020”an de milîsên me 63 çalakî pêk anîn

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
HBDH: 2020”an de milîsên me 63 çalakî pêk anîn

HBDH: 2020''an de milîsên me 63 çalakî pêk anîn

ROJEVA 1’Ê ÇILEYA 2021’AN

ROJEVA 2’YÊ ÇILEYA 2021’AN

Manşet

  • Ciwanên Şoreşger li rojhilatê Kobanê dev ji parastinê bernadin
  • Jinên Ciwan ên Kobanê çalakiya keziyan lidarxistin
  • Yekîtiya Jinên Ciwan Li Dêrikê Li Ser Sûrên Kezî Ku Sembola Berxwedana Jinên Kurd e Boyax Kirin
  • Şehîdê Yekîtiya Neteweyî Ehmed Hêmin Ku Di Berxwedana Rojava De Şehîd Bû, Li Silêmaniyê Hate Bibîranîn
  • Li Silêmaniyê Zarokan Bi Hunerê Xwe Piştgirî Ji Berxwedana Rojava Kirin
  • KCK: Xwedîderketina Li Rojava Divê Daîmî Be
  • Ji Abya Yala Heta Kurdistanê, Gel Ji Bo Şoreşê Serî Hildidin

Herî zêde hatine xwendin

  • Jinên Ciwan ên Kobanê çalakiya keziyan lidarxistin

    Jinên Ciwan ên Kobanê çalakiya keziyan lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KCK: Xwedîderketina Li Rojava Divê Daîmî Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan Li Dêrikê Li Ser Sûrên Kezî Ku Sembola Berxwedana Jinên Kurd e Boyax Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê dev ji parastina heremê bernadin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Silêmaniyê Zarokan Bi Hunerê Xwe Piştgirî Ji Berxwedana Rojava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîdê Yekîtiya Neteweyî Ehmed Hêmin Ku Di Berxwedana Rojava De Şehîd Bû, Li Silêmaniyê Hate Bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger li rojhilatê Kobanê dev ji parastinê bernadin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.