Enter your email Address

Çarşamba, Şubat 4, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

‘PKK destaneke vejînê ye’

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi wesîleya salvegera 42'an a damezrandina PKK'ê daxuyaniyek da û diyar kir ku PKK destaneke vejînê ye. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji bo PKK'ê zor û zehmetî nîne. Zehmetî ji bo PKK'ê sedema têkoşînê ye."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
25/11/2020 - 14:32
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 8 mins read
A A
KCK: ‘Ti rastiya nûçeyên medyaya PDK’ê nîne’
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera damezrandina PKK’ê daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye:

‘PKK DESTANEKE VEJÎNÊ YE’

Salvegera 42’an a damezrandina PKK’ê li Rêber Apo, gelên me, li berxwedêrên li çiyê, deşt û zindanan, li kolan û qadan pîroz be. Bi deh hezaran şehîdên xwe bi minet û rêzdarî bi bîr tînin ku 42 salên berxwedanê dan me. Ji hevrê Hakî Karer heta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê, hevrê Egîd û Sara, hevrê Erdal, Simko, Rustem Cûdî, Delal Amed, Atakan Mahîr, Zekî Şengalî, Helmet, Kasim Engîn, Leyla Agirî, Egîd Civyan û Yilmaz Dersim şehîdên me îradeya azadî û hebûnê ya Kurdan bi rengê herî xurt destnîşan kirin. Em soza xwe ya ji bo pêkanîna hesreta şehîdên me dubare dikin. Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a Demokratîk ku hesreta wan bû, wê teqez pêk werin.

Dîroka têkoşînê ya 42 salan a PKK’ê destaneke vejînê ye. Hem vejîna neteweyî ye, hem jî dîroka hêz û îradebûna gelê Kurd e. Têkoşîna ji 42 salan kir ku gelê Kurd bibe gelekî ji bo jiyaneke azad û demokratîk têdikoşe. Di nava vê têkoşîna ji 42 salî de gundek, kolanek, taxek, bajarokek, bajarek nema ku ranebû ser piyan. Bi sedan, bi hezaran carî rabûn serhildanê û li ser vê bingehê bi rêxistinbûna xwe şoreşa neteweyî, şoreşa siyasî, şoreşa demokratîk, şoreşa çandî û civakî hate pêkanîn. Pênaseya ‘gelê serhildanê’ ku Rêber Apo ji bo gelê Kurd kir, karakterê şoreşlgerî yê gelê Kurd raxist pêş çavan. PKK’ê, gelê ku li cîhanê weke yê herî paşmayî dihate dîtin, kir gelê herî şoreşger ê pêşketî.

PKK PARADÎGMAYA AZADIYA JINÊ JI XWE RE DIKE ESAS

Kurd niha weke gelê herî demokratîk şoreşger ê cîhanê tê dîtin, ku sedema vê yekê jî ew e; li ser bingeha paradîgmaya ekolojîk demokratîk û azadîparêziya jinê ya Rêber Apo xwedî têkoşîna îdeolojîk a azadîparêziya jinê ye. Rêber Apo got, azadiya jinê ji azadiya çînî û neteweyî hîn bi wate û hêja ye. Bi vî rengî girîngiya azadiya jinê li nava têkoşîna demokrasî û azadiyê destnîşan kir.

Azadiya jinê bingeha bersfirehbûn û kûrbûna demokrasî û azadiyan e. Rêbertî ku bi vê hişmendiyê îdeolojiya azadiya jinê afirand û li ser vê bingehê enerjiya demokratîk şoreşger a jinên Kurd eşkere kir û gelê Kurd veguherand gelê herî şoreşger demokratîk ê cîhanê, îro ne tenê Rêberê gelê Kurd e, di heman demê de veguheriye Rêberê gelên Rojhilata Navîn. Rêber Apo bi afirandina xeta azadiya jinê, bi tevkariya xwe ya li têkoşîna azadiya jinê cihê xwe di nava dîrokê de girt. Bi xeta azadiya jinê, çarçove û kûrahiya karakterê demokratîk şoreşger a PKK’ê qat bi qat zêde kiriye. Nasnameya bingehîn a PKK’ê karakterê azadîparêziya jinê ye.

Ev erdnîgariya ku şoreşa neolîtîk a bi pêşengiya jinê lê pêk hat, îro bi pêşengiya PKK’ê bi têkoşîna şoreşa demokratîk a li ser xeta azadiyê ya jinê, veguheriye kanî û jêderka şaristaniya demokratîk. Di şexsê gel û jinên Kurd de mirovahiyê îro berê xwe dane Rojhilata Navîn. Gelê Kurd bi têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya PKK’ê dimeşîne, wê ne tenê xwe azad û demokratîk bike, di heman demê de wê deriyê demokratîkbûnê jî li Rojhilata Navîn heta dawiyê veke û bi rengê ku li dîroka xwe bê, veguherîna dergûşa şaristaniya demokratîk.

‘PAŞEROJA ROJHILATA NAVÎN WÊ BI VÊ TÊKOŞÎNÊ DIYAR BIBE’

Di serî de dewleta Tirk a mêtinger qirker, hêzên despot û paşverû yên li Rojhilata Navîn hemû, di nava têkoşîna azadiyê ya PKK’ê de mirina zîhniyet û polîtîkayên xwe dibînin. Ji ber vê yekê, di navbera dewleta Tirk ku serkêşî ji dijminatiya li Kurdan re dike û hemû paşverûtiya herêmê û hêzên azadiyê yên bi pêşengiya PKK’ê têkoşîneke xurt bi rê ve diçe. Paşeroja Rojhilata Navîn wê bi vê têkoşînê diyar bibe.

Têokşîna 42 salan a PKK’ê û nirxên ku afirandiye, ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn veguheriye hêza demokrasî û azadiyê. Rêber Apo ku bûye rêberekî Rojhilata Navîn îro rê datîne pêşiya têkoşîna azadiyê ya gelên Rojhilata Navîn. Li Rojhilata Navîn ku fikrê Rêbertî lê havên girtiye, serdemeke nû ya têkoşîna demokrasî û azadiyê da destpêkirin. Rêbertî ku nirxên exlaqî, wijdanî, edalet, wekhevî, çandî û demokratîk ên Rojhilata Navîn di kesayetiya xwe de şênber kiriye, bi fikir, paradîgma û pêşdîtina xwe bûye rastiya civakê, rêberê gelan. Rojhilata Navîn ku bi sedan salan di nava tarîtiyê de ye, êdî çavên xwe ji nû ve li ronahiyê vekiriye. Yek ji encamên herî girîng û mezin ên têkoşîna 42 salan a PKK’ê ev e.

‘WÊ NIKARIBIN KU LI SER KURDAN PERGALA QIRKER DÎSA AVA BIKIN’

Paradîgmaya Rêbertî ku bi PKK’ê re berbiçav bûyî, şêwaza wê ya têkoşînê û pergala civaka konfederaliya demokratîk a li ber civaka demokratîk a rêxistinî ku pêşbîniya wê dike, îro îlham û kelecaniyê dide hemû gelên cîhanê. Xitimandina ku kapîtalîzmê û modernîteya wê li ber hemû mirovahiyê dayî jiyîn û êş, bi teoriya modernîteya demokratîk û bi sê lingên wê yên sereke, aliyê civaka komunal a demokratîk ekonomîk, aliyê eko endûstrîyel û civaka konfederalîst a demokratîk bi dawî bibe. Êdî gel û hêzên dijî pergalê, li dijî kapîtalîzmê û modernîteya wê xwedî hêzeke mezin a ramanî ne. Ji ber ku dawî li hejîna piştî sosyalîzma reel û berxwenedîtinê aniye.

PKK bi têkoşîna xwe ya 42 salî mêtingeriya qirker ku li ser Kurdan tê rêvebirin bi hemû aliyên xwe teşhîr kiriye, êrîşên heyî pûç kiriye. Dewleta Tirk a mêtinger û qirker ku di dijminatiya Kurdan de çendî êrîşê bîne jî, zehmet e ku li ser Kurdan pergala mêtingeriya qirker dîsa ava bike û armancên xwe pêk bîne. Li ser xeta Rêber Apo weke ku ev 42 salan dibe, dema ku têkoşîn bi biryardarî were domandin mêtingeriya qirker û hişmendiya ku xwe dispêre ser wê were têkbirin. Têkoşîna ku gelê Kurd bi paradîgmaya azadîxwaziya jinê, ekolojîk û civaka demokratîk rê ve dibe bi mîsogerî wê bi ser bikeve, gelê Kurd wê ziman, çand, nasname û xwerêvebirinê hebûna xwe mîsoger bike.

‘JI BO PKK’Ê ZOR Û ZEHMETÎ NÎNIN’

Ji bo PKK’ê zor û zehmetî nînin. Hemû zor û zehmetî ji bo PKK’ê sedema têkoşînê ye. Têkoşîna ku li ser xeta PKK’ê hatî kirin, van 42 salan çawa ku heq ji hemû zor û zehmetiyan derketibe, di sala 43’an a PKK’ê de jî, têkoşîna azadiyê wê heq ji hemû zor û zehmetiyan derkeve, faşîzma AKP-MHP’ê ku bilindiya mêtingeriya qirker e têk bibe. AKP êdî partiyeke wiha ye ku dema wê bihuriye. 15 sal in wextekî zêde bi hemû gelên Tirkiyê dane windakirin, di serî de bi gelê Kurd, êşa mezin bi hemû gelên Tirkiyê û Rojhilata Navîn daye jiyîn. Li ser xeta Rêbertî têkoşîna li dijî vê faşîzmê û weke bersiva berdêlên ku hatine dayin di sala 43’yan a têkoşînê de, wê Kurdistana Azad, Tirkiyeya Demokratîk û Rojhilata Navîn a Demokratîk pêk bîne.

Bi vê bingehê di sala 43’an a têkoşînê de di serî ciwan û jin em bang li hemû gelê xwe, dostên xwe û hêzên demokrasiyê dikin ku li dijî faşîzma AKP-MHP’ê têkoşînê geş bikin, Deheqan hilweşînin, Rojhilata Navîn bigihînin biharên nû yên Newrozan.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

YPS-JIN: Azadiya jinê wê faşîzmê hilweşîne

Nivîsa Pêş

PDK’ê tevî hişyariyên Gerîla provakasyonan didomîne!

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
PDK’ê tevî hişyariyên Gerîla provakasyonan didomîne!

PDK'ê tevî hişyariyên Gerîla provakasyonan didomîne!

Girtiyên PAJK’ê û PKK’ê: Em ji 27’ê Mijdarê ve dest bi çalakiyan dikin

Girtiyên PAJK'ê û PKK'ê: Em ji 27'ê Mijdarê ve dest bi çalakiyan dikin

Manşet

  • Jinên Ciwan ên Kobanê çalakiya keziyan lidarxistin
  • Yekîtiya Jinên Ciwan Li Dêrikê Li Ser Sûrên Kezî Ku Sembola Berxwedana Jinên Kurd e Boyax Kirin
  • Şehîdê Yekîtiya Neteweyî Ehmed Hêmin Ku Di Berxwedana Rojava De Şehîd Bû, Li Silêmaniyê Hate Bibîranîn
  • Li Silêmaniyê Zarokan Bi Hunerê Xwe Piştgirî Ji Berxwedana Rojava Kirin
  • KCK: Xwedîderketina Li Rojava Divê Daîmî Be
  • Ji Abya Yala Heta Kurdistanê, Gel Ji Bo Şoreşê Serî Hildidin
  • Ciwanên Dêrik û Qamîşloyê Li Kolanan Parastina Bajarên Xwe Dikin

Herî zêde hatine xwendin

  • QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin

    QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KCK: Xwedîderketina Li Rojava Divê Daîmî Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Abya Yala Heta Kurdistanê, Gel Ji Bo Şoreşê Serî Hildidin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Silêmaniyê Zarokan Bi Hunerê Xwe Piştgirî Ji Berxwedana Rojava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Kobanê çalakiya keziyan lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Iraq hewl dide deriyê sînor yê Şengal-Bakurê Suriyê bigre

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • NIRXANDIN – Bi armancan ve girêdana şidandî mitlaq dide qezenckirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.