Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 15, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê nasnameya 3 şehîdên Heftanînê parvekir

"Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd ên leheng em sersaxiyê ji xelkê xwe yê Mûş, Amed û Şirnexê û tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
30/12/2020 - 13:22
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 169 mins read
A A
HPG’ê nasnameya 3 şehîdên Heftanînê parvekir
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya li ser mijarê wiha ye:

“Di 14’ê Hezîrana 2020’î de li qada Bektorya ya herêma Heftanînê ji ber bombardûmana dewleta Tirk a dagirker hevrêya me Delîla şehîd bû.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêya me ya şehîd bû wiha ne:

Nasnav: Delîla Asmîn
Nav paşnav: Mûkaddes Yilmaz
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Dayik-Bav: Aysel-Omer
Dem û cihê şehadetê: 14’ê Hezîrana 2020 / Heftanîn

Hevrêya me Delîla li nava malbateke welatparêz ji dayik bû û li derdoreke ji çanda berxwedanê mezin bû. Hevrêya me Delîla polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê, her wiha kiryarên ji bo tunekirina nasnameya jin a azad ên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tên meşandin, ji nêz ve dît. Lewma hîn di temenekî biçûk de dest bi lêgerîna têkoşînê kir. Piştî ku felsefe û îdeolojiya Rêber Apo nas kir, berê xwe da çiyayên azad û tevlî nava refên têkoşînê bû. Li qadên gerîla bi gelek wezîfeyan rabû û berpirsyariyên xwe bi rengekî serketî bi cih anî. Her tim ji bo li eniya berxwedanê, ji bo li refên herî pêş cihê xwe bigire di nava hewldanan de bû.

Hevrêya me Delîla ku bi dilnizmiya xwe, bi rûkeniya xwe, bi moral û motîvasyona xwe ya li nava hevrêyên xwe dihate naskirin, bi heman coş û îradeya Apoyî cihê xwe di nava Cenga Heftanînê de girt û derbên giran li dagirkeran da. Di gelek çalakiyan de bû yek ji milîtanên pêşeng ên ku taktîk û rêbaza gerîlayên serdema nû bi cih anî. Hevrêya me Delîla bi saya îradeya jinê ya azad û rêbaza fedayî ya Apoyî li dijî dagirkeran sekneke mezin nîşan da. Bi berxwedana xwe, dagirker û noker careke din bêçare hişt û di rêya me ya serketinê de nîşan da ku kes nikare li pêşiya me bibe asteng.

Di 25’ê Îlona 2020’î de li qada Şehîd Kendal a herêma Heftanînê di şer û bombardûmanê de hevrêyên me Baz û Denîz tevlî karwanê cangoriyan bûn.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Baz Amed
Nav paşnav: Diyar Oncel
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Husnugul-Hamdûllah
Dem û cihê şehadetê: 25’ê Îlona 2020 / Heftanîn
Nasnav: Denîz Firat
Nav paşnav: Mûsîbet Acet
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Nafya-Bahattîn
Dem û cihê şehadetê: 25’ê Îlona 2020 / Heftanîn

Dewleta Tirk a dagirker ku dixwaze siyaseta xwe ya talanê li tevahiya Rojhilata Navîn bimeşîne û bigihêje armanca xwe ya Osmaniya Nû, tasfiyekirina Tevgera me ya Azadiyê daniye pêşiya xwe ku tevgera me weke astengiya herî mezin li pêşiya xwe dibîne. Ji bo vê jî bi piştgiriya hevkarên xwe yên herêmî ji herêma Heftanînê dest bi hewldana dagirkirina tevahiya Başûrê Kurdistanê kir. Dewleta Tirk a mêtinger ji bo vê armanca xwe ya dagirkeriye pêk bîne teknîka herî pêşketî ya serdemê bi kar anî. Lê belê îradeya ji pola ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê hesab nekir, lewma bi rengekî mezin ji hev ket.

Yên ku pêşengî ji vê berxwedana dîrokî re kirin ku dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê têk birin, yên ku vê xeta berxwedanê weke mîrateyekê derbasî paşerojê kirin, bêguman şehîdên me yên leheng in. Li dû her hevrêyên me yên ku di vê berxwedana dîrokî de şehîd bûn destaneke berxwedanê, ruhekî azadiyê yê ku ev destana berxwedanê bi ser xist, heye. Hevrêyên me Baz û Denîz jî pêşengî ji berxwedana dîrokî ya li Heftanînê re kirin û careke din nîşanî dost û dijminan her kesî dan ku xeta têkoşînê ya li dijî dagirkeran û nokeran divê çawa be.

Hevrêyê me Baz li navenda têkoşîna me ya azadiyê li Amedê, li nava malbateke welatparêz a ku di têkoşîna me ya azadiyê de berdêl daye, ji dayik bû. Hevrêyê me Baz ku ferdekî vê malbata hêja bû, tevgera azadiyê nas kir û tevlî nava refên gerîla bû. Li dijî polîtîkayên mêtinger û qirker ên dewleta Tirk, weke ciwanekî Kurd ê bi rûmet tevlî nava refên me yên têkoşînê bû, terbiye û çanda ji nava malbatê wergirt bi exlaq û çanda PKK’ê re gihand hev û weke milîtanekî têgihiştî yê Apoyî bû yek ji fermandarên pêşeng ên Berxwedana Cenga Heftanînê. Hevrêyê me Baz piştî ku tevlî nava refên gerîla bû bi fedakariyeke mezin beşdarî têkoşînê bû û li her qada jiyanê xwe perwerde kir. Di encama perwerdeyê de jî bû gerîlayekî şareza û di kar de ji bilî serketinê ti rê danenî ber xwe, bû gerîlayekî xurt ê têk naçe. Bi van taybetmendiyên xwe yên bêhempa cihê xwe di nava Berxwedana Cenga Heftanînê de cih girt û bi hunera xwe, bi pakiya xwe, bi durustiya xwe bi rola peşengiyê rabû û darbeyên mezin li artêşa Tirk a dagirker xist.

Di berxwedana dîrokî ya Heftanînê de hevrêyên me yên jin bi roleke mezin rabûn û pêşengî ji vê berxwedanê re kirin. Yek ji van hevrêyên me yên jin ên pêşeng jî hevrê Denîz bû. Hevrê Denîz li Şirnexê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ji nêz ve nas kir. Dewleta Tirk a faşîst qirker û mêtinger dema ku ji bo têkbirina gelê me û tevgera me sala 2015’an êriş kir, hevrêya me Denîz rûyê qirker ê dewleta Tirk ji nêz ve dît û cihê xwe di nava Berxwedana Xwerêveberiyê de ya li Şirnexê girt. Li Şirnexê, Berxwedana Xwerêveberiyê ya bi pêşengiya Zeryan û Salaran derbên mezin li dijmin xist. Bi vî rengî kevneşopiyeke din a Botanê ya lehengiyê nîşan dan. Hevrêya me Denîz di vê dema berxwedanê de hevrêtiya PKK’ê ku şênberiya felsefeya Rêber Apo ye, di şexsê hevrêyên me de yên şehîd bûn dît û bi dilsoziya bi şehîdan re tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêya me Denîz ji bo bibe hêjayî hevrêyên xwe yên şehîd bi berpirsyarî têkoşiya û kete nava hewldaneke berfireh. Bi taybetî ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve xwe perwerde kir û bû xwedî taybetmendiyên gerîlayên profesyonel. Di Cenga Heftanînê de ku nîşaneya şenber a gerîlatiya profesyonel e ku bûye tirsa dilê dijmin, hevrê Denîz bi roleke mezin tevgeriya. Di heman demê de bi sekna xwe ya li nava jiyanê, bi moral û fedakariyar xwe, bû yek ji mînakên berbiçav ên mîsyona pêşengiyê ya jinên Kurd ên azad û milîtaniya Apoyî.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd ên leheng em sersaxiyê ji xelkê xwe yê Mûş, Amed û Şirnexê û tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku têkoşîna hevrêyên xwe yên şehîd ên leheng ku bi rêbaza milîtaniya fedayî efsane afirandin, bi

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

TAYBET – Roja dawî de ciwanan heybeta hêza xwe nîşan dan

Nivîsa Pêş

LEZGÎN – Zarokên Agir 2 bajaran de 4 şewat pêk anîn

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
LEZGÎN – Ji Zarokên Agir bîlançoya meha Gulanê: Gelek wesayit, fabrîka û kargeh hatine şewitandin

LEZGÎN - Zarokên Agir 2 bajaran de 4 şewat pêk anîn

Cenazeyê 3 Pakrewanê Azadiyê malbata teslîm girt

Cenazeyê 3 Pakrewanê Azadiyê malbata teslîm girt

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê
  • Desteya Werzîş li Kobanê dewreyekî hakimtiyê bi dawî kir
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.