Enter your email Address

Çarşamba, Şubat 4, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KJK: “Sekn û berxwedana Rêberê me Abdullah Ocalan a li Zindana Îmraliyê dîrokî ye”

"Kurdistan ku li navenda rastiya Şerê Cîhanê yê 3'emîn e, di navenda krîz û kaosên mirovahiyê de ye. Girêk hemû li Rojhilata Navîn, li Kurdistanê, li nava têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd e."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
30/12/2020 - 9:07
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 8 mins read
A A
KJK: DAIŞ a esasî hikumeta Erdogan e!
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Di daxuyaniya nivîskî ya Koordînasyona KJK’ê de wiha hate gotin, “Em di serdemeke welê de ne ku krîza herî kûr a dîroka mirovahiyê li ber derî ye. Ev serdem naşibe serdemên din, serdemeke cuda ye. Di vê demê de hêzên dewlet û desthilatdariyê hewl didin sîstema wan a mêtingeriyê bandorê li her kêliya jiyanê ya civakê û mejiyê mirovan bike, ji ber vê yekê jî pirsgirêk rû didin. Li her welatekî tengaviyeke mezin û neçareseriyeke kûr tê dîtin. Herî dawî bûyerên ku bi rastiya şewba kujer rû dan, rewşa mirovahiyê bi rengekî eşkere raxist pêş çavan. Bi vîrûsa koronayê eşkere bû ku dewlet û desthilatdarî bi çi rengî nêzî civakê dibin, bi polîtîkayên olperest, neteweperest û zayendîperest ên dewletan re maskeya li ber rûyê karakterê mêr ê faşîst bi temamî kete xwarê. Nexweşiya vîrûsa koronayê ji aliyê dewletan ve ji bo talankirina jin û mirovahiyê bi rengê herî zordar û zalimane hate bikaranîn.

KURDISTAN LI NAVENDA KRÎZ Û KAOSÊN MIROVAHIYÊ YE

Sîstema kapîtalîst modernîst ti carî nikare pirsgirêkên mirovahiyê û jinan çareser bike. Zîhniyeta xwe ji karakterê serweriya mêr e, mêtinger e. Ev sîstem tenê bi talankirina civakê, bi şer, bi xerakirina hevsengiya xwezayê, bi bêkarî, birçîhiştin û koçberkirinê zane. Bendemayina alîkariya ji dewletê tê wateya bendemayina alîkariya ji kujerê xwe.

Kurdistan ku li navenda rastiya Şerê Cîhanê yê 3’emîn e, di navenda krîz û kaosên mirovahiyê de ye. Girêk hemû li Rojhilata Navîn, li Kurdistanê, li nava têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd e.

Sekn û berxwedana Rêberê me Abdullah Ocalan a li Zindana Îmraliyê dîrokî ye. Ne tenê ji bo gelê Kurd, di heman demê de ji bo jinan, ji bo gelên Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê dîrokî ye. Parêznameyên Îmraliyê, paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziyê ya Rêberê me, Konfederalîzma Demokratîk û modela Neteweya Demokratîk a bi pêşengiya jinê hate afirandin, li ser bingeha azadiya mirovahiyê yekane rêza rizgariya ji krîzan e. Tevgera me ya azadiyê ya Kurdistanê ku bi pêşengiya Rêberê me Abdullah Ocalan li Kurdistanê bi rê ve diçe, Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurd, di afirandina Modernîteya Demokratîk de ji bo mirovahiyê bi rola pêşengiyê radibin.

Ji ber vê yekê sala 2020’î ji bo gelê me, ji bo jinan bi biryardariyeke mezin a berxwedanê derbas bû. Li dijî dewleta Tirk a faşîst ku li ser bingeha desthilatdariya AKP-MHP’ê xwe bi rêxistin kiriye, di asteke awarte de berxwedan hate nîşandan. Jinên Kurd di sala 2020’î de li her parçeyên Kurdistanê, li Ewropayê û tevahiya cîhanê bi îdîayeke mezin pêşengî ji azadî û berxwedanê re kirin.

JIN BI HINCETA ŞEWBÊ LI MALÊ HATIN HIŞTIN Û TUNDÎ LI WAN HATE KIRIN

Jin bi hinceta nexweşiya vîrûsa koronayê li tevahiya cîhanê li malê hatin hiştin û bi vî rengî bi tundî û destavêtina mêr re rû bi rû hatin hiştin. Mayina li malê ku yekane çareya sîstemê ya li hemberî vîrûsa koronayê ye, ji bo civakê bi taybetî jî ji bo jinan bû sedema neçareseriyeke mezintir, bêçaretî û tengavî. Muxalefeta jinê ya berxwedêr ku li cîhanê pêşengiyê ji hêzên demokrasî û azadiyê re dikin, hewl hate dayin ku bi vî rengî bê tepisandin. Lê belê tevî zor û zehmetiyan hemûyan jî jinan di sala 2020’î de dest ji berxwedan û raperînê bernedan. Li ber polîtîkayên serweriya mêr ên sîstema kapîtalîst modernîst rabûn. Berxwedana jinê hertimî kirin û bi vî rengî bûn hêvî û çavkaniya sûdwergirtinê ji bo mirovahiyê.

Di sala 2020’î de di serî de li Heftanînê li gelek herêman me berdêl dan. Kadroyên pêşeng ên tevgera me ya jinê Leyla Agirî, Zîn, Aryana, Esmer, Sema Koçer, Doga û hîn gelek hevalên me yên jin di vî şerî de şehîd bûn. Welatparêz, milîtan û kadroyên pêşeng ên jinên Kurd bûn hedefa taybet a dewleta Tirk, bi vî rengî konsepta tunekirina wan hate meşandin. Li Bakurê Kurdistanê bi hezaran jin bi rengekî bêsûc, tenê ji ber ku daxwaza jiyaneke azad û wekhev kirin û ji bo vê têkoşiyan, hatin girtin. Destketiyên jinan yek bi yek hatin desteserkirin. Sîstema hevserokatiyê weke sûc hate dîtin. Li Bakurê Kurdistanê û Efrînê li ser bingeha polîtîkayên şerê taybet, çete, çawişên pispor û wezîfedarên dewleta Tirk dst avêtin jinên Kurd. Xwestin ku jinên Kurd bixin nava narkotîkê, fûhûşê û bikin sîxur.

Lê belê tevî zext, êşkence û êrişên giran jî jinên Kurd bi fedakariyeke bêhempa, bi daxwaza azadiyê ji bo hebûnê li ber xwe dan. Li dijî meyla faşîst, populîst û rastgir a li cîhanê bi erka pêşengiya berxwedanê rabûn.

JINÊN KURD LI DIJÎ HER CÛREYÊN TUNDIYÊ LI BER XWE DAN

Li dijî dewleta Tirk ku dewleta herî faşîst, zilmkar, bêwijdan, mêtinger a cîhanê ye, li Bakurê Kurdistanê, li Rojava, Başûr li ber xwe dan. Li dijî dewleta Îranê, jinên Kurd bûn muxalefeta bingehîn û li ber xwe dan. Teslîm nebûn.

Lewma em sala 2021’ê bi ruhekî mezin ê berxwedanê pêşwazî dikin. Di sala 2021’ê de jinên Kurd wê di şerê dijî faşîzm, paşverûtî û nokeriyê de, dîsa li refên herî pêş bi fedakarî, wêrekî û tecrûbeya xwe cih bigirin. Ji bo azadiya Rêberê me, jinan, gelê me û gelên me, wê bêtirs cihê xwe li nava refên herî pêş ên têkoşîna civakî, ekolojîk, siyasî û leşkerî de bigirin.

Em bang li gelê xwe, gel û baweriyên li Rojhilata Navîn dikin:

“Bi sala 2021’ê re em dest bi saleke gelekî krîtîk û girîng dikin. Li dijî dewleta Tirk a zordar, ku xwedî heman mejî û zîhniyeta DAÎŞ’ê ya şer û kaosê ye, em berxwedana xwe û têkoşîna hevpar mezin bikin. Li dijî dewleta Tirk a dagirker ku bi rengekî barbar xaka Anatolî û Mezopotamyayê dagir kiriye, tifaqên hevpar mezin bikin. Em jinên Kurd, li her cih û demê, em ê pêşengiyê ji berxwedanê re bikin. Li ser vê bingehê em bi hev re li ber polîtîkayên mêtingeriyê, dagirkeriyê rabin ku bi xeyalên Osmaniya nû li ser Rojhilata Navîn tên ferzkirin.

Polîtîkayên înkar, tunekirin, asîmîlasyon û dagirkeriyê yên li ser gelên me tên ferzkirin, em bi berxwedan û rêxistinbûna xweya hevpar, bi çalakiyên xwe pûç bikin.

Em berxwedana xwe bi eniyên azadî û demokrasiyê yên bi gelên Tirk, Fars, Ereb, Ermen, Suryan, Acem, Rûm, Çerkez, Laz, bi baweriyên Elewî, Yarsan, Şîa, Misilman mezin bikin.

Banga me li jinan e.

Sedsala 21’ê wê bibe sedsala azadiyê ya jinan. Sîstema bi serweriya mêr a pênc hezar salî di nava krîza herî giran a dîrokê de ye. Sîstem dixwaze xwe ji nû ve restore bike, bi vî rengî temenê xwe dirêj bike û sîstmeke hîn zirav a bi serweriyê ava bike. Lê belê êdî derfetên xwe nîne ku vê bikin. Ji ber ku li cîhanê rastiyeke jinê ya zane û rêxistinbûyî bi pêş dikeve. Em jin, ku pêşengên azadiyê ne, rêxistiniya xwe, têkoşîna xwe ya hevpar a jinan li dijî dewletê û desthilatdariyên talanker mezin bikin.

Bi yekîtiya jinan û têkoşîna hevpar re berxwedana herî mezin pêk tê. Jiyana azad a alternatîf li ser vê bingehê ava dibe.

Jinên Kurd, jinên cîhanê wê bi hevkariya jinê, bi ruhê fedayî di sala 2021’ê de pêşengiyê ji azadî û berxwedanê re bikin.

Di sala 2021’ê de bi bexwedan, rêxistinbûn, têkoşîn û tifaqaên hevpar, bi xweparastinê em ê bi ser bikevin. Serketin wê ya berxwedêran be. Li ser vê bingehê em sala nû ya 2021’ê li Rêber Apo, li jinan, gelê me û gelên me pîroz dikin, dibêjin ku dem dema têkbirina faşîzmê ye.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

LEZGÎN – Hêrsa Tola Sor li çeteyên tiryakê  da

Nivîsa Pêş

Greva birçîbûnê di roja 34’an de ye

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Greva birçîbûnê di roja 33’yan de didome

Greva birçîbûnê di roja 34'an de ye

PKK neqediya lê wisa dixwiyê ku Soysuz û çeteyên wî diqedin

PKK neqediya lê wisa dixwiyê ku Soysuz û çeteyên wî diqedin

Manşet

  • KCK: Xwedîderketina Li Rojava Divê Daîmî Be
  • Ji Abya Yala Heta Kurdistanê, Gel Ji Bo Şoreşê Serî Hildidin
  • Ciwanên Dêrik û Qamîşloyê Li Kolanan Parastina Bajarên Xwe Dikin
  • “Li Hemberî Têkoşîna Domdar Tu Bandora Şerê Taybet Tune Ye”
  • Bi Pêşengiya TekoJINê Li Berlînê Çalakiyek Hat Lidarxistin
  • Belavkirina Belavokan Li Cenevreyê Beriya Meşa Dirêj a 7ê Sibatê
  • Meşa Mezin a Ji Bo Rojava Li Hamburgê

Herî zêde hatine xwendin

  • QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin

    QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KCK: Xwedîderketina Li Rojava Divê Daîmî Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiya YPG li dijî artêşa Tirk

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TAYBET – Artêşa tirk a dagirker têk diçe: Gerilla di meha Gulanê de 139 leşkerên dagirker kuştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN – Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîdên Xinêrê rêzeçalakiyên ku kirine parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Heta Lêdana Dengê Dilê Xwe yê Dawiyê Ez ê bi We re Bim”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.