Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 15, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Kî Dizên Petrola Sûrî Ne…?

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
30/12/2020 - 0:02
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Kî Dizên Petrola Sûrî Ne…?
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Bê guman pêşxistin û geşedana projeyan li ser xaka Sûrî di dema niha de pir xeter e. Lê aliyê wê a erênî wek gaveke din ber bi aliyê piştgiriya istiqrar û aramiya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî û Sûrî bi giştî ye. Di vê çarçovê de dema em li lihevkirina di navbera Hêzên Sûriya Demokrat û Kompaniya petrolê ya Emerîkî Delta Cresent Energy de pêk hatiye binêrin, dê were dîtin ku dikeve çarçoveya pêşxistina aramiya herêmê û çareseriya siyasî, piştî derbasbûna derdora 30 rojî li ser vê lihevkirinê gelek nêrînên cûda derketin hole. Hin nêrîn dijber û hin nerînên alîgir derketin. Nerîn û aliyên dijber ên herî li pêş Tirkî û Rejîma Sûrî bûn. Ên ku wek dizî û îxaneta xaka Sûrî nirxandin û li ser wê bingehê gelek tewanbariyên xwe kirin. Heya ku gihîşt asta aliyê Kurdî bi îxanet û dizî bi nav kirin.

Lê di heman demê ku Kurd bi dizî û îxanetê de tewan bar kirin, ger em vegerin dîroka van her du dewletên dagirkerên axa Kurdistanê, dê were dîtin ku gelek xêr û bêrên vê xakê dizî û talan kirine û gelên vê herêmê ji mafên wan ên asayî merhrûm kirine. Mînaka wê jî Dewleta Sûrî ya ku rojane 440 hezar bermîl ji petrola Herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî derdixist, nîvê wê debara pêwîstî û ihtiyaca xwe pê dikir û nîvê din jî difrot bazarên cîhanî. Di heman demê de gelên herêma ku bi petrolê zengîne wek herêmên Dêrîk, Rimêlan û gelên Dêra Zorê ji pariyê jiyanê bê par bûn. Di heman çarçovê de jî Dewleta Tirk di deh salên dawî de bi riya rêxistina “DAÎŞ” a tundrew û çeteyên wê petrola herêmê didizî lê kêlek wê jî diziya binesaziya sazî û dezgehên Sûrî û wan veguhest hundir Tirkî. Di nav de jî kargeh û fabirîqeyên Bajarê Helebê û alavê derxistina petrolê yên derdora Bajarê Dêra Zorê dikir. Ma gelo ev giştî wek diziyê nayê dîtin?! Yan ew vê yekê nabînin?!

Wek gotinên pêşiyan “Derziya di çavên xelkê de dibînin, lê şûjinê di çavên xwe de nabînin”. Lê hêza ku di deh salên dawî de 11 hezar şehîd û pakrewanan da, ne tenê parastina Bakur û Rojhilatê Sûrî, parastina nasnameya Sûrî û binesaziya civakî ya pêkhateyan kir. Lê li kêlek wê ev hêza tekane ku xwedî projeyek rastî vîn û daxwaza hemî pêkhateyên Sûrî tê, di avakirina Sûriyeke pêşerojê de a bi navê projeya Rêveberiya Xweser tê naskirin, ji aliyê hin derdoran bi têkilî danîna aliyên derve re û pêkanîna ajindeyên derveyî daxwaza gelên Sûrî û dizîna petrola Sûrî tê tewanbarkirin.

Bê guman van tewanan ti rastiyeke wê tune ye, dûrî heqîqetê ye û nakeve berjewandiya pêşeroja Sûrî. Lê belê ya balkêş ku dijbertiya hin alî ji vê lihevkirinê re sînorên daxuyaniyên çapamenî derbas kir û derbasî qonaxa bi riya karanîna hin kaxizên xwe afirandina nearamî û ne istiqrara li ser hemî xaka Sûrî bû. Ji aliyên ku herî pêş Îran û Rusya bûn ku bi riya karanîna kaxiza eşîrên Ereb, zemînê kiryarên nearamî destpêkirin. Bi wateyeke din afirandina hin kaxizên di destên Rejîma Sûrî, ji bo binxistina pirojeya Rêveberiya Xweser e.

Lê tecrûbeya Bakur û Rojhilatê Sûrî di tûnekirina terorî ya ku “DAÎŞ”ê nûnertiya wê dikir, rûxmî hin kêmasiyên ku heya roja îro derketin bi komkirina tevahî pêkhateyên herêmê li derdora projeya xwe, hemî pilanan bin xist. Mînaka wê jî civîna ku di 29’ê Tebaxê li bajaroka Zibiyan a gundewarê Dêra Zorê li darketibû û tê de hemî pirsgirêkên herêmê ku bi sedema hin kesayetên li paş ebayên eşîrtî xwe parastin di rojên borî de tê re derbas bû, hatin nîqaşkirin û di civînê de tekez kirin ku berjewendiyên wan û berjewendiya herêmê ( herêmê di destên hêzên QSD`ê de) ji hemî tiştî giringtir e. Hin şêx û rûsipiyên eşîran ên ku li civînê hazir bûn derbarê hebûna xwe di herêma Rojhilatê Firatê û negengaziya mudaxeleya herêma Rojavayê Firatê ji karên wan ên hundirîn re tekez kirin.

Yanî ji ber qonaxa ku Sûriye tê re derbas dibe, pirojeyên ku bi vî awayî pêk tên bi hemî erênî û neyîniya wê ji aramî û çaraseriya Sûrî re dibe destek û wek qonaxeke nû tê dîtin. Heya astekê rastî biryarên Civînên Ceneva yek û biryara Encûmena Ewlekariya Navdewletî ya 2254 ya qonaxa veguhestin û çaraseriya li tevahî Sûrî tê.

Li gorî nêrîn û analîzên gelek aliyên siyasî derbasbûna Kampaniya Delta Cresent Energy ya petrolê zemînek ji bo derbasbûna kompaniyên Ewropî ji bo pêkanîna pirojeyan li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dide avakirin. Li ser wê esasê li gorî agahiyên ji kesên nêzî Rêveberiya Xweser hin aliyên heremî û navdewletî hewil didin bi riya kompaniyên xwe yên xizmetguzarî, bazirganî û pêkanîna pirojeyan li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê roleke xwe bilîze. Sedemên ku rê li pêşiya van kompaniyan vekir, ji ber awartebûna Herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî ji Yasayên Cesar ve û ji ber aramiya ewlehiya herêmê ya ku di salên borî de bi ked û bedelên giran ên hêzên “QSD”ê hatiye avakirin.

 

Ednan Mistefa

 

Navenda Lekolînên Stratejîk A Kurdistan

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 30’YÊ KANÛNA 2020’AN

Nivîsa Pêş

LEZGÎN – Hêrsa Tola Sor li çeteyên tiryakê  da

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
LEZGÎN – Hêrsa Tola Sor li çeteyên tiryakê  da

LEZGÎN – Hêrsa Tola Sor li çeteyên tiryakê  da

KJK: DAIŞ a esasî hikumeta Erdogan e!

KJK: "Sekn û berxwedana Rêberê me Abdullah Ocalan a li Zindana Îmraliyê dîrokî ye"

Manşet

  • Ji Desteya Ciwanan û Werzîşê Komxebat derbare Koçberiyê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin
  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinek û Keça wê Hatin Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.