Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 17, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

TAYBET – Kordîneya Cenga Heftanînê: Kêliyên Berxwedan û Cengê – IV

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
11/09/2020 - 11:41
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nirxandin, Nûçe, Taybet
Reading Time: 6 mins read
A A
TAYBET – Kordîneya Cenga Heftanînê: Kêliyên Berxwedan û Cengê – IV
ParvekeTweet

HEFTANÎN – Di 16’ê Hezîrana 2020’an dewleta tirk a dagirker bi hemû derfetan êrîşên dagirkeriyê li ser herêma Heftanînê da destpê kirin. Gerîlayên HPG/YJA STAR’ê bi berxwedanî û fedaîtiyek mezin êrîşên dagirkeriyê vala derxistin. Di derbarê Berxwedana Cenga Heftanînê de Kordîneya Cenga Heftanînê Batufa Çekdar nerînên xwe ji ajansa me re parvekir.

Ruhê Ku Serkeftinan Diafirîne Felsefeya APOgerî Û Pêşngtiya Hêza YJA STAR!

Heftanîn bi çiyayên xwe yên bilind û serhildêr, gelî û newalên xwe yên asê, bax û bexçeyên ku her yek parçeyek ji buhuşê zindî dikin, çem û kaniyên xwe yên ku ruh didin rahên jiyanê. Kevir, dar û daristanên xwe yên ku hembêza xwe ji şervanên azadiyê re vedikin û diparêzin bi hev re di nava ahengeke bê dawî de ne.  Lewre Heftanîn dîtin buhuşta zindî ya vê cîhanê jiyankirine. Gotinek heye û tê gotin ku mirov reng û taybetmendiyên xwe ji xwezaya lê dijî digirin. Mirov jî dikarin bi wan hest û taybetmendiyên ji wê xwezayê girtin her kêliyê xweşikbûneke mezin li wê xwezayê zêde bikin, pê re di nava ahengekê de bin. Aha Heftanîn jî qadeke wisa ye. Xwezaya Heftanîn esîlbûn, xweşikbûn, dewlemendî, beraket, heybet û hemû başî û hêza xwe bi hezkirineke mezin dide zarokên xwe yên herî sadiq şervanên xwe yên azadiyê keç û xortên gêrîla. Ev zarokên dilê wan bi hezkirina Heftanîn û xweşikbûna wê dagirtî jî bi hemû hêz û fedakariya xwe ve parastina van çiya, gelî, newal, av û xwezaya Heftanîn dikin. Ger bedela vê canê wan jî be ji vê gav bi paş ve navêjin.

Lewre Geliyê Pisaxa bûye war û dergaha azadiyê ya Viyan, Raperîn, Bager, Dilovan û Gulaberan, Partîzan bi ruh û xwîna fedaiyên weke Biharîn, Elî, Amara, Egîd û Dîrenan hate avdan, Qesroka serîhildêr xwe bi zanist û kesayeta Arnosan têrkiriye, bi fedakariya Harûn û Zagrosan xemilandiye, Xantûr bi îdaya azadiyê ya Havînan, fedakariya Newalan, cesareta Aryanan, hezkirina Navdaran û çanda Gelhatan serbilind bûye, Şeşdara bûye qada xweşikbûn û cesareta Çîçek, Besê û Siyajînan, Dûpişk û Ş. Bêrîvan rengê xwe ji kenê Sîdaran girtiye, Ş. Kendal her tepeyek wê bi nav û rengê şehîdekê/î wate girtiye û tê nasîn, Bektorya weke dayîkeke xwedavend hembêza xwe ji mirovahiyê re vekiriye û zarokên rojê diparêze, Şabanîkê weke Kelheke berxwedanê bi ruhê fermandar Ezîmeyan re bûye yek û kombûna wan tevan Heftanîneke berxwedêr derketiye holê û maydan dixwîne ji hemû hêzên dagirker re. Lewre keç û xortên çeleng bi teqîna her guleyeke ku artêşa dagirkeran tar û mar dike de dibêjin, ‘’EV DER HEFTANÎNE’’! warê jina azad e û gêrîlayên fedaî yên HPG ê ye û agirê Cengê lê xurt dikin.

Saleke Cenga Heftanîn bi vî ruhê mezin temam dibe. Saleke bi rengê berxwedanê hatî hûnandin. Saleke îdaya azadiyê  careke din mohra xwe li dîrokê dayî. Saleke ku her gava wê bi zehemtiyan dagirtî û her zehemetiyek wê wergeriyayî xweşikbûn û vîneke mezin. Saleke ku serkeftinên mezin li dîroka me ya bê hempa zêdekirî. Saleke ku demsal jî li hember vîn, hêz û baweriya gêrîla li xwe ketin gomanê. Ji ber gêrîla hemû demsal kirin dema berxwedan û çalakiyan. Di germahiya tebaxê de xwêdan rijandin tî man birçî man lê ji biryardariya xwe ya çûyîna ser dijmin tawîz nedan. Bedelî wan agirên ku bi daristanên Heftanîn xistin û dişewitandin şervanên azadiyê germahiya wan agiran tevan di hundir xwe de werdigerandin kîneke mezin û di pêşengiya fermandar Rûbaran de Bêrîtan, Berfîn, Amara û Çekdaran êrîşî çeperên dijmin kirin. Şervanên azadiyê her kêliyê ruhê xwe bi hêza serkeftina çalakiyê xweşik-kirin. Li hember vî ruhê şervanên azadiyê kêlî ji bo dijmin wergeriyan salan, çiyayên xweşik ên Heftanîn ji bo wan wergeriyan dojehê. Lê ji bo gêrîlayên biryardariya serkeftinê di dil û mejiyê xwe de bi cihkirin demsal dibûn kêlî û têra wan nedikir. Zehmetiyên vê demsalê bi hemû germahiya xwe ve werdigeriya hesteke wisa ku xwe di hembêza dayîkê de hîs bikin û her roj hezkirina Heftanîn di dil û mejiyê wan de mezin dibû.

Demasala payîzê wergeriya tevgereke ku tecrûbe û destkeftiyên xwe mezin bin. Wergeriya hêza çalakiya serkeftî û di biriqîna çavê her şervaneke-şervanekî azadiyê de serkeftin mîsoger dibû. Lewre gêrîla negot barane, berfe, sare. Her û her got dem dema çalakî û berxwedanê ye. Dem dema hesab xwestineke mezine. Gêrîlayên serdemê bi vê dilgermiyê zivistana 2019-2020 pêşwazîkirin. Car hebû sir û seqmê lêvên wan keç û xotên delal diqelaşt, hin desten wan tevizîn û dîsa jî bi biryardariyeke mezin di nava metreyan berf de dimeşiyan. Di kêliyên wisa de ku dijmin tu car hêvî nedikir mirov dikarin tevbigerin ew şervanên xwedî baweriyeke mezin a serkeftinê dîsa di rêka çalakiyê de bûn û diçûn ser dijimin. Bi gotineke din bi mehan di nava berfê de meşiyan, jiyankirin, razan, çalakî kirin û her kêliyê li coşa xwe ya serkeftinê coş zêde kirin. Zivistana sar û seqem bi ken û henekên xwe yên xweşik û bi wate wergerandin gulîstaneke hezar rengî. Gêrîlayên xwedî vîneke ji pola dilê dagirkeran di sir û seqema zivistanê de mehkûmî binkeftinê kirin. Bi coş, kelecan û baweriya xwe ya mezin ve bi ruhê hevaltiya xwe ya PKK ê jî zivistan ji bo xwe wergerandin bihareke xweş û geş a serkeftî. Lewere hemû gêrîlayên Cenga Heftanîn tevahiya zivistanê şev û rojên xwe kirin yek û amadekariyên bi hêz ji bo pêşwazîkirina êrîşên dagirkeriyê kirin û bi çalakiyên xwe yên serkeftî yên di fermandariya Zelal Sîdeman de bihara 2020 an silav kirin. Gotin em li virin û ji bo parastina nirxên gelê xwe amade ne her fedakariyê bikin.

Berdewam dike……

https://www.nuceciwan51.com/ku/2020/09/10/taybet-kordineya-cenga-heftanine-keliyen-berxwedan-u-cenge-iii/

TAYBET – Kordîneya Cenga Heftanînê: Kêliyên Berxwedan û Cengê – II

TAYBET – Kordîneya Cenga Heftanînê: Kêliyên Berxwedan û Cengê – 1

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

“Ji Hişmendiya Zilamsalarî re NA”

Nivîsa Pêş

Li Ranye li dijî tundiya ser Jin Semînerek hate dayin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Li Ranye li dijî tundiya ser Jin Semînerek hate dayin

Li Ranye li dijî tundiya ser Jin Semînerek hate dayin

LEZGÎN – Gerîla TV dîmenê çalakiya li Xantûrê weşand!

LEZGÎN - Gerîla TV dîmenê çalakiya li Xantûrê weşand!

Manşet

  • Deklerasyona Mîtînga ‘Hêvî û Azadî’ Hat Ragihandin
  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.