Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 8, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê nasnameya 2 Gerîlayên ku li Gabarê Şehîd bûbûn eşkere kir

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
16/10/2020 - 14:54
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
HPG’ê nasnameya 2 Gerîlayên ku li Gabarê Şehîd bûbûn eşkere kir
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Artêşa Tirk a dagirker 26’ê Îlonê li gundê Dêrşew ê Çiyayê Gabarê yê Şirnexê saet di navbera 17:30-22:30’î de bombardûmaneke giran kir. Li heman qadê di 28’ê Îlonê de dagirkeran saet 06:00 dest bi operasyonekê kirin. Operasyon êvarê bi dawî bû. Di dema vê operasyonê de hevrêyên me Simko û Amargî şehîd bûn.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Simko Botan

Nav paşnav: Naîf Bûldûk

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Dayik-Bav: Osman-Emîne

Dem û cihê şehadetê: 28’ê Îlona 2020 / Gabar

Nasnav: Amargî Dorşîn Xerzan

Nav paşnav: Çîçek Benzer

Cihê jidayikbûnê: Aydin

Dayik-Bav: Fatma-Abît

Dem û cihê şehadetê: 28’ê Îlona 2020 / Gabar

Hevrêyê me Simko li Cizîrê ji dayik bû, ku Cizîr yek ji navendên kevnar ên çanda Kurd û bajarê serhildanê ye. Li nava malbat û gelê Cizîrê bi çanda welatparêziyê mezin bû. Hevrêyê me Simko bi bîranîna kekê xwe mezin bû ku sala 1992’an li Gabarê şehîd bû û di temenê ciwantiyê de kete nava lêgerînên mezin. Hevrêyê me Simko ku di temenê zarokatiyê de dest bi têkoşînê kir, piştî ku tevlî karên cuda bû, karên çand û hunerê meşand, lê qîma xwe bi wan neanî û tevî hevrêyên xwe yên li koma muzîkê ya Koma Nêrgizên BOtan di sala 2011’an de berê xwe da çiyê. Hevrê Simko ku bi coş û moraleke mezin tevlî nava refên gerîla bû, bi vê sekna xwe bû çavkaniya moralê ji hevrêyên xwe re. Hevrê Simko ku bala wî diçû ser hunera leşkerî li vê qadê şareza bû û di xeta leşkerî ya dema nû de gihîşt astekê. Hevrê Simko bi îdeolojiya Rêber Apo di kesayetiya xwe de guhertinên bingehîn kir û bi taybetmendiyên xwe yên dilnizm, kedkar û fedakar nîşan da ku milîtanekî mînak çawa dibe. Sala 2014’an dema ku çeteyên DAÎŞ’ê ferman li gelê Şengalê rakir, tevî hevrêyên xwe çû Şengalê, li wir tevlî şer û çalakiyan bû û roleke mezin lîst. Piştî ku wezîfeya xwe ya dîrokî û azadkirinê a bi rûmet li Şengalê bi cih anî, ji nû ve li çiyê vegeriya û piştre derbasî Qada Botanê bû. Di 26’ê Îlonê de li herêma Gabarê di êrişa hewayî de hevrêyek birîndar bû û hevrê Simko dema ku hewl dida hevrêyê xwe ji qada êrişê dûr bixîne şehîd bû. Hevrê Simko bû mînaka şareza ya dilsoziya leheng a hevrêtiya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê.

Hevrêya me Amargî li nava malbateke welatparêz a Botanê ji dayik bû. Gelek ferdên malbatê di salên 1990’î de di kuştinên kiryar nediyar ên dewletê de şehîd bûn. Malbatê tevî vê yekê jî ti carî ji sekna xwe ya welatparêz a bi rûmet tawîz neda. Hevrê Amargî li nava malbateke wiha mezin bû. Hîn di zarokatiya xwe de êşên ji ber terora dewletê kişand, dûrî welatê xwe mezin bû û hesreta welêt timî di dilê wê de bû. Hevrêya me Amargî ku bi hesreta welêt mezin bû sala 2014’an tevlî nava refên gerîla bû û xwe gihand welatê ku bi hesreta wê bû. Ji bo xwe kir armanca bingehîn ku di gerîlatiyê de şareza bibe û hesab ji dijminê qirker mêtinger bipirse. Ji roja ku tevlî nava refên gerîla bû û pê ve bala xwe çû ser xeta azadiya jinê û ji bo xwe bigihîne nasnameya jinê ya azad kete nava hewldaneke mezin. Hevrêya me Amargî ku bi xurtî dilsoza hevrêyên xwe bû, bi vê taybetmendiya xwe ya bêhempa cihê xwe di dilê hevrêyên xwe de girt. Kesayetiya lêgerîner a hevrêya me Amargî, daxwaz û biryardariya wê ya têkoşînê piştî pênc salan ew gihand dilê Kurdistanê Botanê, kir ku li Gabarê li warê pîroz ê fermandarên mezin Agît, Adil, Gelhat û Gulbaharan bibe milîtana Apoyî. Hevrêya me bi gotina xwe ‘bi soza li rûmeta jinê’ tevlî her kar û berpirsyariya xebatên şoreşgerî bû. Di dema operasyona li Gabarê ji bo parastina hevrêyên xwe bala dijmin ber bi xwe ve kişand û xwe kir sîper ji hevrêyên xwe re. Fedayîtiya li xeta Bêrîtan û Zîlan a Jinên Kurd ên Azad di kesayetiya xwe de şênber kir û sekneke bi destanî nîşan da.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne, em sersaxiyê ji gelê Botanê û gelê Kurdistanê re dixwazin û soz didin ku em ê ala wan a têkoşînê bi hişmendî û berpirsyariyeke mezin heta bicihanîna armancên wan li ba bidin.

 

1 Ji 13
- +

1.

2.

3.

4.

5.

6.

7.

8.

9.

10.

11.

12.

13.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

LEZGÎN – Ji HPG’ê Çalakî: 3 dagirker hatin cezakirin

Nivîsa Pêş

Zarokê ku li Eyn Îsayê birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Zarokê ku li Eyn Îsayê birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da

Zarokê ku li Eyn Îsayê birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da

Polîsên faşîst ên tirk 2 Endamên SGDF’ê binçavkirin

Polîsên faşîst ên tirk 2 Endamên SGDF'ê binçavkirin

Manşet

  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bersiva banga QSD’ê ya ciwanên Çelêbi yên Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • CenazeyênʺŞehîdgeha Garzanêʺhatin revandinGarzan’da şehit cenazeleri kaçırıldı

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li 31 herêmên Colemêrgê qedexe hate îlankirinHakkari'de 31 bölge yasaklandı

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.