Enter your email Address

Pazar, Aralık 7, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

YJA-STAR: ‘PKK navê meşa azadî û serketinê ya bi pêşengiya jinê ye’

YJA Star: Me xwe di nava PKK'ê de hebûna xwe dît û nas kir. Rêxistiniya jinê ya ku li qadên siyasî, îdeolojîk û leşkerî hate afirandin îro ji bo jinan hemûyan veguheriye qadeke têkoşînê.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
27/11/2020 - 11:56
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
YJA Star: Bi têkoşîna Zîlanwarî em dikarin tecrîdê bişkînin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi wesîleya salvegera 42’an a damezrandina PKK’ê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Salvegera 42’an a damezrandina partiya me PKK, ku partiya mirovahiyê, wekhevî, edalet, azadî û rastiyê ye, li afirînerê tevgera me ya azadiyê PKK Rêber Apo, li şehîdên me yên leheng, li gelê me yê welatparêz, li tevahiya mirovahiyê û hêza pêşeng a berxwedanê li jinan pîroz be.”

Di şexsê Hakî Karer û Sakîne Cansiz (Sara) de şehîdên şoreşê bi rêzdarî hate bîranîn û soz hate dayin ku wê heta dawiyê xwedî li nirxên bi PKK’ê hatine afirandin derkevin, têkoşîna azadiyê mezin bikin û bi ser bixînin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Partiya me PKK 43 sal in bi îdîa, biryardarî û baweriyeke bênavber têkoşîna azadiyê dimeşîne. Partiya me PKK ku serketinên mezin di nava van salên xwe yên têkoşînê de bi dest xist, gelê me û jinên cîhanê îro hîn bêhtir nêzî azadiyê kiriye.”

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê diyar kir ku PKK tevgera guherîn, veguherîn û ji nû ve afirandinê ye û bi avaniya xwe ya îdeolojîk û felsefîk bûye tevgereke mirovahiyê.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Bêyî cudahiyê bixe navbera ziman, ol, nijad, mezheb û zayendan bersiv da pirsgirêkên azadiyê yên mirovahiyê û hîn jî bersivê dide. Lewma partiya me PKK tevgereke mirovahiyê ye, tevgereke jinê ye. Bêguman rastiya gelê Kurd nîşan dide ku partiya me PKK tevgereke çawa ye. Jinûve nîşandana gelekî ku tune dihate hesibandin, jinûve ispatkirina vî gelî bi berdêlên giran bû.”

Fermandariyê ragihand ku PKK li dijî sîstema kapîtalîst a ku mirinê bi navê jiyanê li mirovahiyê ferz dike, yekane alternatîfa jiyanê pêşkêş dike û ji ber ku yekane tevgereke ku li pêşiya pêkhatina armancên sîstema kapîtalîst asteng e, timî dibe hedefa êrişên tunekirinê.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku PKK’ê li hemberî van êrişan ti carî ji çanda xwe ya berxwedanê tawîz neda û îro jî bi heman biryardariyê li ber xwe dide, mezin dibe û bi pêş ve diçe.

Di daxuyaniyê de işaret bi cihê jinan a di nava PKK’ê de hate kirin û hate gotin, “Me jinan xwe di nava PKK’ê de dît, nas kir û xwebûna xwe peyda kir. Rêxistiniya jinê ya ku li qadên siyasî, îdeolojîk û leşkerî hate afirandin îro ji bo tevahiya jinan bûye qada têkoşînê. Em; YJA STAR jî hêza parastina rewa ya vê rêxistiniyê ne. Jinên ku ji damezrandina PKK’ê ve bi rengekî çalak cihê xwe di nava her qadên rêxistinbûnê de girtin û bi rola pêşengiyê rabûn, li qada parastinê jî rola xwe lîstin û artêşbûna xwe afirand. Bêguman vê têkoşînê bi pêşengiya YJA STAR (Yekîneyên Jinê yên Azad) ên jinên Kurd; bi pêşengiya berxwedana YPJ, YJŞ û HPJ’ê kir ku jinên li tevahiya cîhanê berê xwe bidin xweparastin, nasnameya xwe û îradeya xwe.”

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê destnîşan kir ku bi asta ku xwe gihandine ew li dijî êrişên înkar û tunekirinê li ber xwe didin, wê ti carî tawîzê ji vê berxwedana xwe nedin û bi biryar in ku bibin artêşa parastina jinan hemûyan.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, “Li ser nirxên ku ji aliyê têkoşîna me ya azadiyê hatine afirandin, di vê pêvajoya dîrokî de ku ber bi serketineke mezin ve diçe, weke hêzên YJA Starê em bi biryar in ku bi kevneşopiya fedayî ya Bêrîtan û Zîlan, bi daxwaz, hişmendî û hestên tolhildanê hîn bêhtir mîsyona xwe ya pêşengiyê bi cih bînin.

Bi wesîleya sala 43’an a damezrandina partiya xwe em careke din dixwazin vê yekê destnîşan bikin: heta ku Rêberê me û gelê me azad nebe, em ê ti carî ji têkoşîna xwe ya berxwedanê tawîzê nedin. Di serî de gelê Kurd em ê têkoşîna azadiyê ya gelan hemûyan weke têkoşîna xwe bibînin û têkoşîna xwe ya azadiyê her roj hîn bêhtir bi wateyan mezin bikin. Em ê tevgera tolhildana jinên hatine qetilkirin bin, em ê çavkaniya jiyanê û hêvî bin. Tevgera me ya jinê ku bi PKK’ê re bû artêş, wê sedsala 21’ê bike sedsala têkoşîn û serketinê, di serî de gelê Kurd wê tola gelên herêmê hemûyan hilîne. Dilsoziya me ya bi Rêber Apo û paşeroja azad re wê têkoşîna gelan ronî bike û berxwedana sedsalê mezin bike, têkoşîna rûmetê jî bi pêşengiya jinê teqez bi ser bixîne.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

43 Ciwan di 43’emîn salvegera PKK’ê de tevlî nava refên PKK’ê bûn

Nivîsa Pêş

Li ber konsolosxaneya Tirk 43’emîn salvegera damezrandina PKK’ê hate pîroz kirin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Li ber konsolosxaneya Tirk 43’emîn salvegera damezrandina PKK’ê hate pîroz kirin

Li ber konsolosxaneya Tirk 43'emîn salvegera damezrandina PKK'ê hate pîroz kirin

Cemîl Bayik: Heta ku Rêber APO azad nebe, çareserî pêk nayê

'PKK'ê civaka ku ji hev hatibû feşkilandin rakir ser piyan'

Manşet

  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin
  • Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer
  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê

    Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Bi xwendina fikrên Rêber Apo em dikarin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin.”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.