Enter your email Address

Salı, Aralık 16, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

“Li Dersimê Yilmaz wê zêde bibin, li Dersimê her gerîla wê bibe Yilmaz”

"Zarokê serhildêr ê Dersim a serhildêr fermandar Yilmaz di têkoşîn û berxwedana hebûnê ya gelê Kurdistanê de her tim xwedî cihekî girîng bû."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
18/11/2020 - 11:26
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
“Li Dersimê Yilmaz wê zêde bibin, li Dersimê her gerîla wê bibe Yilmaz”
ParvekeTweet

BEHDÎNAN- Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel têkildarî şehadeta Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG’ê û Fermandarê Qada Dersimê Yilmaz Dersim (Îsmaîl Surgeç) daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Li Dersimê, ku di herikîna dîrokê de timî weke keleha berxwedanê nasnameya Kurd û Elewîtiyê temsîl dike û warê Seyîd Rizayan e, fermandar Yilmaz bû navê hesabpirsîna dîrokî ya ji dewleta Tirk a mêtinger-qirker. Leşker û hevrêyên fermandar Yilmaz wê hesabê pêwîst bipirsin.”

Di daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel de wiha hate gotin: “Di êrişa hewayî ya rejîma Tirk a qirker-mêtinger de ku 10’ê Mijdarê li Geliyê Axvanosê kir, fermandarê me yê hêja Yilmaz Dersim (Îsmaîl Surgeç) tevî hevalekî li gel xwe şehîd bû. Şehadeta Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG’ê û Fermandarê Qada Dersimê hevalê Yilmaz û hevalê pê re, bû yek ji xelekên girîng ên dîroka me ya têkoşînê. Fermandarê me bi fedakarî û welatparêziyeke xurt, bi wêrekî û lehengiyeke bêhempa têkoşiya. Ji malbata wî ya fedakar û hêja û tevahiya gelê Dersimê re sersaxiyê dixwazin. Bila serê tevahiya hêzên gerîla sax be yên ku li çiyayên Dersimê bi biryardarî û lehengiyeke mezin li ber xwe didin, bila serê tevahiya gelê Kurdistanê sax be. Fermandarê me yê leheng ku mîna navê xwe bû, ala serketinê radestî me kir û em soz didin ku ji bo bîranîna wî em ê vê alê li ba bidin.

HER TIM BÛ XWEDÎ CIHEKÎ CUDA

Zarokê serhildêr ê Dersim a serhildêr fermandar Yilmaz di têkoşîn û berxwedana hebûnê ya gelê Kurdistanê de her tim xwedî cihekî girîng bû. Ji bo me hevrêyên wî, cihê wî gelekî cuda bû. Şehadeta vî ewladê leheng û serhildêr ê Kurdistanê ji bo me bi qasî xemgîniyê xwedî wateyeke mezin e. Li Dersimê, ku di herikîna dîrokê de timî weke keleha berxwedanê nasnameya Kurd û Elewîtiyê temsîl dike û warê Seyîd Rizayan e, fermandar Yilmaz bû navê hesabpirsîna dîrokî ya ji dewleta Tirk a mêtinger-qirker. Leşker û hevrêyên fermandar Yilmaz wê hesabê pêwîst bipirsin. Neviyên Seyîd Riza ku digot, ‘Bila dost û dijmin her kes zanibe, li Dersimê li binê her darekê lehengek radizê’, şopdarên Sarayan, Baranan, Atakanan, Jîndaran, Çetînan, Zînan û Yilmazan, wê dîroka berxwedanê ya Dersimê bi serketinê tacîdar bikin û ji mêtingerî û qirkeriyê teqez hesabê pêwîst bipirsin.

JIYANA XWE FEDAYÎ GELÊ XWE KIR

Hevrê Yilmaz ku 4 roj beriya salvegera şehadeta Seyîd Riza û hevrêyên wî tevlî karwanê şehîdan bû, fermandarekî fedayî yê Apoyî bû ku astengî nas nedikir û jiyana xwe ji bo gelê xwe feda kir. Ew li nava malbateke ku dilsozê nirxên xwe bû mezin bû. Ew lehengek bû ku hîn di biçûkaniya xwe de bi çanda welatparêziya şoreşger mezin bû û ji bo tola du kekên xwe yên şehîd bûn hilîne bi rê ket. Hîn di temenê ciwantiyê de, di dema xwendina dibistanê de zext û êşkenceya polîsan dît, 2 caran kete girtîgehê, lê ti carî dest ji têkoşîna xwe berneda, berevajî; hîn bêhtir li têkoşînê tûj bû û bi hêrsa şoreşgerekî mezin tevlî nava refên têkoşînê bû. Ew ewladekî leheng ê Dersimê bû. Pratîka 27 salan a bênavber a li nava têkoşîna gerîla, destaneke berxwedanê bû. Hevrê Yilmaz ku heyranê çiyayên Dersimê bû, li her qada Dersimê geriya bû û têkoşiya bû. Bi kesayetiya xwe ya bi coşa şoreşgerî timî karê zor û zehmet dikir. Li ser vê bingehê tevlî pêngavên ber bi Erzîngan, Koçgirî, Derya Reş bû û fedakariyeke mezin kir.

NÛÇE CİWAN

DI NAVA HÊZÊN TAYBET DE FERMANDARIYA FEDAYIYAN KIR

Dema ku Rêber Apo bi komployeke navneteweyî hêsîr hate girtin tim çalakiyên fedayî pêşniyaz kir, ji bo ku bibe şopdarê Zîlanan bi çoşiyeke mezin tevlî nav rêxistiniya Hêzên Taybet bû û bi salan fermandarî ji fedayiyên Hêzên Taybet re kir. Fermandarê me yê hêja ku li Qada Dersimê peywirên cihê bi cih anîne bi wêrekî, dirûstî, fedakarî, bi helwesta xwe ya biryardar a li ser xeta Şehîdan û Rêber Apo bû milîtan û fermandarekî bêtawîz. Malbatên hêja yên şehîdên me ku zarên wiha bedew û leheng digihînin û gelê Dersimê bi van şehîdên me yên wiha destana lehengiyê û bi fermandar Yilmaz çendî şanaz bin di cih de ye.

Em, ji bo ku ew siûda me çêbûye ku bi lehengên weke Yilmaz Dersim re hevrêtiyê bikin em ê tim şanaz bin û di doza azadiya pîroz de em ê bi biryardarî li ser rêya wan bimeşin, bi çarçoweya ku em bîranîna wan û xewn û xeyalên wan pêk bînin em ê bibin şopdarên wan û teqez bibin hevrêyên wan. Em pê dizanin, ji Seyîd Riza heta bi Sara, Yilmazan bîranînên hemû şehîdên xwe encex ku em bikaribin Çiyayên Pîroz ên Dersimê bikin keleha berxwedanê dikarin bidin jiyîn. Li Dersimê Yilmaz wê zêde bibin, li Dersimê her gerîla wê bibe Yilmaz, çiyayên Dersimê wê ji mêtingerî û qirkeriya Tirk re bibe goristan. Di meşa Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad de fermandar Yilmaz tim wê bijî, giyanê wan ên bijarte û fedayî di meşa Kurdistana Azad de wê tim bijîn, ev ruh û wêrekiya wan ji bo ku gerîlayên Kurdistanê bikin gerîlayên serfiraziyê wê bibe kaneke sereke ya hêzê û têkoşîna me serfiraz bike.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

‘PKK ne mêvan e, PKK gel e… Gel li vir e’

Nivîsa Pêş

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Hamit Kartal hate veşartin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Hamit Kartal hate veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Hamit Kartal hate veşartin

LEZGÎN – Înîsyatîfa Zarokên Agir li Bursa û Stenbolê çalakî pêk anî

LEZGÎN - Zarokên Agir faşîzmê dişewitînin: 5 bajaran şewat pêk hat

Manşet

  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Ezîz Şêx Elî oxir kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.