Enter your email Address

Perşembe, Şubat 5, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

“Mesrûr Barzanî berxwedaniya PKK’ê a bi qehremanî reş dike”

Komîteya Têkiliya Karên Derve ya KCK’ê anî ziman, dixwazin çalakiyên protestoyî yên li Başûrê Kurdistanê bidin nîşandan ku ji aliyê wan ve tê kirin û got: “Yên vê propagandayê dikin bi zanabûn gel li ber hev sor dikin, dibe sedemê kûrkirina aloziyan."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
10/12/2020 - 12:53
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
KCK: ‘Ti rastiya nûçeyên medyaya PDK’ê nîne’
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Komîteya Karê Derve ya KCK’ê têkilî nirxandina Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got, ”Mesrûr Barzanî di eynî daxuyaniya çapemeniyê de berxwedana bi lehengî ya PKK’ê li Kurdistanê li dijî dagirkeriya Tirk dide jî berevajî kiriye û ev berxwedan reş kiriye. Ev helwesta Mesrûr Barzanî ku qet behsa dewleta Tirk nekirî, ku beşek ji xaka Başûrê Kurdistanê dagir kiriye, tenê dagirkeriya Tirk rewa dike û domdar dike. ”

Komîteya Karê Derve yê KCK’ê daxuyaniyeke niviskî da û wiha got: ”Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî di daxuyaniya çapemeniyê de ya duh rastiya gelek rûdanan berevajî kiriye. 2014’an dema ku DAÎŞ’ê êrîş bi ser Şengalê de anî, PDK ya ku gelê Êzîdî neparastî û terk kirî, 9’ê Cotmehê bi hikûmeta Iraqê re bi peymana ku danî dîsa talokeyeke aniye ser gelê Êzîdî.

Tevgera PKK’ê ku dema DAÎŞ’ê êrîş anî, alîkarî bi gelê Êzîdî re kirî û ew ji qirkirinê xilas kirin, piştî ku hatin rewşa ku berevaniyê li xwe bikin û xwe rê ve birin, Tebaxa 2018’an bi fermî vekişiyaye. Hemû cîhanê ji çapemeniyê ev vekişandin dîtiye û bûye şahidê vê. Lê PDK û dewleta Tirk tim berevajî propaganda dike, xwerêveberî û xweberevaniya gelê wir krîmînalîze kir û êrîş birin ser.

Xwerêberin û berevaniya gelê Êzîdî ku heta niha 74 Ferman lê rabûne heqekî sereke ye. Gelê Şengalê xweparastin û xweseriyê dixwaze ku bi yasayên Iraqê hatiye mîsogerkirin. Me jî ev heqê meşrû biheq destek kir û em ê destekê bidin. Gelê Şengalê peymana Hewlêr-Bexdayê ya 9’ê Cotmehê weke helkefteke dijî vê nirxand û ev 2 meh in çalakiyan dike, dixwaze peyman were kişandin. Lê Mesrûr Barzanî bi daxuyaniya duh dîsa Şengal kiriye hedef. Xweseriya Şengalê ne dijî xweseriya Kurdistanê û yasayên Iraqê ye. Berevajî, wan xurt dike.

Mesrûr Barzanî di eynî daxuyaniya çapemeniyê de berxwedana bi lehengî ya PKK’ê li Kurdistanê li dijî dagirkeriya Tirk dide jî berevajî kiriye û ev berxwedan reş kiriye. Ev helwesta Mesrûr Barzanî ku qet behsa dewleta Tirk nekirî, ku beşek ji xaka Başûrê Kurdistanê dagir kiriye, tenê dagirkeriya Tirk rewa dike û domdar dike. Em careke dî diyar dikin ku li dijî dagirkeriya Tirk PDK li rex me bisekine û bi diyalogan û danûstandinan pirsgirêk werin axaftin.

Li aliyê dî hin organên çapemeniyê yên bi ser PDK’ê ve ev çend roj in hin rûdanên tundiyê yên ku li Başûrê Kurdistanê di protestoyên girseyî de derketine holê hewl didin ku bi ser tevgera me tehf bidin. Derdorên ku vê propagandayê dikin bi zaneBûn gel li hev sor dikin û xizmetê jê re  dikin ku rageşî kûrtir bibe. Bi ser de, bi zanebûn zemîna ku dewleta Tirk Başûrê Kurdistanê nearam bike û pevçûna navxwe derxîne, hazir dikin. Jixwe MÎT’a Tirk ji vî alî ve bi xebat û provakasyonên cidî ye. Tevgera me weke hemû derdoran me tim aniye ser zimên ku daxwazên rewa yên gel werin bicihanîn û arîşe bi çarçoweya demokratîk werin çareserkirin. Di van xwepêşandanên protestoyî yên dawî de jî em bi eynî helwestê ne. Di van rûdanên dawî de şewitandina avahiyên hin partiyan û saziyên fermî nayê qebûlkirin û tenê xizmetê ji dijminên Kurdan re dike. Li aliyê dî em tundî û êrîşên çekdarî yên li ser xwepêşandêran şermezar dikin. Daxwazên gel rewa ne û bi lezgînî bi rêyên demokratîk divê werin çareserkirin. Bi vê wesîleyê, girseyên ku mafê xwe yên protestoyê bi kar tînin, bêyî ku bêne provakasyonan, em dixwazin dîsa diyar bikin ku divê bi rêyên aştî û demokratîk daxwazên xwe bînin ser zimên.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

LEZGÎN – Zarokên Agir li 5 bajarên tirkan agir dada!

Nivîsa Pêş

Ji bo hevdîtina li Îmralî parêzeran serlêdan kirin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Ji bo hevdîtina li Îmralî parêzeran serlêdan kirin

Ji bo hevdîtina li Îmralî parêzeran serlêdan kirin

LEZGÎN – HPG: Hêzên PDK’ê hewl dan êrîşî kampên me yên li Garê bikin

Balafirên şer ên tirkê dagirker Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin

Manşet

  • Ji Aliyê TCŞ û YJK-E Ve Li Frankfurtê Ji Bo Rojavayê Çalakiya Bi Hêz Ya Infostandê
  • Li Bajarê Torino Ya Îtalyayê Ji Aliyê Ciwanên Taxên Karkeran Ve Daxuyaniya Piştgiriyê Bi Rojavayê Re
  • Li Hamburgê Ji Bo Rojavayê Çalakiya Şanoyê
  • Ciwanên Şoreşger li rojhilatê Kobanê dev ji parastinê bernadin
  • Jinên Ciwan ên Kobanê çalakiya keziyan lidarxistin
  • Yekîtiya Jinên Ciwan Li Dêrikê Li Ser Sûrên Kezî Ku Sembola Berxwedana Jinên Kurd e Boyax Kirin
  • Şehîdê Yekîtiya Neteweyî Ehmed Hêmin Ku Di Berxwedana Rojava De Şehîd Bû, Li Silêmaniyê Hate Bibîranîn

Herî zêde hatine xwendin

  • Jinên Ciwan ên Kobanê çalakiya keziyan lidarxistin

    Jinên Ciwan ên Kobanê çalakiya keziyan lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hamburgê Ji Bo Rojavayê Çalakiya Şanoyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger li rojhilatê Kobanê dev ji parastinê bernadin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KCK: Xwedîderketina Li Rojava Divê Daîmî Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Silêmaniyê Zarokan Bi Hunerê Xwe Piştgirî Ji Berxwedana Rojava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîdê Yekîtiya Neteweyî Ehmed Hêmin Ku Di Berxwedana Rojava De Şehîd Bû, Li Silêmaniyê Hate Bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan Li Dêrikê Li Ser Sûrên Kezî Ku Sembola Berxwedana Jinên Kurd e Boyax Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Abya Yala Heta Kurdistanê, Gel Ji Bo Şoreşê Serî Hildidin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.